• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Romana Kobanî ya Jan Dost - Bawer Dilzar

Romana Kobanî ya Jan Dost - Bawer Dilzar


barkirin: Rezber 10, 2017, 8:19


Romaneke îdyolojîk, Romana “Kobanî” ya Jan Dost, Dijminayiyeke rasterast bi pyd, ypg û pkk re ye

Gava meriv vê romanê dixwîne û rastiya berxwedana Kobanî zanibe, meriv ji mezinbûna kîn û zikreşî û bêbextiya nivîskarê vê romanê ya li hember wan hêzên berxwedêr şaş dimîne. Ewqase jî dijware meriv bawer bike ku xwediyê van gotinan, vê kînê, vî awayê berevajîkirina rastiyan kurd be û ji Kobanî be. Kêm nivîskar hene ku dikarin dîtin û bîrûbaweriyên xwe yên siyasî di nav metnên berhemên xwe yên wêjeyî de veşêrin û bi awayekî objektîv li ser bûyer û rûdanên siyasî û dîrokî edebiyateke bê alî biafirînin. Ya ku di romana “Kobanî” ya Jan Dost de bûye; nivîskar bi xwe roman ji xwe re kiriye wesîle, ji bo reşkirina aliyekî siyasî û bi şêweyekî ji derveyî rêbazên edebiyatê hemû antî-propaganda ku dijî rola pkk û pêve girêdayî ya pyd jî li vê romanê bar kiriye. Ez nizanim heta çi derecê peyva roman li bejin û bala vê pirtûkê tê, lê ev pirtûk ji serî heta dawî bi kîneke mezin û bi hewildanên bê navber bi vê reşkirinê re mijûle. Wekî din jî bi pesindana şexsê xwe û malbata xwe û mehela xwe ya li Kobanî tijeye. Ji qehremaniyên wî yên di facebookê de bigre hetanî bi hevdîtina xwe li ser ling ya bi De mistura re, ku ji bo wî dev ji civîneke giring berdide û ji ber ku ji Kobanî ye, tê wî dibîne. Ji bo ku ev gotinên min wekî gotinên bê bingeh neyêne dîtin, ezê bi hin mînakên ji romanê hilbijartî van gotinên xwe piştrast bikim. Ji ber ku roman ji 408 rûpelan pêk tê, ezê nikaribim behsa tevahiya mînakan bikim, ji ber vê, ezê behsa çend mînakên bijarte tenê bikim:

Wêneyê PYD di romanê de

Di romanê de alîgir û hevalbendên partiya yekîtiya demokratîk pyd geh wek kesên “gemar” têne binavkirin, geh jî wek “gû” têne binavkirin.

Eşkere ye ku ev dîtin û peyvên nivîskar bi xwe ne û li ser zimanên kesên ku ew behsa wan dike di romanê de bikartîne. Nîşanên vê yekê jî di romanê de bi dehan in.

Hevalbendên pyd yên derdiketin kolanan

-komeke ji kesên gemar in û gû ne

Di romanê de behsa xelkên ku ji destpêka şoreşa sûrî de derketin kolanan dibe û bi pesindaneke mezin behsa xwepêşandanên xortan dibe ku ew vedenga şoreşê bûn li kolanên Kobanî û bi xêra wan erebên sûrî jî kurd wekî dostên xwe didîtin. Ji hêla din ve jî hinek daketin kolanan, ku ji komeke kesên gemar pêk dihat. Nizanîbûn çi dixwazin, wekî ku li welatekî din dijiyan û nav li wan kiribûn “Muzaherê Erdogan” ku behsa xistina rêjîma Sûrî nakin û van siloganan davêjin “Bimre Erdogan, bijî Ocalan”

-Îşî van î boş e. Çito Beşar herê vana jî derin.

-Vana gemar in memar.

“Nizanîbûn çi dixwazin”..

”Te digot qey ew ji welatekî din in. Mîna ji Amedê, Mêrdînê, Batmanê û Cizîrê bin”

Ev mînak hemû di Rûpel 63 de tên dîtin.

“Qaqil kesk û sor û zer e, navik ew gûyî berê ye” Rûpel 75

Mebesta wî ji welatekî din Turkiyê ye. Bi gotineke din, evder Sûriya ye û welatekî din Tukiyê ye. Kobanî sûrî ye û kesên Amedê û Mêrdînê û Batmanê kesin xerîb û ji welatekî din in.

Mebesta ji qaqil ala kesk û sor û zere ku alîgirên pyd tenê ew hildidan. Wiha jî gûyî berê, mebest jê ku ev alîgirên pyd mîna rêjîmê ne û herdu jî “gû” ne.

