• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Salih Muslim agahiyên girîng dan ANF’ê

Salih Muslim agahiyên girîng dan ANF’ê


barkirin: Rezber 24, 2014, 3:18


Muslim: Serketina Kobanê nêz e !

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim da xuyakirin ku lîstikên qirêj ên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê dewam dikin û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê windahiyên giran dane. Muslim diyar kir ku Peymana Duhokê ji bo yekîtiya Kurdan girîng e û got, “Li Kobanê serketin û azadî nêz e.”
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, der barê rewşa Kobanê de ji ANF’ê re axivî.
Li Kobanê rewşa dawî çi ye?
Di ser Til Ebyad û Tirkiyeyê re her roj tevlîbûnên nû li nav çeteyên DAIŞ’ê çêdibin.Wekî din alavên leşkerî jî peyda dikin. Bênavber hêzên nû teqwiye dikin. Ji ber vê yekê êrîşên wan dewam dikin. Niha li başûr û rojhilatê Kobanê pevçûn bi dijwarî dewam dikin. Duh li gundê Til Şeîrê YPG’ê derbek mezin li çeteyan da. Ev gund 4-5 kîlometre dûrî navenda Kobanê ye. Her wiha êrîşên hewayî jî dewam dikin.
Eger hûn rewşê li gorî rojên berê binirxîne, hûn ê çi bêjin?
Şer û pevçûn bi dijwarî dewam dike. Însiyatîf di destê YPG’ê de ye. Roj bi roj cih li çeteyan teng dibe. Lê belê em niha nikarin bêjin ‘baştir e yan jî nebaş e’. Carna xwe vedikşînin, carna jî êrîş dikin. Lewma em nikarin tiştekî zelal bêjin.
Duh danê êvarê hin nûçe belav bûn ku tê de dihat gotin Artêşa Azad wê li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer bike. Agahiyeke bi vî rengî gihaşt ber destê we?
Ev ne rast e. Daxuyaniyeke bi vî rengî ya Artêşa Azad nîne. Ev nûçeyeke bi zanebûn hatiye weşandin e. Dixwazin serê mirovan tevlîhev bikin. Ji xwe hin komên ser bi Artêşa Azad bi me re şer dikin. Eger tiştekî bi wî rengî hebûya, wê bihata serî li me bida. Nûçeyeke bi temamî derew e.
Kî û bi kîjan armancê vê dike?
Dewleta Tirk e. Dixwazin bi nûçeyên bi vî rengî tevlîheviyê bikin.
Heta beriya demeke kurt raya giştî ya navneteweyî bêdeng bû. Lê belê tê dîtin ku îro eleqeyeke mezin ji Kobanê re tê nîşandan. Destekek mezin heye. Gelo çi bû ku guhertineke bi vî rengî ji nişka ve rû da?
Li Kobanê berxwedanek tê dayîn. Rê li ber eleqeyeke mezin vekir. Ji ber ku li wir mirovahî tê parastin. Em nirxên mirovahiyê diparêzin. Êrîşkar, hov û dijminê mirovahiyê ne. Lewma her kes xwe di nav berxwedana Kobanê de dibîne. Ev eleqe bêguman cihê kêfxweşiyê ye. Lê kêm e, em dixwazin ev eleqe derbasî pratîkê bibe. Ji ber ku heta niha ji bejahî ve ti alîkarî negihaştiye me. Rejîma Tirk hînê di helwesta xwe de israr dike. Alîkariyê dide çeteyan. Hînê duh ji Akçakaleyê 70 kes tevlî DAIŞ’ê bûn û çûn Kobanê şer bikin. Divê hêzên navneteweyî zextê li Tirkiyeyê bikin, ji ber vê helwestê şermezar bikin.
Rayedarên Tirk di daxuyaniyên xwe yên dema dawî de peyaman didin ku helwesta xwe guhertine. Ev yek çiqasî rast e û bandorê li we dike?
