• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rewşa Amudê û Çend dazanîn

Rewşa Amudê û Çend dazanîn


barkirin: Pûşper 2, 2013, 7:50


Dîsa çend gotin li ser Amûda birîndar
Ji kuştinê re, na -Ji girtina siyasî re, na -Ji zorê re, na
û ji bikaranîna çekan li hember hev re, na.
Pêşgotina nivîseke dirêj:
Di roja yekem de, ji kuştina ku li Amûdê çêbû, min xwest ez xemgînî, dilşikestin û dengê êşa xwe bi çend gotinên nerm bînim zimên, dilovaniyê ji şehîdan re bixwazim û sebrê ji dayik û bavên wan re. Di wan çend gotinan de, min nexwestibû ne kuştinê rewa bibînim, ne jî wisa li hember vê tirajediya ku ez veciniqandim qet tiştekî bibêjim. Bi awayekî ew çend gotinên min hatin xwendin, ku dûrî armanca xwe çûn. Ez bi xwe dijî kuştina mêşekê me li Amûdê, îca çawa ku kuştî mirov bin. Ev kuştin cihê şermezarî û redkirinê ye bê guman. Ji wê rojê ve û şîroveyên ku ji bo min jî hinekî balkêş hatin derketin holê. Ez li benda sarbûna xwînê û fêmkirina rewşê bûm, ev gengeşî û nirxandinên ku hem ji bo min nûbûn û hem jî balkêş bûn hatin pêşiya min. Ya ji hemuyan balkêştir pêşniyara şewitandina pirtûkên min bûn û pê ve girêdayî termên mîna (rewşenbîrên pyd yan bi ser pyd ve – newêre deng ji xwe bîne – tebrîra kuştinê dike..dijûn, sixêf û peyvên bêexlaq, ez behsa wan nakim). Berî ez hinekî berfireh bi çavên xwe bûyerên Amûdê bixwînim, ez neçarim çend xalên girêdayî aliyî takekesane-şexsî zelal bikim.
Zelalkirinek:
Di zarotiya xwe de, berî ez bîr bibim, di bin bandora birayekî xwe de, ez bûm endamê partiyeke kurdî çep li Amûdê. Min dikir û nedikir ku kirasê partiyan li min bê, nedibû. Nû min bîr bir û mijûlbûna mina bi wêjeyê re çêbû û heta niha, min soz daye xwe ku ez herdem di nav xwe û partiyan de mesafetekê bihêlim û ezê nebim endamê ti partiyan. Ev biryar heta vê kêlîkê didome. Îca peyva rewşenbîrê pyd jî bawer dikim wê ji karê min ê di televizyonan de hatibe. Ligel ku, gava karê min ê di televizyonên mîna Medyatv, Mezopotamya tv de destpêkir pyd tunebû. Hêviya min ew e ku ev bûyer xelkên me neke du aliyên hember hev, xelkên pyd û xelkên dijî pyd- rewşenbîrên pyd û rewşenbîrên dijî pyd û herwisa.
Ji bo min, ji bilî hin taybetiyên xwe yên mîna aliyê çekdarî, pyd mîna her partiyeke kurdên rojava ye. Dibe ku tiştin rast bike, wisa jî dibe ku tiştin şaş bike û ti partî, yan hêz nikare herdem siyaseteke rast û kirinên dirust bike. Dema mesele wisa be, mirov dê çima newêribe rexneyan bike ez nizanim. Kurt-kurmancî dixwazim ji xwediyê vê dîtinê re bibêjim, tiştekî ku jê bitirsim tuneye. Lê, du xalên din hene, yek jê ku carinan bûyerin wisa dibin merivan lal dihêlin û mirov bêdengiyê hildibijêre, ne ji tirsan re, ne ji ber mirov xwe firotiye , lê ew jî helwesteke. Wekî mînak, ji bo kuştina pênc hezar kurd di rojekê de li Helebçe heta niha min tiştek negotiye. Ez ji çi newêrim gelo, yan kê pere dane min, da ku min bê deng bikin?. Nexasim ji bo hin nivîskarên mîna min ku siyaseta rojane ji karê xwe nabînin. Bê guman erkê mirov yê exlaqî li hember her bûyerê girêdayê milet û xelkên mirov heye, lê carinan jî mirov dikare bêdengiyê tercîh bike û ev nayê wê wateyê ku mirov ne bi miletê xwe