• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rojeke reş ji bo Tirkiyê | Deniz Yucel

Rojeke reş ji bo Tirkiyê | Deniz Yucel


barkirin: Gelarêzan 2, 2015, 10:22


Die Welt

Denîz Yucel

Ger bi awayekî demokratîk be, lazime serkeftina AKP’ê di hilbijartinan de li wan pîroz bikin. Lê Tirkiyê welatekî ewqas demokratîk nîne. Û ew yek tê wê wateyê ku Tirkiyê (bi vê serkeftinê) di paşerojê de rûyê aştî û lihevhatinê nabîne.

Ger Tirkiyê xwedî demokrasiyeke normal û hikûmeteke qanûndar ba, vê demê lazim bû weke mirovekî demokrat serkeftina partiya muhafezekar û îslamiya AKP’ê di hilbijartinê de pîroz bikin.

Lê em nikarin wî karî bikin, ji ber ku di demokrasiyeke normal de Serokkomar piyê xwe ji şiyan û erkên xwe dirêjtir nake.

Kesekî demokrat tevî ku encamên hilbijartinê li gor dilê wî nebin jî, zextê nake ku hilbijartin dubare bibe û beşeke zêde ya medyayan nedibûne emrazên yek bi yekên propagandeyên partiya hakim.

Ti serokwezîrek ji ber ku bixwîntirîn êrişa terorîstî di dîroka welatê wî de hejmara anketa partiya wî zêdetir kiribe, ewqas kifş û aşkera kêfxweş nadibû. Û ti rêberek, tenê ji bo çend ji sediya dengan, wisa li ser şikestina proseya aştiyê nedirûnişt ku bi hezar zor û zehmetiyan destpê bibû.

Opozosyona tîk bûyî

Tu serokkomarek civakê bi ”Em” û ”ew” û ”wan” û dabeş û heya sînorê helweşînê dabeş nake. Ti polîsek di dema êriş û wêrankariya bo ser bi sedan bûruyên nûnertiyên HDP’ê wisa dest li ser sîng li bûyeran nanêre. Û di roja hilbihartinê de ewqas behsa rê û dek û dolabên sextekariyê nedihatine kirin.

Di demokrasiyeke hinek normal de wisa beşeke mezin a dengderan (bi benda qanûnî ya ji sedî 10) nedihatine dûr xistin.

Tu kesekî/ê ew gotina pûç ku ”koktelek ji terorîstên” DAIŞ, PKK’ê û cimaeta Fethulah Gulen berpirsên êrişa Ankarayê ne, yan Saziya İstixbarata Almanyayê ye ku rê nîşanderiya PKK’ê dike, ji hikûmetê qebûl nedikir.

Opozosyon di ereşweke wiha de (weke êrişa Ankarayê) hevkarî dikir û weke nasiyonalîsên MHP’ê wiha hemû alî red nedikirin. Û Partiyeke weke HDP’ê çênedibû ku alîgirê partiyeke çekdar be.

Xweziya biba ku pîrozbahiya AKP’ê bikin, û mecbûr nebayin cardin Angela Merkelê ji bo hevkariyên hilbijartinê ji bo AKP’ê rexne bikin.

Lê lazime ji bo vê roja reş sersaxiyê ji beşeke Tirkiyê bixwazin ku bi awayekî ron û rast demekratin û demokrasiyê dixwazin. Ji ber ku bi serkeftina AKP’ê tu nîşan û hêviyek ji bo gihiştina Tirkiyê bo aştî, lihevkirin û azadiyê namîne.

 

Ji Elmanî: NNSROJ

Ji farsî: Rewanbêj

dîtin: 464

Pêveker:

rojeke reş ji bo tirkiyê deniz yucel