• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rojava: Yekemîn peymangeha Zanistî hat vekirin

Rojava: Yekemîn peymangeha Zanistî hat vekirin


barkirin: Nîsan 12, 2015, 8:50


Li bajarê Dêrîkê ya ser bi kantona Cezîrê,  yekemîn Peymangeha Zanist û Perwerdeyê ji aliyê Desteya Perwerdehiyê û Hîndekariyê ya Kantona Cizîrê ve hate vekirin.

Bi armanca bilindkirina asta hîndekariya şagirt û mamosteyan li Kantona Cizîrê Desteya Perwerdehiyê û Hîndekariyê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP)  û Yekîtiya Mamosteyan bi merasîmekê yekemîn Peymangeha Zanist û Perwerdeyê li Kantona Cizîrê vekir.

Di merasîmê de Serokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Kantona Cizîrê Mihemed Salih axivî û vekirina peymangehê li hemû şagirt û mamosteyên Kantona Cizîrê pîroz kir.

Berpirsyarê peymangehê Hamid Derwîş diyar kir ku peymangeha zanista perwerdehiyê ya bajarê Dêrikê dê şagirt û mamosteyan 6 mehan bi zimanên “Kurdî, erebî, suryanî û îngilîzî” perwerde bike.
Her wiha dê waneyê dîroka herêmê, zanista hawîrdorê, kompyuter, çand û exleq, mûzîk, bîrkarî û perwerdekirina zarokan bide.

rojava peymangih rojava peymangih2 rojava peymangih3 rojava peymangih4

dîtin: 637

Pêveker:

rojava: yekemîn peymangeha zanistî hat vekirin