• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Romana nû ya Helîm Yusiv derdikeve

Romana nû ya Helîm Yusiv derdikeve


barkirin: Rêbendan 23, 2015, 1:12


Nivîskarê Kurd Helîm Yusiv Romaneke nû nivîsî û bidawî kir. Li gorî nûçeya Diyarname pirtûka Helîm Yusiv bi dawî bûye û radestî weşanxaneya Peywendê hatiye kirin. Pirtûka nû ya Helîm Yusiv bi navê – 99 morîkên belavbûyî- ye.
Dirêjeya nûçeyê weha ye.

Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv romana xwe ya nû temam kir. Roman bi navê “99 morîkên belavbûyî” ye û niha li ber destê weşarxaneya Peywendê ye.Ger em bên ser naveroka romanê “Di roja şazdehê adara du hezar û diduyan de, ber êvarê, li herêma Nedersaksen a Almanyayê, kurdekî porsipî li kolanê dimeşe. Di destê wî yê çepê de, li şûna saetê, tizbiyek heye. Ji nişkê ve û ji paş ve xortekî alman ê bîst û çar salî, derba kuştinê lêdixe. Bi ketina wî re tayê tizbiyê diqete û 99 libên tizbiya wî belawela dibin.” Helîm Yûsiv bi hewara wî ve diçe û ji morîkên tizbiya wî kurdê porsipî yên belavbûyî, morîk bi morîk, romana xwe ya nû dirêse.

Weşanên Peywend par pirtûkên Helîm Yûsiv ên berê derketibûn bi çapa nû gihandin ber destên xwendevanan û niha jî di amadekirina û weşandina romana nû ya Helîm Yûsiv de ye. Li gor agahiyên ku me ji weşanxaneyê girtin meha adarê de dê roman bigihîje ber destên xwendevanan.

 

Diyarname

 

dîtin: 644

Pêveker:

romana ya helîm yusiv derdikeve