• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Romana Kobanî sînor qetandin

Romana Kobanî sînor qetandin


nivîskar: Dilnas Berazî
barkirin: Pûşper 10, 2017, 12:19


 

Romannivîsê kurd yê mezin,  Jan DOST,  di romana xwe ye nû ya bi navê kobanê wekî nonerê gelê xwe, wêjeya kurdî mîna ala netewî  hildaye ser milên xwe  û di nav konê edebîyata cîhanê de wekî dareke bilind ji dûûûr ve dîyar e. Mîna ku berxwedana kobanê sînor qetandin û bû dozeke navnetewî di nava berxwedanên cîhanê de û li herçar kenarên dinyayê deng veda û doza kurdî bi dehan sal bi pêş ve bir û ji çembera herêmî derxit, her weha nivîskar û romannivîsê kurd Jan DOST jî, romana kurdî ji qalikê kevin û teng derxist û romana kurdî  bi şêweyekî nû di ser sînoran re derbasî qada navnetewî kir.
-kobanî êdî bû mijara romaneke serkeftî mamoste...
-belê ez e romana kobanê binivisîn im...
Bi van çend gotên hindik me dawî li kurtenameyên xwe anîbûn, di dawîya wê şevê terî de ku tenê li kobanê deng û agirê devê loleyan qetranîa şevê diqetand û mîna çirûskekan lol dibûn. Êdî kobanî bibû komek ji agir. Ma jixwe ku tu nenivîsînî, wê kî kobanê binivîsîne! Gelo çend nivîskar û romannivîse me hene, wekî te  kobanê nas dikin? Ma her nivîskarek dikane barê kobanê hilgire û  romana kobanê binivîsîne !.. Kobanî keleheke bi heft derîyan ji hindir ve hatî kilîtkirin e, kobanî xezîneyeke veşartî ye di berqefên kaşê Miştenûr de, ew mîna Feratê bê binî ye sirf bi erdê ve dixuşê û kul û derdên xwe dike lêmişt. Kesê ku kobanê nenasê, wê bibe mîna ew kesê ku bi pertafê li ser lêmiştên kobanê li antîkan bigere.  Kobanî , birîneke bi derba xençerê ye, bi hevft kêlan hatîye dirûtin û hîn jan dide.
Jan DOST, tevî ku mijarên berhemên wî mjarên sereke ne, kesên navdar in û her yek ji wan bûyeran, li bajarekî kurdistanê hatîye pê, wekî KELA DİMDİMÊ, XÛNA Lİ SER MİNARÊ, MİJABAD, MÎRNAME  û hwd, ango; ew nivîskar û romannivîsekî kurdistanî ye, lê ew kurê kobanê ye, li kobanê bûye, jîya ye  û mezin bûye.  Tevî ku ew çend sal in dûrî kobanê ye, lê ew hemû raz û nazên kobanê, hemû hest û bestên kobanê, ew wêneyên kobanê ye ku di çavên xwe de veşartibûn, ji her kesî bêhtir nas dike û di va berhema xwe ye bi navê kobanê de rêdixe ber çavan. Çîrokên kobanê êdî bûne peyvên zindî. 
Erê... te soza xwe bi cih anî, te romana kobanê nivîsand.. min jî xwend. Jixwe dema ku min romana kobanê ji destê te wergirt min gote te :
-Mamoste, min hemû nivîsên te ye ku ketin ber destê min, min ew  xwendin, lê romana kobanê ez e bi baldarî bixûnim..
-belê, bixûne ...kêfxweş dibim... tu serbest î...
Min çend rûpelên pêşîn bi baldarî xwendin; ev hevoka xav e, ev peyva nêr e, ev tîpa zêde ye, çawa ku Lewend misînê avêyî kesk yê naylonî li ber destê bavê xwe danî û çû, ez jî, çûm. Ez çûm gihîştim babeta  61 an û bêhtirî 61 caran girîyam, tenê carekê kenîyam. Romana kobanê ez bûm, tu bûyî, ew bûn, em hemû bûn. Ez çûm bi Metîn re bûm şoreşger û dîsan vegerîyam kobanê, bi Lewend re bûm pêşmerge, bi Hemê re çûme Tûnis û Lîbya, bi Baran re di nava DAEŞ re derbasbûm, bi Xedîcê re wekî nivmiriyekî gîhabûm kolanên