• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rojek dîrokî, du navên efsaneyî

Rojek dîrokî, du navên efsaneyî


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Sermawêz 18, 2014, 2:23


Rojek dîrokî, du navê efsaneyî

17ê Kanûna sala 1945

Wê rojê li Mehabadê pêngaveke nû hate avêtin. Pêngava ku xêza îptalê bi ser sîstema desthilatdar a padişahî dikişand û bû destpêka şoreşeke nû li Îran û Kurdistanê. Rewşenbîr û siyasetmedarên rojhilatê Kurdistanê bi cesareteke mezin li bajarê Mehabadê ala Kurdistanê hildan. Ew çalakî jî dihate wê wateyê ku Kurd netewe û xwedî nasnameya xwe a netewî ne. Ne Îranî û ne jî neteweperestin, lê dikarin xwedî mafên xwe yên meşrûi û rewa bin. Ji ber wê jî bi wêrekî berî herkesî serkêşên şoreşê ketin pêşiya feqîr û hejarên civakê û ala Kurdistanê li ser bînaya edliyê a bajarê Mehabadê bilind kirin.

 

17ê Kanûna sala 1945an di dîroka Kurdan da rojeke girîng e. Di rojeke wiha da li bajarê Mehabadê komeke ciwan û nîştimanperwerên Kurd(ku piraniya wan endamên komeley J.Kê bûn), ala Kurdistanê li ser binaya dadgeha bajarê Mehabadê bilind kirin. Xweşiya wê rojê nayê wesif kirin. Di wê rojê da hinek kes bi dîtina ala sêreng a Kurdistanê ji xwe çûn û haya wan ji dinê nema. Hinekan jî hêsirên keyfxweşiya barandin û silava rêzgirtinê dan ala welatê xwe. Aştîxwaziya netewa Kurd, dewlemendî û bedewiya xaka Kurdistanê, şervanî, mêrxasî û niştimanperweriya Kurdan di nîşan û rengên ala wan de dihatin dîtin.

Li pey têkçûna komarê, di dadgeha leşkerî da Îranîyan Pêşewa Qazî ji ber van sedeman bi îdamê mehkûmkirin: Îlankirina komara Kurdistan, bilindkirina ala Kurdistanê, derxistina artêşa Îranê ji Kurdistanê û şerê bi wan re û bi dehan karên din.

 

  1. Eyşe Şan, Jinek bi tena serê xwe

Kes nikare stranê bikuje. Bi taybetî jî ku stran bi dengekî xweş bê gotin, zû sinora derbas dike. Stran dengeke ku ebedî ye. Tank û top li hemberî stranê bêçare dimînin.

 

Jinek bi tena serê xwe, dema dibîne ku dengbêjek strana “lêlê Bêmal”, strana ku li ser navê bavê wê di nava gel da belav bûye, distire, hisên wê birîndar û dixwaze rêya bavê xwe bigehîne cihên dûrtir ji Amedê. Wê wiha kir û bi deng û hunera xwe bû mêvana hemû Kurdistanê.

Ew di bêdengiyeke mîna bêdengiya li goristanê, rabû. Xwe ji çardîwarên malê rizgar dike û li dijî adet û kevneşopiyên çewt ên civakê dest bi avêtina pêngaveke nû dike.

Xemgîniya di deng û stranên wê yên folklorî û siyasî da wekî heve. Di her du yan da jî derdekî giran ji awazên wê xuyaye. Bandora qedexebûnê teisîr li ser kovalîta kar û berhemên wê danîye, lê dîsa jî berhemên baş û ebedî afirandine.

Mixabin gelê Kurd qedir û qîmeta Eyşe Şanê biqasî ku pêwîst bû, nezanîn. Ger ew kete ser rêyekê ku çendîn sala ji civaka Kurda dûr û bi tenê ma, sûçdar ne ew bû, belkî sûçdarên mezin Kurd bixwe ne. Çimkî dema Eyşe Şanê dest bi stranbêjiyê kir, Kurda bîr û ramanên xwe yên Kurdîniyê wenda kiribûn. Hêdî-hêdî xwe ji bîr dikirin.

Dîrok nikare keda kesên weke Eyşana Elî ji bîr bike. Çimkî stranên wan melhema kewandina birînên Kurda ne. Em bi stranên wan re carna evîndar bûn, carna kenîn û pir caran em pêre girîn jî. Bi stranên wan şahî û xweşiyên me birêve çûn. Niha jî guhdarkirina wan deng û awazên germ me vedigerînin wan bîranînên salên berê. Bîranîn tal û şirîn, salên dûr û nêz bi dengê wan ji me re zindî dibin. Mala dê û bav, evîna bajar, kulan, tax û axa Kurdistanê careke din dikevin bîra me û tên ber çavên me.

Birastî jî parzonê Eyşe Şanê parzonê kul û derdane. Bilbila dûr ji welat, lê ji çanda Kurda re gencîneyek millî bi li pey xwe hêşt. Wê ew samanê netewî kir malê dîrok û arşîva hunera Kurdî.

