• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rojavayê Kurdistanê, Çekdarên PYD 3 Welatîyan Dikujin û 5 Kesan Birîndar Dikin

Rojavayê Kurdistanê, Çekdarên PYD 3 Welatîyan Dikujin û 5 Kesan Birîndar Dikin


barkirin: Hêzîran 26, 2013, 1:48


Di helmeta êrişbirina çekdarên partîya Yekîîtya Demokratîk (PYD) de bo ser gundê ´´Tel Xezal´´ a li Rojavayê Kurdistanê, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 3 kes kuştin û 5 kesên din jî birîndar kirin. Bûyera êrişbirina bo ser gundê ´´Tel Xezal´´ piştî ewê çendê hate pêş, ku çekdarên PYD nimayişeke serbazî li ewî gundî encam didan û xelkê jî red dikir û li hember nerazî bûn. Weke hindek jêder jî dibêjin her ji ber ewê hokarê bû ku Muhemed Hebo û kurê wî û Mehmûd Îbrahîm hatin kuştin û Rênas Şahîn û Mehmûd Omer û 3 kesên din jî birîndar bûn. Li gor zanyarîyan piştî bûyerê, xelklê gund, kesên birîndar berev nexweşxaneyê birine.
Ji alîyê xwe ve çekdrên PYD yê naskirî bi YPG ragihandine, ku ew li nawçeyê di erkekê de bûne bo dest bi ser de girtina giyayê heşîş ku ew yek jî piştî gihîjtina zanyarîyan bi wan ku goya li gundê ´´Tel Xezal´´ bazirganîya Heşîş heye û wan xwastine bazirganên wê desteser bikin, lê piştî ku wan xwe bi dest ve nedane, çekdarên wan teqe li wan kirine û bersiva wan dane. YPG neragihandiye, ku aya kesên beramber ku hatin ekuştin, wan jî teqe li çekdarên wan kirine yan jî na.
Li hember evê bûyerê, di beyannameyekê de bo raya giştî, Encûmena Niştîmanîya Kurdên Surîyeyê ev bûyer şermezar kir û ragihand:´´ ji raya giştî re dibêjîn ku ew kirdare dirindane ye, napersane ye û neqanûnî ye, ku hereşe(gef) li aştî û asayişa hevwelatîyan dike, xizmet bi doza gelê Kurd nake, rewşê berev asoyeke natendirust ve dibe û her ji ber ewê çendê em evê kirdara terorîstî û napersane bi tundî şermezar dikeyn ku bûye egerê standina giyan ji bêtawanan. Ewe jî di demekê de ye ku gelê me ji hemû demê zêdetir pêywîstî bi yekrêzîyê heye.´´ Ji alîyekê din ve hêşta xwepêşandan û nerazîyên li bajarê Amuda û bajar û bajarokên dinên Rojavayê Kurdistanê berdewamin, ku mebest ji wan daxwaza azadkirina xort û lawên çalakvane ku ji alîyê çekdarên PYD ve çend rojek berî niha hatine girtin û tohmeta bazirganîkirina bi ´´Heşîş´´ xistine ser milê wan.

PNA

dîtin: 293

Pêveker:

rojavayê kurdistanê Çekdarên pyd 3 welatîyan dikujin û 5 kesan birîndar dikin