• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
RNB; Li Sûr ê milkê xelkê bi zorê tête desteserkirin

RNB; Li Sûr ê milkê xelkê bi zorê tête desteserkirin


barkirin: Pûşper 2, 2017, 11:54


Rêxistina Navnetewî ya Bexşînê raportek di derbarê Sûr a Amedê de belav kir. Di raportê de bal kişande ser wê yekê ku Dewlet bi zorê dest di deynê ser milkê niştecîyên deverê.
Hate diyarkirin ku li Sûrê da ku xelkê deverê malên xwe berdin elektrika wan hatiye birîn. Berdevkê Rêxistina Navnetewî ya Bexşînê bisporê Tirkîyê Andrew Gardner diyar kir ku metirsiya wê yekê heye malê kesên deverê jidest wan biçe û dewlet dest deynê ser. Gardner ji ajansa nûçeya ya Elman dpa yê re ragihand ku desteserkirina malên xelkê û mişextîkirina wan rastarast binpêkirina mafê mirovane.

Gardner diyar kir ku kesên deverê di derbarê mafên xwe yên yasayî de jî bi têrayî ne xwedî zanyarî ne û nikarin beramber xanî û milkê xwe tiştekî bixwazin.

Di raportê de wekî dîtir zanyarîyên encama zilm û kiryarên dewleta tirk jî hatine belavkirin.

Li gorî raportê; Bi sedan kesên bêçek hatine kuştin, nehiki 2 hezar xanî hatine xirabkirin, 24 Hezar kes neçar mane xaniyên xwe berdin û mişextî bibin.

Di raportê de tê diyarkirin ku sedî 95 kesên deverê dixwazin vegerin Sûr ê.
 

dîtin: 89

Pêveker:

raport rnb gardner andrew