Destpêka sedsala 20an tenê çend jinên stranbêj di nava Kurda hebûn: Dayikî Cemal, Meryem Xan, Elmas Xan û Nesrîn Şêrwan.

Eyşe Şanê dersa muzîkê nexweandiye, lê mîna keseke akademîsyen di karê xwe da hosta û soza di dengê wê da tameke taybetî dide hisên guhadaran. 18 sal li ser oxira wê ya dawiyê derbas bûn, lê ew bi dengê xwe yê şilk û nazik yê tim di nava me de bijî.

 

Mihemed Arifê Cizîrî: Dengê germ yê jiyanê, Mîrê Tembûrê

Di dîwana wî de kes nebû ku dengê wî bibihîse û neponije. Bi hunera xwe re semîmî û tenê ji dilê xwe, eşqa mirovahiyê û keyfxweşiya xelkê re distirî. Qîmeta mêvan û xwediyê dîwanê li ba wî pir bû û hez nedikir ku bo malê dinê bistre û dilê xelkê şa bike. Şîret li pey şîreta din di peyvên stranên wî de xelk hişyar dikir. Li ser exlaq û adetên civakê şehreza û li her derê dizanî ka heya kîjan sinorî dikare pêngavên xwe hilîne. Xweşxwan û dengxweş bû. Babê stranên dîwankî bû û di kilamên wî de ji mijarên dîrokî û civakî bigire heya mijarên exlaqî û şervanî em rastî tablûyekî bedew yê hunera Kurdî tên.

Ew di karê xwe di wisa hosta û şehrezaye ku dema li tembûra xwe dixe, wê wek çeka herî bihêz a cihanê dibîne.

Dengê germ, dengê çiyayên Botanê, dengê xweşî û nexweşî, dengê bîranên herî xweş yên jiyana wan kesan ku li cem wî bûne û pêre jiyan derbas kirine, dengê hunermendê navdar Mihemed Arifê Cizîrî ye. Ew aşiqê wê kurte demê bû ku bi heval û dostên xwe re di etmosfêrekî semîmî de derbas bike. Ji ber wê jî di hemû rûniştinên xwe de dema ku dengê tembûra wî tê, gelek caran wiha dibêje:” guhê xwe nedin malê dinê, malê dinê yê li dinê bimîne, nav, deng û huner jî yê tim bimînin…”

Dema ew Xezal-Xezalê distire, êşek di dengê wî de tê hiss kirin ku mirov di stranên wî yên din de kêmtir wê êş û elemê dibîne. Bawerim di wê stranê de peyvên xêzanî, cefa û xerîbî hene ku Mihemed Arifê Cizîrî di hemû jiyana xwe de hem gelekî xêzanî dît û hem jî li dûrî wê axê û bajarî dijiya ku li wira mezin bibû, têde fêrî awayê strangotinê bibû, di kûçe û kûlanên wê de avkêşî kiribû û ji bo doza xwe ya azadiyê ketibû zindanê jî. Belê li ba wî Cizîra Botan navekî pîroz bû.

28 sal derbas bûn û dengê wî hê jî di guhê me ye. Di karnameya pirbar a jiyana Mihemed Arifê Cizîrî de naveroka stranên wî baş nehatiye analîz kirin. Li vira tenê ez li nav, rol û cihê jinê di stranên wî de disekinim.

  1. Arifê nemir, di stranên xwe de ji evîna paqij pir hez dike û ji her tiştî re sinorekê dide xuya kirin. Herwiha di tevaya pêvajoyên jiyana zilamê Kurd de wefadariya jin û dayikên Kurd jî bi bîra me tîne. Jiyana bi evîn û daxwaza jiyanek rast û durist( heta bila bê malê dinê jî be ), daxwaza wî ye:

“Wilah gelî xelkîno par vî çaxî gewra min

Keça keçîn bû li mala xwe bû.”

“ Edûlê bûka salê gotî minê ne mal e, minê ne mêr e

û ez ê xwîşka heft bira, siwarên hespê nêr e

Dotmama dozde pismamê wekî şêr e / Li serê girê Qereçiyê disekinim…“

Di strana Lawkê Meidenî de jî piştî ku lawik pîr û kor dibe, Gulê dev ji evîna wî bernade û wefadariya xwe jê re dide xuya kirin:

“ Bi Şêxê Îslamê, Şêxê Bêsilhê / Ez bimirim Gulê gotî û ez ya erdî me…“

Herwiha vê rastiyê di strana Şêxê Canê jî tîne ziman ku evîndar ji bo evîna xwe dev ji her tiştî berdide û heta di warê bîr, raman an jî dîn û bîrdoziyê de jî evîn dibe rastiyek serdest.