Ewropa û hişên xwe di nav deryayê de wendakiribûn, bi hacî Mislim re koçber bûm û bi Eyşê re vegerîyam nav bajarê wêran ku êdî pisik  têde ji morvan natirsîyan, wan hîngî laşê mirîyan xaribûn wekî pilingan raserî mirovan radibûn û çav li mirovan zer dikirin. Jixwe romana serkeftî ev e;  dema ku mirov dixûne xwe têde dibîne û dibêje: ev ez im, a va birayê min e, bavê min bi vî awayî li min dixeyîdî û  dayîka min bi vî aweyî gazî xûşka min dikir. Romana serkeftî wekî wêneya te ye, tu li ser rûpelan, li şûna hevokan rûyê xwe dibînî, ew min eyînika qedera te ye, tu hemû sîmayên xwe bi rengekî zelal têde dibînî û dibêjî: ev ez im.
JAN DOST, bi navê mala Hemziravê mihacir hemû irif û edet, dewî û dogiş, qurif û qerez, hevrikîya bûk û xwesîyan, xal û xarzîyan, tevî rewşa mihaciran li kobanê û rabendiya xûşk û birean, hema her tiştê ku  di nava malê de rûdide, mîna tevnekî li pêhev rêsandiye. Di romanê de, navê el û eşîrên kobanê, listokê zarokan, navê tax û kolanên kobanê, şîn û şahîyan, tev wekî filimeke sînemayê di ber çavên mirovan re dibore. Wî, ji kanîya Ereban bigre heya kanîya mişidê, ji gundê Têrmik heya xeta Tirêne mîna palaseke çîndarik rêxistê ye ber çavên me. Ew tax bi tax, kolan bi kolan têre dimeşe û bi me dide nasîn. 
Jixwe gava ku ew qale taxa Seydan dike, ew taxa ku beşekî mezin ji romanê li wir qewiméye û Jan DOST bi xwe li wê taxê bûye û mezin bûye, ew derîyê sandiqeke veşartî vedike. Erê... taxa Seyda ... ku di nav şênîyê kobanê de, bi malbata Seyîdan, dihate nasîn. Yekemîn car di vê taxê de, min di jîyana xwe de, di wê odeya fereh û dirêj de, Kapîtala Karl Marx û Qurana pîroz, di refikekê de li kêleka hev dîtibûn. Ew refika ku miştbû ji pirtûkan, bi qasî pirtûkxaneyekê ji her cureyî pirtûk lêhebûn. Jixwe suhbetên wan herdu kalên ku temenê wan heftê sal derbaskiribûn û qale derî û qafîyên helbestên kurdî dikirin, mirov şaş û maş dibû. Erê ... tenê li vê taxê li alîyekî dengê mele û feqeyan bilind dibû, li alîyê din jî, dengê tembûr û helbestan.  Taxa ku şênîyê xwe dilpak û rastgo bûn, kedkar û zana bûn, wan bawerî dabû hawîrdora xwe û bibûn cihê şêwrê.
Jan DOST, romana kobanê bi zimanekî tenik, nazik û sivik, zimanekî zelal û şirîn, nivîsandîye ku her kes, kal, pîr, jin,  mêr, bi qulayî bixûnin û nasbikin. Mijarên romanê jî, mîna libên tizbîyan li pêhev rêzkirin e. Hema bigre ji avakirina bajêr de, sera kevin ku bibû yek ji nîşanên bajêr, qesra Bozan begê, mizgeft û tekeyên neqeşbendîyan heya dighê mekteba(dibîstan) zer û reş, tev dane nasîn e. Ew wekî rêdarekî dikeve pêşîya te û te li qulik û qewêlên kobanê digerîne. Li hinek cihan pir û li hinekan jî, hindik te radiwestîne. Erê ... ew li hinek cihan mîma ku di ber merzelê mirîyan re derbas bibe, silavê bide û li fatîhê nesekine.
Gelo ew mirî ne li hêvîya fatîhake dirêêêj bûn, Jan DOST?!...
