• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rewşa BDP Partiya Aşîtî û Demokrasiyê

Rewşa BDP Partiya Aşîtî û Demokrasiyê


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Hêzîran 12, 2014, 8:41


Di destpêka vê nivîsa xwe de ez wan kurdên rêber, rêvebir, tekoşer, ked kar û fedakerên dirist, bi şerf û bi rumet ji van rexneyên ku ez li jêr bênim ziman cuda dikim û ez rêzdar û hûrmetkarê keda wa me. Kurd di hilbijartine 30 ê adar ê de bi ser neketin. Vêya jî morêleke pirr xerab bi ser kurdan de anî. Her çiqasî şaredarên xwe zêdekiribin jî lê wekî ku di xwestin deng bi dest nexistin.Waxta ku em li sebebên wêya bi gerin, sebebê wê pirr in. Di serî de ne xebitîn, namzêt ne li gorî xwesteka gel û civakê bûn û ya herî girîng jî, hin parlementêr û rêvebirên BDP ê bi ser ê xwe hereket kirin, nêrîn û xwestekên wan kesên ku bi sala ne di nava xebatê û tekoşîne de bûn û bedelên herî giran dane gohdarî nekirin û qadr û qîmet nedane wan. Ji ber van sedeman ew kesan mecbûr man li malên xwe runiştin. Em dikarin bibejin diviyabû wan kesan xwe nedabane aliyekî û dîse jî bi xebitî bana lê wexta tu wan kesên ku heya wekî îro tu ked û xebata wan ji bonî gel ê kurd çênebûye û hin kesên ku destê wan ketiye xwîna kurdan de jibonî meclisa bajarê mezin û şaredariyan hilbijêrê û bike namzêt tu kes ji wan kesan re na xebitê. Bila şaş neyê fam kirin ew kesên ku bi salan xebitîne û bedel dane ji bonî xwe tiştek nedixwestin, tenê digotin hûn şaşiyan dikin, bi vê rewşê hûn bi ser nakevin. Wekî ku zanîst û sosyolog jî dibejin siyasete ke ku ji civaka xwe dûr bê, ne mûmkûne ew siyaseta bi ser bikevê. Navçên wekî Serêkaniyê û Misircê (Kurtalan) bi salane şaredariya wan di destê kurdan de be û tu rabê wan şaredariyan wûnda bike, bajarên wekî Diyarbekir, Şirnex, Wan û Çolemêrgê dengê te zêde nebin, kêm bibin, divê yek li ser vêya baş bi fikirê û ji xwe re bibejê gelo çima? Em pirr ê caran ji muxalif û dagirkerên xwe re dibejin hûn nema dikarin kurdan bi xapênin, yek dikarê van gotine jibonî serok, rêber û rêvebirên kurdan re jî bibejê. Carne din jî min ev gotina reberê gel ê kurd anîbû ziman, Reberê gel ê kurd bi rêz APO wuha gotiye, “sazî û rêxistinen ku xwe bi pêş nexê, ew sazî û rêxistin kurtîl xwe re”. Kurdên li rojavayê tirkî û metrepolan dijîn her çiqasî ne çalak bin jî, tiştekî ku em ji bonî wan bêjin tuneye, çimkî tu şaredarî û rêxistin di destê wan de tunene lê li kurdîstanê nêzî sed şaredarî di destê kurdan de ne, tu bikê ne kê dirav (pere) û rant di wan sazî û şaredariyan de di zîvire, hin kurdên ku li berjewendiyê xwe di gerin û hin kurdên kurtîl xwer, xwe wekî welat parêzan nîşandidin û xwe têxin nava wan saziyên kurdan de, di vê revebirên kurdan hey ji vêya hebin û rê nedin wan kesên xwîn mij û sextekar. Şaredarên ku nu hatine hilbijartin jî, wekî wan şaredarên berya vê hilbijartinê, şaredariyê wekî mal ê xwe û mal ê malbata xwe nebînin, şaredari yan têxin xizmeta gel ê xwe de.

