• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rûsya: Em dê çekan bifroşin Îranê

Rûsya: Em dê çekan bifroşin Îranê


barkirin: Gelawêj 18, 2015, 6:49


Wezîrê derve yê Rûsiye Sergey Lavrov got ku bi nemana ambargoyên nuklerî yên li ser Îranê, welatê wî dê çekên zêdetir bifiroşe Îranê.

Lavarov û wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, doh 17 ê Tebaxê li Moskowê li jêr navê ’’kûrkirina peywendiyên herdu aliyan’’ bi hevre civiyan.

Li gor medyayên Rûsiyê, wezîrên derve yên herdu welatan di hevdîtinê de derbarê firotina fûzeyên S-300 yên Rûsî bo îranê axivîne.

Wezareta derve ya Rûsiyê, îro di daxuyaniyekê ragehand, Mihemed Cewad Zerîf û Sergey Lavarov di hevdîtinên xwe de behsa, hevkariya herdu aliyan li ser krîza Sûriyê, Îraq, Yemen û şerê hevbeş ê herdu welatan bi grûpa dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê û grûpên din yên radîkal re girîng zanîne.

Îran ji dema serokkomariya Mehmûd Ehmedî Nijad de li pey kirina fûzeyên S-300 bû, lê radest kirina fûzeyan ji ber zextên Amerîka û ambargoyên çekan li ser Îranê rêgirên vê meselê bûn.

dîtin: 265

Pêveker:

rûsya em çekan bifroşin Îranê