Erê, dema ew mirî hevalê te bin, parçak ji canê te bin, ew mirî  kobanê bi xwe bin. Ew mirî Akîf û Halim bin. Ew ji refê pêsîn ji şehîdên kobanê bûn ku wekî romana kobanê sînor qetandibûn, mina bazekî ji hêlona xwe bi dûrketibûn,  hilfirîyabûn jor. Halim, di şeveke tarî de, bê dozger, bi destê serdarê(hevalê) xwe di şefaqeke xûnî de miribû. Romil ê Almanî ku bi Rovî yê Çolê di şerê cîhanê yê duyemîn de dihate nasîn û bi çendî caran birîndar bibû ji mirinê filitîbû, berî ku bi destê hevalê xwe were kuştin gotibû kurê xwe:
" Tişetek di dinyayê de ji mirina bi destê hevalê xwe çetintir nîn e."
Metîn, gelek nameyên veşartî, gelek wêneyên ku tenê li cem wî hebûn, gelek şîret û tembeyên wan şehîdan li gel xwe anîbûn kobanê dixwest bi sebir û hedareke mezin bibêje bavê xwe Hemziravê Mihacir, lê derfet û zeman nedîbû, dîsan li gel xwe bire Goristana Şehîd Dicle û radestî wan kir. Eger Metîn zanibûya wê bibe mîvanê wan şehîdan, wê ew mal bi mal li nava bajarê kobanêyê bigeriya û ji her malekê nameyek an wêneyek, wekî xilat ji wan re bibira. Jixwe Eyşê, dixest xwe zû bighînê Hemê, mîna Hêvîya xwe ye biçûk, wî têxe hembêza xwe û serê wî bifirkîne û çîrokên zîwerîya xwe ye ku li konê Sirucê hatibûn serê wê bigirî bigotana wî.
Zîyad ê Tunisî yê ku zirbavê xwe bi ser de mîztî, zû mir. Wî dixwest Hemê Hemziravê Mihacir bi mirî an zindî bibîne û lêborina xwe jê bixweze. Ew mir û gelek tiştên ku dixwest bigota bi xwe re bir. Wî dixwest bigota destbirakê xwe; çawa ji Tunisê derket û gihîşte kobanê, çawa bû hovekî ku serê mirovan dixar. Dixwest fikir û ramanê DAEŞ ê, hêvî û nêrînê DAEŞ ê, hema bigre her tiştê DAEŞ ê bibêje, wî çi dît û çi nedît bibêje û pêre poşmanîya xwe jî, bibêje. Serê wî mîna kopê sîrkê tijî bibû, hema dixwest firsetekê bibîne û her tiştî wan bibêje.
Kobanî, êdî bibû meydana çirîdê. Du bawerîyên mezin di kolanên bajêr de mina hespê serberedayî bi çargavî didane şopa hev. Bawerîya ku ji her netewê bawermendên we ji çar alîyên dinyayê li hev kombibûn û mîna kulîyên pêxas bibirekê girê Kanîyê û kaşê Miştenûr ve hildiperikîn û sirûda ku berîya 1400 hatî nivîsandin bi dengekî bilind dubare dikirin. Li alîyê din, ji nav kolanên bajêr dengê tilîlîyên keçikên nûgîhayî û xortên ku ew jî, ji gelek netewên li cîhanê hatibûn û bi zimanê hev jî nizanibûn, tenê bi sirûda" berxwedan jîyane "dengê wan bilind dibû. Li kolanên kobanê şerkî navnetewî dibû, şervanê xwe jî, ji hemû netewan bû. Kobanî êdî bibû dozeke navnetewî. Lewma jî, romana kobanê wekî şerê kobanê, wekî doza kobanê sînor qetandibûn û bibû romaneke navnetewî. Jan DOST, wekî nonerê gelê xwe li pêş serokê şanda netewên yekgitî De Mistura sekinîbû û romana kobanê bi çavên şil û dengekî kelogirî hêdî hêdî dixwend. Wî hemû êş û janên kobanê nivîsandibûn û ji wê şandê re dixwend. Jixwe Jan DOST, êdî bibû janek ji  janên kobanê.
Jan DOST, di dîroka edebîyata kurdî ye nûjen de, xwedan zimanekî şirîn û xeyaleke ferehe, di romanê xwe ye kevin de, wî mijarên sereke û kesên navdar ji xwe re hibijartibûn, lê di romana kobanê de, ew ketîye pêşbezîyeke dirêj di nav nivîskar û romannivîsên cîhanê de. Jixwe hîn şopa romanên wî ye kevin li ser dîwarê wêjeya kurdî, dîyar e, wî bi romana xwe ye nû qorekî din li dîwarê keleha wêjeye kurdî zêde kir.Mala te ava.. 
Te nivîsand... Min jî xwend.

dîtin: 149

Pêveker:

kobanî roman jan dost