• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rewşa Kobanê û çend sernûçe

Rewşa Kobanê û çend sernûçe


barkirin: Êlûn 20, 2014, 12:32


Rewşa Kobanê ji aliyê dijminan ve bi taybet welatekî wekî Tirkî ku DAÎŞ wekî cewrikê xwe rêdike ser Kurdan de nûçeyên derew û propaxandayên çirûk têne belavkirin. Ji aliyê dîtir ve çavê gelê Kurd li yekgirtin û piştevaniya hêzên Kurd û artêşên Kurda ye.
Bi şerê Kobanê û êrîşê çeteyên hov ve carekî dîtir dewleta Tirk merema xwe aşkere kir û dijmintiya xwe bi piştevanî û piştmizdana daîş ve selimand.
Çend nûçeyên dawî yên Kobanê jî wehane;

Şer û berxwedan bi hemî berfirehiya xwe ve berdewame. Li aliyê rojavayê Kobanê 30 çete dîl hatine girtin. Aşkere bû ku ji vana 2 kes jê nijadperestên Tirkin û ji Trabzonê ne. Wekî tê zanîn di kuştina Kurd û ermeniyan de li Tirkiyê herî zêde Laz têne bikaranîn. Di mijara daîş de jî ev kesena têne bikaranîn.
Li aliyekî dîtir yê Kobanê jî kerkereyekî mezin yê DAÎŞ Hamîdî Ebu Muawiye hatiye kuştin. Li gorî agahî û çavkaniyên ewle hatiye gotin ku nêzîkî 2 hezar sîxur û tîmên Tirkan di nava daîş dene.
Bûyera herî balkêş jî ewe ku ji ber parestina gel û astengkirina komkujiyan ji aliyê YPG ve 100 gundên Kobanê û derûdoran hatine valakirin da ku di hola şer de gel nebe armanca komkujiyên hovan.

YPG li aliyê Til Hamis 18 çete kuştin. Dîsan li aliyê dîtir YPG li Kuneftardê gundê Kobanê 45 çete xistin kemînê û kuştin.
Wekî dîtir hêzeka gerîlla jî xwe gihandine Kobanê.
Li gel giraniya çeteyan ku danîna ser Kobanê hêzên Kurd yên çekdar jî piraniya hêza xwe dane Kobanê. Ji Qamişlo û Efrînê jî 1500 çekdarên Kurd diçin Kobanê.

 

Ahmet Barackilic
Rewanbêj

dîtin: 578

Pêveker:

rewşa kobanê û çend sernûçe