• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ruhanî komkujiya Yahudiyan şermezar kir!

Ruhanî komkujiya Yahudiyan şermezar kir!


barkirin: Êlûn 26, 2013, 11:06


Serokomarê nû yê Îranê Hesen Ruhanî di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de peyamên balkêş dan. Ruhanî berovajiyê serokên din yên Îranê û siyaseta Komara Îslamî ya Îranê ya heta niha axivî û komkujiya li dijî Yahudiyan şermezar kir.

Serokomarê nû yê Îranê Hesen Ruhanî ku cara yekemîne bo beşdarbûna civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî çûye emerîkayê peyamên giring dan. Her çend berovajiyê îdîayan digel Obama hevdîtin nekiribe jî bi peyamên xwe hewayek nerm afirand.

Di civîna 68. ya Neteweyên Yekbûyî de Hesen Ruhanî bi peyamên xwe nîşan da ku ew dixwaze ji cudayê siyaseta Îranê ya heta niha tev bigere. Ruhanî der barê hevkariya nukleerî de jî soz da û diyar kir ku ew dixwazin bi Emerîkayê re di nava pêwendiyên zelal û baweriyê de bin.

Ruhanî, bo televizyona CNN axivî û komkujiya li ser Yahudiyan ya dema şerê cîhanê yê duwem şermezar kir. Ruhanî got: ‘Tawana li dijî Yahudiyan ya ku Naziyan pêk anî jî di nav de, divê hemû komkujiyên li dijî mirovahiyê bêne şermezar kirin.’

Sorokomarê berê yê Îranê Mahmud Ehmedînecat jî gotibû ku komkujiya li dijî Yahudiyan derewe, senaryoye û her weha divê Îsraîl li ser nexşeyê bihête rakirin.

 

dîtin: 381

Pêveker:

ruhanî komkujiya yahudiyan şermezar kir