• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rewşa Mehmedê 10 salî ber bi başiyê diçe

Rewşa Mehmedê 10 salî ber bi başiyê diçe


barkirin: Adar 27, 2014, 2:42


Rewşa zarokê 10 salî yê Mehmed Ezer ku berî du rojan li Farqînê ji ber fîşeka gaza polîsan bi giran birîndar bûbû, ber bi başiyê ve diçe.

Li Navçeya Amedê Farqînê polîsên tirkan bi fîşekên gazê êrîşî mitînga BDP’ê kiribûn û di encam de zarokê 10 salî yê bi navê Mehmed Ezer ji serê xwe bi giranî birîndar bûbû. Mehmed Ezer ev du roj in li nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê di bin pişkinînê de bû. Hate gotin ku rewşa wî ber bi başiyê  ve diçe. Bavê Mehmedê 10 salî Nazim Ezer diyar kir ku hişê kurê wî hatiye serê wî û bi wan re axiviye û her weha dikare rabe ser xwe.

Polîsên dewleta Tirk ku weke kujer û îşkencekarê zarokan têne naskirin, heta niha bi dehan zarok kuştine û birîndar kirinr.

dîtin: 406

Pêveker:

rewşa mehmedê 10 salî ber bi başiyê diçe