• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rusya muşekan û pareyan dide Suriyê

Rusya muşekan û pareyan dide Suriyê


barkirin: Pûşper 22, 2013, 8:24


Cîgirê serok dewletê Suriyê Qedrî Cemîl li Moskovayê di gel wezîrê karê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov hevdîtinek kir. Cemîl piştî hevdîtinê diyar kir ku her peymana her du welatan ya di mijara kirîna sîstema mûşekên S-300 an de berdewam dike.

Cîgirê serok dewletê Suriyê Qedrî Cemîl ji bo hind hevdîtinan serdana Moskovayê kir û di gel wezîrê karê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov hevdîtinek pêkanî. Piştî hevdîtinê Cemîl daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku her peymana her du welatan ya di mijara kirîna sîstema mûşekên S-300 an de, berdewam dike.

Cemîl diyar kir ku di civînê de mijara harîkariya madî ya Suriyê re jî hatiye gotubêjkirin û got ku dê heta dumahîka salê Rusya krediyê bide Suriyê. Cemîl destnîşan kir ku ji bo çareserkirina qeyrana li Suriyê her du welat hemfikirin ku divê arîşe bi rêya diyalogên polîtîk çareser bibe.

Ji aliyê din ve  wezîrê karê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov diyar kir ku bi harîkariya rêvebiriya Suriyê û ya opozîsyonê divê terorîst ji Suriyê bêne derxistin û ji xwe ev babet di duwemîn  konferansa navnetewî ya Cenevreyê de jî bûye rojeva sereke. Levrov got ku qeyrana li Suriyê bi rêbazên leşkerî çareser nabin û xwest ku hemû welat di çarçoveya danezana konferansa navnetewî ya Cenevreyê de nêzîk bibin.

Rewanbej.com

dîtin: 374

Pêveker:

rusya muşekan û pareyan dide suriyê