-Apoçî (pyd) ajanên rêjîma Esed û şebîha ne

Di romanê de rewşeke weha tê holê ku rêjîma Esed ji ber xwepêşandanên xelkên Sûriya dihejiya û li herêmên kurdan jî kesên mîna Lewend û hevalên wî bûn nûnerên şoreşa sûrî û herêmên kurdan jî bûn şoreşger.

Lewend xortekî çalake ji mehela Seyda ye (mehela malbata Jan Dost li Kobanî). Ew û hevalê xwe Welat Hissî xwepêşandanan birêvedibin. Ji ber ku rêjîmê xwe paş ve kişand û her tişt da dest ajanên xwe pyd, yên mîna Welat Hissî ku bi şoreşê re bûn û li dijî rêjîmê û wekîlê wê pyd bûn hatin kuştin. Di romanê de rasterast hatiye nivîsandin ku asayişên pyd ew kuştine. Li hêla din jî xortên mîna Lewend ku şoreşgerin dilsozin û li dijî pyd ne ber bi başûrê Kurdistanê ve direvin û tev li pêşmergeyên Rojava dibin.

Şoreşgerên Sûriyê bi xêra van kesan ala kurdî bilindkirin û navê înekê kirin îna azadî. Rûpel 64

Lê di romanê de behsa wê yekê nayê kirin ku şoreşgerên Jan Dost ala yekîtiye ereban ya sê stêrik hildigirtin û siloganên dijî hêza kurdan ya sereke ku Rojava diparastin davêtin. Wiha jî nayê gotin ku navê “Kurd terorîstin” yan “pyd terorîste” û navên mîna “Spas Turkiyê û Spas Erdogan” li înên xwe dikirin.

Ya nayê famkirin jî ew e, ku di romanê de diruşmeke şoreşa Sûriya ya naskirî bi vî awayî hebû (Yeke, yeke, yeke, gelê sûrî yeke) di romanê de bûye (Yeke, yeke, yeke, gelê kurd yeke). Rûpel 65

Wiha jî şoreşa sûrî ku di 18ê adara 2011 de bû, di romanê de bûye 18ê adara 2013. Rûpel 62

-Apoçiyê şebbîha! Apoçiyê şebbîha!

Elşe;b yurîd isqat PKK.

Gel rûxandina pkkê dixwaze. Rûpel 74

Wek tê zanîn, şebbîha ew hêzên taybet yên rêjîma sûrîbûn ku li omotobîlên reş ên camên wan reş siwar dihatin û xelk li kolanan dikuştin û windadikirin.

Ev diruşma (Elşe;b yurîd isqat PKK yan Gel rûxandina pkkê dixwaze.) vê dawiyê bibû diruşmeke girseyî ku alîgirên çekdarên islamî û yên girêdayî Turkiyê li kolanan davêtin.

Şoreşa Sûriyê bi vê diruşmê destpêkir (Gel rûxandina rêjîmê dixwaze) û vê dawiyê li ser destê istixbaratên tirkî û hêzên çekdar yên opozisyona sûrî bi diruşma (Gel rûxandina pkkê dixwaze) bi encam bû.

Roman jî bi çavê kesekî alîgirê wan çekdar û derûdoran hatiye nivîsandin.

Not:

Dibe hinek bibêjin ku ev gotin li ser zimanê kesên romanê hatine gotin û ne dîtinên nivîskar bi xwe ne. Li vir pirseke wiha tê holê, gelo çima ev dîtin û gotinên “gemar” li ser alî û hêzên din nayên gotin û tenê li ser aliyekî têne gotin. Ev yek, ya din, çima behsa gemara aliyekî tê kirin û behsa gemara li aliyên din nayê kirin. Bela ew jî li ser zimanê hin kesên romanê ba.

Wêneyê ypg di romanê de

Di romanê de kesa sereke ku tev li hêzên şervanan dibe Rewşen e. Ji bilî şaşitiya teknîkî ku hatiye kirin, ev keç tev li hêzên ypj nabe û ne ji dûr ne ji nêzîk ve behsa ypj nayê kirin û wekî tune tê hesibandin. Ew wekî endama YPG tê destnîşankirin. Lê ew zarokeke pazde salî ye û qasire. Gava diya wê itîraz dike û dibêje ew zaroke û we çekeke ji bejna wê dirêjtir daye dest, bersiva kadroyeke pkk wiha ye, ku li serê çiyê tije zarokên di vî temenî de ne.

“ Ên di emrê wê de bi sedan in li serê çiyê” Rûpel 167

Nivîskarê romanê dixwaze bibêje ku endamên ypg ji zarokên qasir û kêmî hijdesalî pêk tên, herwiha pkk jî heman cînayetê di derheqê van zarokan de dike û bi sedan zarokên qasir di nav şervanên çiyê de hene. Di hemû romanê de ti nimûneyeke din û nîşanên din tune ne ku kesên mîna Rewşen di nav vê hêzê de kêmin yan jî ev mînakeke awarte ye.