Tiştekî ku heta niha zelal bûye, nîne. Hemû welatên cîhanê li aliyekî ne, Tirkiye li aliyekî ye. Divê zext li Tirkiyeyê bê kirin ku xwe zelal bike. Divê Tirkiye ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye. Heta roja îro ev negot û xwe ji çeteyên DAIŞ’ê jî venegirt.
Di çapemeniyê de hin nûçe tên weşandin ku hêzên pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê ji bo di ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bibin, ketine ser rê. Pêşmerge çûne Kobanê?
Di warê şandina pêşmergeyan ji bo Kobanê de, biryareke siyasAî heye. Lê belê heta niha ti hêz neçûye Kobanê. Mijarên çiqas hêz û bi kîjan çekan wê biçe, mijara danûstandinên navbera YPG û Fermandariya Pêşmergeyan e. Lewma hînê zelal nebûye ku alîkariyek çawa û bi çi rengî wê bê kirin. Ji bilî biryara çûyînê.
Hûn bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re hevdîtinan dikin, daxwaza we çi ye?
Hêza me ya şervanan heye. Di wî warî de pêwîstiyek nîne. Ji me re çekên giran ên mîna tankê lazim e û pisporên karibin van bikar bînin. Niha hevdîtin li ser vê tên kirin.
Tirkiye wê korîdorê veke?
Tirkiyeyê, li ser daxwaza Başûrê Kurdistanê û DYA soz da ku wê korîdorê veke. Niha bazara vê tê kirin.
Bazariyeke çawa?
Dixwaze li qadeke 10 kîlometreyî herêmeke ewle û tamponê ava bikin. Bêguman ev jî lîstikeke din e. Tirkiye plan dike ku herêmeke 10 kîlometreyî vala bike û veguherÎne herêma leşkerî. Li dû lîstikên qirêj e.
YPG’ê da xuyakirin ku alîkariya hêzên koalîsyonê wergrtiye. 26 pakêtên ji alavên leşkerî û dermanan gihaştine YPG’ê. Ev têrê dike?
Bi vê alîkariyê re hin çekên bi bandor ketin destê YPG’ê. Lê belê têrê nakin. Em dixwazin ev dewam bike. Lê belê ez vê bêjim; di wan pakêtên alîkariyê de çekên giran tinebûn. Em dixwazin alîkariya çekên giran bê kirin.
Ev çend roj in hûn li Başûrê Kurdistanê ne. Hûn hevdîtiann dikin, pêr jî bi ENKS’ê re we peymanek mor kirin. Hûn dikarin behsa naveroka vê peymanê bikin?
Piştî hevdîtinên 8 rojan me peymanek mor kirin. Di çarçoveya vê peymanê de li ser sê xalên “Rêveberiya hevpar a di navbera Kurdan de, hêza leşkerî ya hevpar û yekîtiya siyasî” lihevkirin çêbû. Biryar hat dayîn ku ev xalên li ser lihevkirin çêbûye, di nava du mehan de bikevin pratîkê û dûre jî hilbijartin were kirin.
“Peymana Duhokê” wê di dema pêş de çi ji Rojava re bîne?
Wê yekîtiya Kurdan, aştiya navxweyî bîne. Li gel vê yekê wê ji gelên Ereb, Asûrî-Suryanî re jî azadiyê bîne. Bi kurtasî ji bo Kurdan gaveke girîng e. Berî her tiştî wê sîstema Rojava xurt bike, her demî bike.
Di medyaya Başûrê Kurdistanê de alîkariya çekan a ji bo Rojava gelekî tê nîqaşkirin. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bêjin?