re ye, yan jî li erkên xwe yên berpirsiyariyê xwedî dernakeve. Ez ne ku bêdengiyê diparêzim, rêza min ji dîtin û nirxandinên siyasî yên rojane yên hinek kesan heye. Lê ew şêweyê têkiliya wan bi siyasetê re ye û ev jî şêweyê têkiliya mine ya bi siyasetê re. Ez ne mecbûrim bi her kuştinê re biqîrim, yan jî tiştekî bibêjim. Li hember kirinên xerab yên partiyên kurdan, li başûr û bakur jî her wisa bûm. Carinan ew qêrîn dibe nivîs, carinan dibe axavtin û carinan jî dibe xemgîniyeke bêdeng. Bi her hal, ez ne di wê baweriyê de me ku nivîskarên civakeke ku naxwîne, karin bandoreke mezin li wê civakê û li rêxistinên wê yên siyasî bikin.
Mijara bûyerên Amûdê:
Destpêkê mesela rewadîtina kuştinê û bûyerên Amûdê.
Di nerîna min de, di çarçova dijberiya siyasî de, mirov dikare li Amûdê behsa du aliyan bike. Aliyek jê pyd û hêzên bi ser ve û li kêleka wê çend partî û rêxistinên din.
Li aliyê din jî hevrêz û alîgirên encûmena niştimanî ya sûrî û bi wan re partiyên yekîtiya siyasî, ku xortan derdixînin kolanên Amûdê û siloganên mîna (Amûda hurra hurra, şebîha title berra- û Ellah miheyî elceyşelhur, hamîha heramîha û Ellahûekber…) davêjin.
Ev demeke dirêje ku xirecirên di navbera aliyê pyd û asayişan û aliyê din de heye. Ev bûyera ku qewimî jî encama wê yekê ye. Eger em şêwe û sedem û awayê qewimîna bûyerê ku ji hevdu cihêne deynin aliyekî û behsa encamê bikin, dîtineke wisa tê holê.
Asayiş ji bo parastina her kesî ne û ne ji bo kuştina wan in. Dema kuştin çêbibe jî, nabe ku bersiva kuştinê bi kuştinê bê dan. Bi ti awayî kuştin nayê qebûlkirin. Bersiva rast, li gor dîtina min, ew bû ku bajar bihata dorpêçkirin û ew kes tev li çekên xwe, eger bi çek bin, bihatana girtin û dû re jî dadkirin. Wisa xuyaye ku bi kêmanî kesek du kesên ku têkiliya wan rasterast bi vê meselê re nîne hatine kuştin. Li vê derê şaşitiyeke mezin hatiye kirin, ku wekî tawan/cerîmeyekê encam daye. Ji pyd tê xwestin ku di leztirîn dem de lêkolîneke berfireh di vê meselê de pêk bîne û berpirsiyarên pêkanîna vê tawanê destnîşan bike û hewil bide di riya komîteyeke taybet de hemû aliyên vê bûyerê ronî bike. Eger vê neke, komîteyeke wisa dikare ji aliyên ku di bûyerê de ne beşdarbûn çêbibe û dest bi lêkolîneke cidî û berfireh bike. Di encamê de sûcdar, wisa jî kesên bêguneh bêne destnîşankirin.
Wisa jî formeke ji bo wê yekê bê dîtin, da ku li malbatên hemû şehîd û qurbaniyên vê bûyerê xwedî bê derketin. Lêborîn ji kesên bêguneh bê xwestin û kesên sûcdar bêne cezakirin. Lêborîna ji malbatên qurbaniyên bêguneh ne kêmanî ye, belkî bêtir hêz e, wê Pyd bihêztir bike. Ev kar jî divê, rasterast bi çareserkirina meseleya girtiyên siyasî û yên partiyên din bê destpêkirin û ev dosyeya girtinên siyasî bi temamî bê girtin. piştî girtina dosyeya girtinên siyasî û lihevkirina li ser hêzeke leşkerî û hevbeş pêk bê. Ji bo karekî bi vî rengî here serî, hem beşdariya rêxistin û partiyên din pêwîste, hem jî rihsipî, aqilmend û kesên serbixwe û xêrxwaz dikarin rolekê bilîzin.