Di gelek stranên M. Arifê Cizîrî de diyaloga di navbera du evîndar, du şervan an jî dayik û kur de tê dîtin. Mînak strana:“ Bişarê Çeto û E`merê Gozê”

Herwiha di stranên M. Arif Cizîrî de bihayek giran ji bo bedewî û delaliya keç û jinan re tê dîtin. Di vê navberê de bi taybet hurmetek bilind ji bo keçên Kurd tê dîtin û bihîstin. Di piraniya stranên wî de navê jinê tê dîtin û bihîstin. Yanî rastiyên civakî ku derheqa jin û keçan di nava Kurdan de mîna qanûnên bingehîn li ber çav tên girtin, ew bi kilamên xwe tîne ziman.

Bi her awayî di stranên M. Arifê hunermend de, çanda Kurdî ya rastîn di hemû warên jiyanê de tê dîtin.

Di jiyana hunermend M. A. Cizîrî de jî, jinê li ser his û ramanên wî gelek rolê xwe lîstiye. Di ciwaniya xwe de ew ciwanek pir jêhatî û xweşik bûye. Dema ji bo peydakirina nanê jiyana xwe yê rojane gund bi gund digeriya, dilê wî û gelek ji keçên ku ew didîtin, dikete hev û li ser gotina xêzana wî( Fatmayê ), yekemîn keça ku hisa evîna M. Arif livand, keçek bûye bi navê Gulê ji eşîreta Ertoşiyan û heta roja mirinê wêneyê Gulê pê re bû. Li ser xatira wê evîna paqij wî piştî zêdetir ji 20 salan ku li ser evîna wan derbas bibû, strana Gulê Mehrûmê xwend:

“ Gulê mehrûmê çiya bilindin lêlê, Hoy hoy hoy hoy hoy

Gulê berfê spî kir / Wilah malxirabê çawa qaz û qumriya lêlê, lêlê, lêlê…”

Mihemed Arifê Cizîrî bi deng û awazên xwe carna nifrîn, daxbarî û xemgîniya jina Kurd li dijî zordariya bav û mêran tîne ziman. Binêrin Mebrûm Xana Herkî çawa nifrîna li bavê xwe dike:

Keça Hisêyin Axa me, haware babo pêlê avê kaniya me

Ez rebena Xwedê fêrî belekê berfê me, fêrî dengê berxa me

….

Seroka heftê û pênc malên Herkiya me / Erê babo te çawa ez dame malê dinyayê

Kurê mîrê Ecemoka / Te çima ez nedame Elî Axayê Şikak…“.

Di strana Xirabo de( ku afrandkarê wê M. Arif bi xwe ye ), piraniya jinên Kurd mîna neynikekê rewşa xwe û zordarya zilamê Kurd ya li ser serê jina Kurd dibînin. Bêguman dibe ku dema hunermendê me di nava gund û herêmên cûr bi cûr ên Kurdistanê de geriyaye, ev stran ji zimanê jineke Kurd bihîstibe û piştre ew xem û xefetên giran kirine stran:

“ Bes e bes e bêtamo li vê dinyayê te ez helandim xirabo…, Yê xirab e lolo ji xwe xirab e

Bes e, bes e, bes e, bes e, hezar cara bo te dibêjim bes e bêbabo bes e…“

Navên mîna Besnayê, Gulê, Mebrûm Xan, Xezal, Binefiş, Helîma, Canê, Seyran, Eyşan, Beyazê, Xanê, Fatimê, Amînayê, Besnayê, Rehîma û hwd ku di nava Kurdan de navên rewacin, navê stranên Mihemed Arifê Cizîrî ne jî.

Ji 350( bi gotinek din 333) stranên hunermendê nemir M. A. Cizîrî, bi piranî tev di nava gel de belavin û gelek kes hene ku di arşîva xwe de hemû kasetên wî parastine. Wî bi hunermendên mîna Meryem Xan, Hesenê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Eyşe Şan, Elmas Xan, Gulbihar û Îsa Berwarî re stranên duqolî xwendine, an jî bi wan re rûniştiye û kasêt tejî kirine. Heya dawiya jiyana xwe hevaltiya wî bi piraniya helbestvan, nivîskar û hunermendên Kurd re hebûye. Di jiyana xwe de xwedî kesayetiyek giran bûye. Ti caran ji dijmin û dagirkerên Kurdistanê re stran negotine. Ji bona wê jî giranî û navê xwe di nava gelê Kurd de bi rindî û paqijî hiştiye.

Mihemed Arif Cizîrî xwendegehek e ji wan kesan re yên ku dixwazin zimanê xwe baş hîn bibin, an jî koka kilam û stranên bav û kalên xwe yên gelêrî û otantîk binasin. Sifetên: Mêranî, şerafet, jiyana bi rûmet, qîmet û nirxên mirovanetiyê, tev di deng û stranên Mihemed Arifê Cizîrî de tên bihîstin.

Niha jî dema du an jî çend kes li dora hev rûdinin û li ser feqîriyê û derdên nexweşiya jiyanê diaxivin, vê gotina Mihemed Arif bi bîra hev tînin ku di strana Xezal- Xezal de dibêje:

“ Xêzanî zehmete Xezal… hoy hoy cefayê…“.

dîtin: 800

Pêveker:

rojek dîrokî du navên efsaneyî