Hin derdor dixwazin van têkiliyan xera bikin. Armanc ev e. Divê hemû Kurd vê bizanibin. Her du aliyan jî alîkariya çekan kirin. Beşek ji vê alîkariya çekan çû ji Kobanê, beşek jî Kantona Cizîrê. Çeka Kurdan çû ji Kurdan re. Biryara hemû partiyên di nav hikûmetê de ye. Lê belê niyeta nîqaşên di çapemeniyê de tên meşandin, nebaş e. Em ê firsendê nedin vê. Em ji YNK û PDk û partiyên din ên li nava hikûmetê yên ev alîkariya çekan dan re spasiyên xwe pêşkêş dikin.
Li Parlamenta Başûrê Kurdistanê beriya çend rojan biryarek hat dayîn ku bi Kantonên Rojava re têkilî bê xurtkirin. Ev yek di rêya yekîtiya Kurdan de gaveke çawa ye?
Biryara parlamentê ji bo tevahiya Başûrê Kurdistanê derbas dibe. Lewma em vê biryarê gelekî girîng û bi nirx dibînin. Wê demê em li wir bûn. Me serokê parlamentê û komên li parlamentê ziyaret kirin û spasiyên xwe pêşkêş kirin. Ji bo yekîtiya Kurdan gaveke girîng e.
Çeteyên DAIŞ’ê dixwazin careke din li Şengalê komkujiyê bikin. Dorpêçiyek heye. Li dijî vê jî bêdengî heye…
DAIŞ dixwaze komkujiya xwe ya di 3’ê Tebaxê de nîvco hişt, temam bike. Ne tenê Şengalê dixwaze tevahiya Kurdan di komkujiyê re derbas bikin. Li gorî wan Kurd, Xiristiyan û bê ol in. Lewma weke dijmin dibînin. Yekane hêza îro li dijî DAIŞ’ê şer dike Kurd in. Ji ber ku li Mûsil, Reqa û gelek deverên din, ti hêzan li hemberî wan nekarî bisekine. Artêş reviyan. Li Kobanê, Şengalê û Başûrê Kurdistanê Kurdan li ber xwe dan, şer kirin. Ev dijminatî ji ber vê ye. Dixwazin Kurdan ji holê rakin. Dûre jî dixwazin bibin belayê serê cîhanê. Lewma em bang li tevahiya hezên navneteweyî û alîgirên demokrasî û azadiyê dikin ku li hemberî DAIŞ’ê têbikoş in.
Îro li Kobanê ji hemû gelan ciwan li ber xwe didin. Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) çend roj berê jiyana xwe ji dest da. Her wiha ji neteweyên cuda jî berxwedêr hene. Di 1’ê Mijdarê de jî wê ji bo Kobanê li gelemperiay cîhanê meş werin lidarxistin. Hûn vê eleqeyê çawa pêşwazî dikin?
Ev berxwedana gelê Kobanê, rastiya DAIŞ’ê derxist holê. Vê berxwedanê rê li ber eleqeyeke mezin vekir. Em dixwazin ev yek bandorê li ser siyaset û dewletan bike. Divê ev piştevanî veguhere alîkariyên çek û destekên din, ji ber ku gelê Kobanê di rewşeke zehmet de ye. Bajar ser û bin bûye. Gel ji cih û warên xwe bûye. Mirovên sivîl dimirin. Ji bo ev bi dawî bibe divê her kes alîkariyê bide Kurdan. Xwîna ciwanên mîna Paramaz Kizilbaş tevlî xwîna ciwanên me bûye. Ev nirxa mirovahiyê ye. Ji bo van nirxan xwîn hat rijandin. Ev ji bo me pîroz e. Em ê heta dawiyê xwedî lê derkevin. Îro ji Amerîkayê heta Ewropayê ciwan li wir şer dikin. Ji bo parastina nirxên mirovahiyê şer dikin. Em hemûyansilav dikin. Bila gelê me jî xwedî li Kobanê derkeve û têkoşînê bilind bike. Kobanê yekîtî û berxwedan derxist holê. Bila kes neyê lîstikan, bi gotinên dijminên Kurdan nexapin. Li Kobanê serketin û azadî nêz e.
ANF: ALÎ GULER – 24.10.2014 10

dîtin: 407

Pêveker:

salih muslim agahiyên girîng dan anf