• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rewanbêj nivîsên nivîskarên xwe dike pirtûk

Rewanbêj nivîsên nivîskarên xwe dike pirtûk


barkirin: Adar 1, 2015, 3:33


Rewanbêj nivîsên nivîskarên xwe dike pirtûk.
Rêvebirî û Edîtorên Rewanbêj biryar girtin ku her 6 meha carekê pirtûkeke nivîskarekî xwe çap bikin. Di vê derbarê de dazanîna Rewanbêj wehaye;

Nivîskarên ku eve demeke dirêje di malpera me de kar dikin bê beramber kar dikin. Nivîskarên wekî Kakşar Oremar, Çiya Mazî, Prîskê Mihoyî, Şivan Zeren, Eliyê Koçer, Alî Gurdilî, Agirî Soran, Dêrsim Oremar, Govar Ehmed, Bîlal Bulut, Siyamed Sîpan, Şêxmûs Sefer, Mîr Qasimlo, Konê Reş, Xerzî Xerzan, Omer Dilsoz, Mem Mîrxan, Selîm Biçûk, Nezîr Silo, Ciwan Zagros û Nurallah Palamut hetanî neha di malpera me de di gelik mijaran de û bi pexşan û şirove û lêkolînên giranbuha xwendevanên Rewanbêj ronahî kirine.

Eve nêzîkî 5 salaye berî wêya 7 salan jî malpera bi navê gelavej tevde 12 sale ku karê malpera Rewanbêj didome. Di nava van 5 salên dawî de bi rengekî çalek em nivîsên nivîskarên xwe dişopînin û di kîjan astê de têne xwendin, di kîjan astê de di torbendên civakî de têne ecibandin em hejmara wan digrin.

Ji neha û pêve em dê dem demî encamên xwendin û ecibandina nivîsên nivîskarên Rewanbêj ji bo xwendevanan biweşînin.

Armanca me ewe ku xwendevanên zimanê Kurdî zêde bibin û nivîsên nivîskaran tenê ji aliyê wan bi xwe ve neyête xwendin û bighêje hejmareka zêde ya xwenkarên zimanê Kurdî. Bi vê mebestê em dê giraniya xwe bêhtir bidin ser nivîsên nivîskaran.

Hetanî neha ji ber sedemên arîşeyên editoran carcaran nivîs dereng hatine weşandin. Lê êdî ev arîşe jî ji holê rabûye û bi çend edîtoran ve dê bi rengekî bisportir û zûtir nivîsên nivîskaran bête weşandin.

Wekî rêvebiriya Rewanbêj me biryareka dîtir jî wergirt ku êdî her 6 meha carê em pirtûkek ji ya nivîskarekî xwe yê rewanbej biweşînin. Bêguman ev pirtûk dê li gorî daxwaza nivîskaran bê lê em dixwazin ku nivîsên wan yên di rewanbêj de berhev bikin, sererast bikin û bo wan bikin pirtûk û çap bikin.

Eger ku ewana sererastkirinê bixwe bikin jî amadeyî, berhevî û mesrefên çapê tev dê ji aliyê Rewanbêj ve bêne dayîn. Ji xwe di nava van 5 salan de bi gelik rengan arîkariya teknîkî û maddî ji bo weşana nivîsan û pirtûkan ji bo gelik nivîskarên Kurd hatiye dayîn.

Rêza weşandina pirtûkên nivîskaran jî dê li gorî çalekbûna wan ya di rewanbêjde bête hilbijartin lê belê armanca me ewe ku em herî kêm her nivîskarekî rewanbêj pirtûkekî wî biweşînin. Lê belê dema ku nivîsên nivîskaran pir bûn û ji pirtûkekê zêdetir derketin dibe ku hejmara pirtûkan bighêje duyan jî.

Sipas bo keda nivîskarên Kurd û bi taybet yên Rewanbêj ku bêyî beramber nivîsan di rewanbêj de diweşînin. Li himber vê bêberamberiyê jî em dixwazin arîkariyeka bi vî rengî bo wan bikin.

 

Her kesekê ku bixwaze bibe nivîskarê Rewanbêj dikare zanyariyên xwe û nivîsên xwe ji bo me birêbike.
Nivîskarên Rewanbêj jî êdî dikarin nivîsên xwe ji bo vê navnîşanê birê bikin.

nivî[email protected]

 

 

Rêvebirî û Editorên Rewanbêj

dîtin: 532

Pêveker:

rewanbêj nivîsên nivîskarên xwe dike pirtûk