• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rûdana Konstanz ê zelal bû, êrîşker Kurdê Rojava ye

Rûdana Konstanz ê zelal bû, êrîşker Kurdê Rojava ye


barkirin: Pûşper 30, 2017, 10:38


Rûdana li bajarê Elmanya Konstanzê pêk hatî zelal bû. Kesê êrîş kirî, kesek kuştî û bi xwe jî hatî kuştin Ciwanekî Kurd yê 34 salî bi navê Rozabh Sendî ye ji gundê Tilşeîr yê navbeyna Qamişlo û Tirbespiyê de ye.

Vê sibê derdorê demhijmêr 4:30 ê ciwanê Kurd yê bi navê Rozabh Sendî bi rengekî serxweş xwestiye biçe diskoya nasên xwe li bajarê Elmanya Konstanzê, lê belê ji ber serxweş bûye, him dergavan, him xwedanê diskoyê nasên wî ew negirtine jor. Piştî vêya zilamê Kurd vedigere malê, dermanca xwe digre, dîsan vedigere diskoyê. Li wira bi dermancê li ser parêzvanê diskoyê yê bi nijada xwe Afxan di deynê û wî li cihê bûyerê dikuje. Piştî vêya nasên wî, xwedanê dîskoyê bangî Polîsan dikin. Piştî Polîs têne cihê bûyerê dixwazin bi nermayî ciwanê Kurd bidest bigrin lê belê êrîşker naxwaze xwe radestî polîsan bike û gula li ser wan jî direşîne. Di encama pevçûna çekdarî de polîs li ser dideynîn û wî dikujin.

Ciwanê Kurd bi navê Rozabh Sendî bi jineke Elman re zewicîbû û bavê 4 zarokan bû. Ji sala 1991 ê ve li Elmanya dijî.

dîtin: 206

Pêveker:

konstanz rojava rozabh sendî