• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Xebatên Boston Dynamicsê


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Gelarêzan 18, 2017, 1:28


Robota dişibe mirov, roboteke ewqas baş û jêhatiye ku meriv jê ditirse. Robota mirovokî êdî dikare teqleyên paşpêkî jî biavêje.

Xebatkarên Boston Dynamicsê ku berê beşek ji robotên Googleyê bû, xebatên xwe berdewam dikin. Xebatkarên Boston Dynamicsê li ser robota mirovokî ya bi navê Atlasê çend veguherînin bibandor pêk anîne. Atlasa mirovokî destpê karekî nû kiriye, karê nû jî avêtina teqleyên paşpêkî ye.

Googleyê, beşa robotên bi navê Boston Dynamics di destpêka vê 2017an de firotibû Softbankê, lê xebatên di wê beşê de bêrawestan berdewam in. Xebatên li ser Atlasa mirovokî encameke girîng diyar kiriye, lewre Atlas dikare teqleyên paşpêkî biavêje.

Xebatên Boston Dynamicsê ne tenê li ser Atlasê berdewam dikin. Di destpêka vê hefteyê de danasîna versiyona nû ya SpotMiniyê jî pêk hatibû. Robota SpotMini bi dirûvê xwe dişibe kûçikê.

Çavkanî: Business Insider

dîtin: 345

Pêveker:

zanist xebat google boston dynamics