Ew kesên ku bi salan xebitîne û di nava tekoşînê de ne, dilman û xeyda xwe deynin aliyekî, dîse dest bi xebata xwe bikin û keda xwe yî ya bi salan bi av ê de bernedin, çimkî waxta vê rewşa xwe berdewam bikin we meydan ji nebaş û kurtîl xwe ra re bimênê. Hîn di hilbijartina ku kurd ji SHP ê veqetiyan, bi partiya HEP ê çûne hilbijartinê û nêzî sîh û şeş şaredarî bi dest xistin, min bi xwe li Enqerê ji revebirên kurdan re got û heya wekî îro jî ez ji wan re dibejim, bi hezaran cuwanên kurd yên xwendevan, xwe naskirî û xwedî kesayek çêbûne, her şaredariyek ê deh pazdeh ji wan cuwanan bi şaradariya xwe ve girêbidin, hem ji alîyê aborî yê ve hûn ê wan li ser piyan bigrin û hem jî di nava siyasetê de wê ew cuwan bi pijin ku di pêşerojê de valabûn nekevê siyaseta kurdan de. Lê wisa hate xuyankirin û famkirin ku ev tiştan li hesabê hin rêvebirên me kurdan nedihat, waxta ku wisa kiribane cîh ji wan rêvebiran re nedima û nikarîbûn axatiya xwe berdewam bikin. Ev bi salane ku hin rêvebirên kurdan parlementêriyê dikin û hîn jî dibejin bila ezbim. Hewqasî gel ê kurd ji wan re got êdî bese rê bidin cuwanan. Wan rêvebiran meyzandin ku nema dikarin ji bin xwesteka gel derkevin dev ji parlementêriyê bardan û bûne şaredar. Pêşgotineke me kurdan heye dibejin ” waxta tu ji hespê peyabê li ker ê suwarbê aybe”Dîse jî rêz a me ji keda wan kesan re heye, baş xerab tekoşînek meşandin û kêm zêde bedel jî dan lê waxta ku waxta tiştan hat divê yek pervira xwe bênê cîh. Ez di wê qaneatê deme waxta ku wan kesên ku ez bahsa wan dikim ji xwe re gotibane heya bi vira bese û çûbane mala xwe runiştibane, wekî şêwirmenden pervira xwe pêk anîbane wê hîn bêhtir qadir û qîmetê wan di nava gêl ê kurd de çêbibû ya. Me peyva şêwirmedî yê bi kar anî, şêwirmendê parlementêrê me hatin bîra min, hevalekî min hebû digot ku ez bane mîn ê wezareta dadê ji nava wezîrên tirkan derxistane, tu dad (adalet) li tirkîyê tuneye ku pêdewî bi wezîrê dadê hebê. Rewşa şêwirmendê parlementêrê kurdan jî wisa ye. Ez pirr caran çûme Enqerê, jiber ku parlementêr ê kurdan peve li welêt bûn, şêwirmendê parlementêr ê me li wan qafên taxê Enqerê dicivin û zêdeyî ku quretiyan bikin pêve bi kêrî tiştekîdin nayên, çi şêwirmend û çi hal, heya wan ji bayê felekê tuneye. Hûn dikarin bibejin, peve tu van rexneyan dike, ma qet tiştekî kurdan yên baş tuneye? Ma çawa tuneye, ev sîh çel salin tekoşîna ku kurdan daye meşandin, mînak a wêya li dinya yê tuneye, kesên ku di vê tekoşînê de ked a wan heye û şehîd bûne, em ji wan re rêz digrin, bejna xwe li ber wan di tewînin û heya ku em kurd hene em ê deyndarê wan bin. Tiştên baş ji xwe başin, armanc û ya herî girîng ew e ku em şaşî û nebaşî yê xwe daxînîn asta herî jêr û em jibonî vêya têbikoşin.

Kesên ku vê nivîsa min bixwînin, bila ji vêya bahwerbin, ez ne aşiq û evîndarê van rexne ya me ku ez tênim ziman, ez bi xwe jî pirr pê têşim û aciz dibim ku ez van rexneyan di nivîsim lê mixabin, ez mecbûrim fikr û ramanên gel û civakê deynim pêşberî rêvebir û xebatkarên kurdan. Her çiqasî di vê nivîsê de nêrînên min jî hebin lê pirraniya wan rexnan, rexnê gel û civakê ne, çimkî bi rojan ez li nava gel geriyam û min pirs ji wan kirin, rexneyên herî girîng min hilbijartin û li jor anîn e ziman. Divê ku min meramên xwe baş nanîbin ziman, em çibikin hewqas ji me tê. Em ê nivîsa xwe bi pêşgotineke me kurdan bi dawî bikin. “Gundê bê rez, şivanê bê pez û kesên peve dibêjê ez û ez, tu hêviyan ji wan neke”.

 

 

dîtin: 363

Pêveker:

rewşa bdp partiya aşîtî û demokrasiyê