Rewşena zarok jî tev li xwepêşandanê şoreşgerên sûrî dibû, lê ew ji hêla kadroyeke jin ya bi ser pkk ve ku navê wê zelale tê xapandin û tev li aliyê “gemar” dibe. Rûpel 167

Li gor romanê, ew zaroka pazde salî tev li ypg dibe û di şerê kobanî de tê kuştin.

Wêneyê Pkk di romanê de

Kesê sereke ku wekî kadroyekî pkk di romanê de tê pêşkêşkirin Metîn e. Ew bi zimanekî diaxive ku dê û bavê wî baş tênagihêjin. Di axavtinên xwe de behsa dijayetiya impeyalîzmê û marksîzm û lênînîzmê dike. Felsefa serokatî vê dibêje, herwiha felsefeya wî ya şoreşgerî ya ku gelek caran dubare dibe ew e, ku ew ji partiyê hînî wê yekê bûye ku girêdana bi malbatê ve qelsbûne û ji ber wê li hember bavê xwe û diya xwe pir serte û bê hest tevdigere, ji ber ku wisa perwerde bûye û bi felsefa partiya xwe ve girêdayî ye.

Di romanê de pkk wekî partiyeke xwedî fikreke tevlihev , marksîst û lênînîst û hevalkuj tê pêşkêşkirin. Rûpel 146

Endamên pkk qatilên hevalên xwe ne û ji hestên malbatî û rûmetdayîna dê û bavan hatine şûştin. “ Herduyan jî bawer nedikir ku kezebên wan li çiyayên dûr û newalên kûr bi destên hevalên xwe hatine kuştin, her li hêviya vegera wan bûn. Rûpel 140

Wêneyê Kurdên bakur di romanê de

Di romanê de Kobanî wekî bajarekî sûrî tê hesibandin, ku xelkên wê jî niştecihên sûrî ne û bi awayekî girseyî tev li şoreşa sûrî dibûn. Kurdên bakur wekî xelkên ji welatekî din têne binavkirin, ew in yên ku zarok û xortên Kobanî ji rê derdixînin û wan bi çek dikin û didin kuştin. Rûpel 63

Di rûpelê 349 de beşek ji romanê bi temamî ji bo reşkirina rola kurdên bakurê Kurdistanê hatiye veqetandin. Beş bi sernavê “Selfie” ye. Komeke ji ciwanên bakurê Kurdistanê dîlan û govendan di ber wêrankirin û bombebarana li ser Kobanî dibe, digerînin û bi wê wêranî û malkambaxiyê re herdu tiliyên xwe wek nîşana serkeftinê hildidin û wêneyên xwe yên “selfie” di ber re dikşînin. Li aliyê din jî henekê xwe bi kalekî ji Kobanî dikin, ku ji ber mirinê reviya ye û mala wî li ber çavên wî tê wêrankirin.

Di romanê de. Meriv ne li xwepêşandanên kurdên bakur rast tê, ne li newbeta wana bi rojan ya li ser sînor, ne li dehên xort û keçên bakur ku di berxwedana Kobanî de şehîd ketin û can dan, ne jî li alîkariya wan ya ku mal û dilên xwe ji xelkên Kobanî yên koçber re vekiribûn.

Ji bilî van aliyên ku me gotin, nivîskar di romanê de bi dehên rûpelan li ser xwe û pirtûk û nivîsên xwe û malbata xwe veqetandine. Bi awayekî bêserûber ku pirê caran meriv li têkiliya van datayên şexsî bi bûyerên romanê re digere, meriv nabîne. Di encamê de meriv digihêje baweriyeke wiha ku ev roman ji romanê bêhtir wesîleyeke îdyolojîke ji bo ragihandina helwestên siyasî û derxistina rikk û kîna nivîskarê wê ya li hember hin derdor û aliyan. Mînaka wê jî ku roman hemû li ser jiyana malbateke ji Kobanî ye, nivîskar ji xwe re ew çêkiriye û her zarokek kiriye hevalê aliyekî siyasî û çekdarî û ew daye kuştin. Lewend dişîne Başûr, dibe pêşmergeyekî rojava û li wir tê kuştin. Baran, dişîne Reqqayê û li wir tê kuştin. Rewşena qasir dibe ypg û tê kuştin. Metîn dibe gerîllayekî pkk û tê kuştin. Mistefa dibe eskerekî rêjîma sûrî û li wir tê kuştin. Ev hemû zarokên Hemê ne. Hemê bi xwe jî dibe pêkenoka ciwanên bakurê Kurdistanê yên ku selfie li ber wêrankirina Kobanî dikşînin.

 

dîtin: 89

Pêveker:

kobanî roman jan dost pkk ypg