Her kes êdî dizane ku ne pyd ne jî ti partî û rêxistineke din bi hêza çekên xwe nikare desthilatdariyê li bajarekî an li herêmekê bike, bêyî ku xelk bi bîrûbaweriya xwe û bi qenaet li pişt wê hêzê bisekinin. Baweriya min jî ew e, ku pêdiviya pyd bi bikaranîna zorê tuneye, madem bingeheke wê ya civakî û gelêrî heye. Ji ber vê, ne kuştin, ne girtin, ne jî zor dikarin bibin çare, ji ber ku ew bi serê xwe çavkaniya hemû têkçûnane. Çiqasî pyd dûrî van diyardeyan here, wê ewqasî dûrî têkçûnê jî biçe.
Bêtir ji Pyd tê xwestin ku li şûna tundûtûjiyê guftûgo, diyalog û danûstendinê bi cih bike. Dema hêz û tunekirinê derbas bûye û nema tê pejirandin. Bi ti awayî nabe hêzên ku ji bo parastina gel hatine damezrandin, êrîşan bibin ser baregehên komele, partî û dezgehên din û endamên partiyên din bêne girtin. Ji bo peydakirina hewayeke nû û sivikkirina kîn û dijwariya li hember hev, divê hemû serbest bêne berdan.
Em bên ser aliyê din. Di baweriya min de, wekî ku ji pyd tê xwestin ku bi berpirsiyarî tevbigere, wilo ji van rêxistin û girûpên din jî tê xwestin ku dev ji amadekirina zemîna xwînrijandinê berdin, çend mînak:
-Aliyê din, eger em beşê xwepêşandêrên sivîl bidin aliyekî, ku bi ti awayî, nabe ku bêne astengkirin, beşekî din heye ku hêzên siyasî yên mîna encûmena niştimanî ya sûrî, yan jî hin partiyên yekîtiya siyasî piştgiriya wan dikin. Ji beşê duyem, evên ku pyd wekî faşist û şebîha bi nav dikin, ew doza kuştina wan û jiholêrakirina wan dikin. Di heman demê de tên doza biratiyê û demokratîbûnê, hevpeymaniyê û elektirîkê lê dikin. Yê faşîst û şebîh mirov li dijî wî şer dike, wî ji holê radike, ne ku mirov dixwaze pêre bibe şirîkê desthilatdariyê. Yan vê bêjin, yan jî wê.
-Hêzên ku li paş van kesên ku derdikevin kolanên Amûdê û siloganên (Amûda hurra hurra şebîha tileh berra davêjin û doza derbasbûna artêşa azad dikin, di baweriya min de, şirîkên van tawanan in û beşdariya wan di alozkirina rewşê û derketina pevçûnan de heye.
Hêviya min ew e ku Amûdê careke din neêşînin. Vê carê jî karibin birînên wê bipêçin. Careke din niqutek be jî ji xwîna mirovekî li kolanên wê nerije. Li şûna pevçûn û dijminayiyê, dengê aqil û lihevguhdarîkirinê bilind bibe. Rêyekê bibînin ku li hev rûnin. Ji hev nêzîk bibin. Destên xwe bidin hev û bi hev re hêsirên çavên Amûda çavreş paqij bikin û Azadiya li ber derî nekin qurbana qirêja destên xwe.
Di nav min û Arasê Bublanî, xwediyê pêşniyara şewitandina pirtûkên min, de
Gotina dawî dixwazim ji bo rêzdar Arasê Bublanî bibêjim; heta niha baweriya te bi wê yekê tê ku (rewşenbîrek) yan nivîskarekî nêzîkê pyd wê karibe bandorê lê bike. Kekê Aras, kanî mînakekê tenê ji dîroka hemû partiyên kurdan ji min re bibêje, bê rojekê li rewşenbîrekî yan li nivîskarekî guhdarî kirine, hetanî ku pyd vê yekê bike. Partiyên me yên siyasî, di her tiştî de dijî hevin, tenê di paşguhkirin û guhnedana (rewşenbîr) û nivîskaran de wekî hevin. Zihniyeta siyasî ya kurdî ji (rewşenbîr) û rewşenbîriyê nefret dike. Her partî-bê istisna-dixwaze (rewşenbîr) li cem bin, ne ji bo li wan guhdarî bike, lê ji bo xweşikkirina dekorê mala xwe. Ev jî kutûreke siyasî ya kurdane. Bi ya min ji bo kurdan bikaranîna peyva nivîskar bêhtir di cih de ye. Rewşenbîr di nav me de hene, yan tune ne, ew jî nîqaşeke dine.

dîtin: 436

Pêveker:

rewşa amudê û Çend dazanîn