• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Salih Muslim bersiva Mesûd Barzanî dide

Salih Muslim bersiva Mesûd Barzanî dide


barkirin: Gelarêzan 23, 2013, 9:18


Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokra bersiva serokê Herêma Kurdistanê dide û dibêje: Pêwîst nake hûn planan bo Kurdên Rojava darêjin û haj li gelê xwe hebe.

Roja 12/11/2013`an Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD tevî 35 rêxistinê siyasî û civaka sivîl rêveberiya denkî ya Rojavayê Kurdistanê ragihandin.

Piştî du rojan ji ragihandina rêveberiya demî a Rojava û berya du rojan ji serdana xwe bo Tirkiyê serokê Herêma Kurdistanê peyamek sebaret bi Rojavayê Kurdistanê belav kir û têde ragihand: “Cihê daxêye aliyê PYD ji bilî sûdwergirtina ji wê peymanê Hewlêrê amade nebû girêdayî wê bibê û hemû aliyan belav kir û hewl da bi zora çek û bi peymanên nihênî li gel rejîmê xwe bike emrî waq’î ya serbazî. Behsa ewe jî dikin ku şoreş li Rojava kirine lê belê kijan şoreş û li dijî kî? Wan tenê herêmên xwe ji aliyê rejîmê ve radest kiriye.”

Barzanî di berdewamiya peyama xwe de weha pêde çû: “Ez beranber bi paşaroja Rojavayê Kurdistanê nîgeranim û ew tirs li holê da heye ku ev derfeta zêrîn ji destê Kurd biçê. Ji ber ku rejîm mafê Kurd nasnake li beranber wê hevkariya ku PYD pêşkêşî rejîmê kiriye û aliyên rikeber jî, Kurd ji beşek ji rejîmê hejmar dike û eve jî kêşeyeke ciddî ji bo gelê me li paşarojê de dirust dike. Her li destpêka rûdawên Sûriye biryar ewe bû Kurd xwe tûşî şer neke û eger êrîş hate ser Kurd bergiriyê li xwe bikin.”

Barzanî got: “PYD gelê me tûşî şerekî kir ku ne şerê Kurd bû û ne li qazanca Kurd de bû. Ew şer bû sedema koçberbûna dehan hezar welatiyên Kurdên Rojava. Ew dijî komdengiya neteweyî rawestiyan û her wiha alaya Kurdistanê jî li Rojava qedexe kirin. Li çend rojên derbasbûyî de PYD yek aliyane îdareya xwe li Rojava ragihandiye û eve jî takrewiya eşkereye û îhmalkirin û hejmarnekirina Partiyên dinê Kurdane. Em dakokiyê li ser helwesta xwe dikîn û tenê piştgîriyê li van hengavan dikîn ku hemû alî pêkve biryar li ser da hebê û muamele li gel biryara yek aliyane de nakîn.”

Îro 23/11/2013`an hevserokê PYD Salih Muslim li Belcîkayê ragihand: Eger em ji bo rizgarkirina gelê xwe bighên rêkeftinekê û li barê pêşeroja xwe riyekê bigrin ber xwe mafê tu kesî nîne destê xwe bixe nava karên me.

Salih Muslim got: “Em dixwazin karê baş bikin û em pê geşbînin, hêvîdarin li paş dergehên girtî yên dizî tiştê xirap dernekeve û kes astengiyan bo me dirust neke.”

Muslim got: Hindek gotinê weku, “Emê li dijî Rojava hev bigrin û xweseriya demî nayê qebûl kirin”, ew gotin baş nînin me pêştir ev mesele gîhandiye desthilatdarên Tirkiyê û Birêz Mesûd Barzanî jî baş dizane ku em dijayetiya kesî nakin.

Hevserokê PYD amaje bi wê yekê jî kir û got: “Eger em ji bo rizgarkirina gelê xwe ji birça û bi bê sotemenî bighên rêkeftinekê û ji bo pêşeroja xwe riyekê bigrin ev wateya dijayetîkirina tu aliyekê nîne û mafê tu kesî nîne destê xwe bixe nava karên me. Mixabin em dibînin ku me wekî dijminê Kurd û Tirk nîşan didin.”

Salih Muslim weha rexne li helwestên Mesûd Barzanî girt û got: “Bila ew hajî gelê xwe be, pêwîst nake planê bo Kurdên Rojava deyne. Kurdên Rojava jî her Kurdin, pêwîst nake bi çavekî din li wan binêrin. Axaftina (Şoreş tune ye) ji wî nayê xwestin.”

Hevserokê PYD aşkira jî kir ku biryar li ser xwesriya demokratîk hatiye dan, lê belê hêşta neketiya warê cî bi cî kirinê, pêwîstiya me bi tu kesî nîne ku moletê bide yan nedê me. Tevî rêjîma Sûriyê jî her alî û hêzek dixwaze bila êrişî me bikin, em parêzvaniya xwe dikin.

Salih Muslim got: “Ger em li gel xelkê xwe bighên rêkeftinekê û libarê pêşeroja xwe rêbazekê bidin pêşiya xwe mafê tu kesî nîne dest li karên me werde.”

dîtin: 534

Pêveker:

salih muslim bersiva mesûd barzanî dide