• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Salih Muslim; Nabe Amerîka xelkê Rojava jibîr bike

Salih Muslim; Nabe Amerîka xelkê Rojava jibîr bike


barkirin: Pûşper 25, 2015, 10:33


Saleh Muslim Muhammed

 

Ji İngilîzî: Kerîm Meresene

Ji Soranî: Dêrsim Oremar

 

Roja 8ê June a 2015ê bajarê Girê Spî (Tel Abyad) ji destê DAÎŞê hate rizgar kirin. Azadbûna vî bajêrî di encama êrişa hemaheng a Yekîneyên Parastina Gel(YPG), hêzên miyanrew yên opozosyonê û piştevaniya hêzên hevpeyman pêk hat.

Pevçûnên Girê spî ji bo terorîstan şikesteke mezin û ji bo mirovahiyê serkeftineke mezin bû. Vî şerî ev hêvî geş kir ku çêdibe DAÎŞ bişkê û Sûriye jî cihekî baştir ji bo jiyanê.

Zêdetirî çar salan e ku Sûriye ji destê nakokiyên di navbera rejîmeke dîktator û grûbên cuda cuda yên opozosyonê êşê dikşîne. Mixabin hejmara qurbaniyên şerê Sûriyê (250) hezar kes derbaz kirine û hejmara birîndaran jî du qatî vê ye, çend miliyon hevwelatî jî derbider û aware bûne.

 

Sûriye welatekî bi pirsgirêke û ev yek şoreşa vê jî vedigire. Ji destpêka serhildana sala 2011ê , Partiya Yekitya Demokratîk (PYD) li xwe da aliyekî û sîstema xweseriyê li bakurê vî welatî ava kir, ku bi ”Rojava” tê naskirin. Piraniya partiyên siyasî û NGO yan di vê sîstemê de cîh girtine, ku PYD jî yek ji wan e.

 

Me herwiha yekîneyên leşkerî yên YPG jî ava kirine, ku bê li ber çav girtina ol, zayend û etnîkên cuda cîh dide hemû kesan. Wan hêzan karîne ewlehî û asayişê li Rojava cêgir bikin û li hember êrişên DAÎŞê biparêzin.

A niha jî qanûnên pêşkeftî hatine erê kirin ku wekheviya regezî desteber dikin. Di demekî de ku zêdetirî (9) miliyon Sûrî di encama şerê navxweyî de aware bûne, Rojava bi derfet û îmkanên gelek kêm û sînordar cîh ji bo zêdetirî miliyonek awareyan vekiriye.

Herwiha dema DAÎŞê Kirîstiyan bi xaçê ve dikirin û jinên Êzidî weke kole digirtin, me di nav hêz û îdareyên xwe de cîh ji bo wan jî vekir.

 

Çawa be jî, aşkiraye ku em jî bê kêmasî nîn in, lê em hewla baştir kirinê didin. Me çend caran ji rêxistinên navnetewî xwestiye ku ji bo dabîn kirina pêdawîstiyên sereke yên xizmetguzarî û însanî serdana Rojava bikin. Em herwiha pêşwaziyê li hatina dîplomatkarên Amerîkî ji bo çavdêriya bê alîgirane ya li Rojava dikin. Em bi pêkote dixwazin herêma xwe ber bi demokrasiyeke ron ve bibin ku têde rêz ji qanûn û wekheviya zayendî bigre.

Xweseriya Rojava bi tu awayî ji bo yekparçeyi ya Sûriyê yan cîranên wê metirsî nîn e.

PYD hertim dubare kiriye ku Sûriye welateke ku ji etnîkên cuda pêkhatiye û ji bo aramiya navçeyê jî xwedî rol û girîng e. Tenê hevkarî û hemahengiya grûbên cuda yên etnîkî yên Sûriyê ne ku dikare çareseriyeke aştiyane ji bo şerê navxweyî vebibîne.

 

Tevî hemû hewildanên me jî, em dibine amanca tawanbarkirinên bê bingeh yên weke: ”hevkarî kirina bi hêzên Esed re li dijî opozosyonê, ji navbirina zayendî li navçeyên di bin desthilata YPGê de û damezirandina dewleta serbixwe li Rojavayê Kurdistanê.”

Di rastiyê de PYD dixwaze DAÎŞê têk bişkîne, rejîma totalîtera Sûriyê ji nav bibe û hevkarê avakirina sîstemeke bi hêz û desantiralîze kirî ya demokratîk be, ku mafê mirovan têde geştir bibe û rêzê li cîranên xwe bigire.

Lazime cardin bê dubare kirin ku Tirkiyê ji bo Sûriyê cîranekî girîng e û em jî amade ne her tiştê ji destê me tê bikin da sînorên wê biparêzin.

Çawa be jî , lazime paşeroja Sûriyê bê bandora hêzên herêmê û di destê hevwelatiyên wê bi xwe de be. Ji bo me rone ku çênabe sîstema dîktatoriyê li Sûriyê pêk were.

Serhildana DAÎŞê girêdayî şikesta siyaset û awayê helsûkefta bi pirsgirêka Sûriyê ve ye. DAÎŞ niha êdî weke dêweke Frankenstein î

Tevdigere û bê dudilî metirsiye li ser cîhana Azad. Heya niha YPG take hêze bi bandor li dijî DAÎŞ ê ye.

 

Di rastiyê de wezîrê bergîriya Amerîkayê Ashton Carter ev yek bi awayekî fermî ragihand û behsa bandora YPGê li hember DAÎŞê jî kir.

 

Em ji bo destberkirina rêveberiyeke baştir û ji bo pêşkêş kirina xizmetguzariyan bi îmkanên xwe yên sînordar, li ser girtin yan kuştina terorîsrtan û parastina herêmên azadkirî bi îsrar in.

Şerê me bi DAÎŞê re tenê li xaka Rojavayê sînordar nabe, her dera ku ew lê hene em dê li hember wan şer bikin.

Tevî ku em bi hevkariya welatên hevpeyman şerê DAÎŞê dikin, nabe wîlayetên yekgirtî yên Amerîkayê ji bo berjewendiya welatên herêmê, ku di rastiyê de gelek kêm li dijî DAÎŞê di liv û lebatê de ne, xelkê Rojava ji bîr bike. Siyaseteke wiha hemû serkeftinên ku me li bejahiyan li dijî DAÎŞê bidest xistine, bêwate û pûç dike.

Tevî ku em biryara President Obama ji bo piştevaniya leşkerî ji Rojava bi erênî dizanin û di vê baweriyê de ne ku îdareya wî dikare karên zêdetir bike. Hemahengiya di navbera YPG û welatên hevpeyman bandora xwe li hebmber DAÎŞê selimandiye û em amade ne ji bo bîr û baweriyên siyasî, bi hikûmeta wîlayetên yekgirtî yên Amerîkayê bikevine nava dan û standinên dîplomatîk.

 

dîtin: 498

Pêveker:

salih muslim nabe amerîka xelkê rojava jibîr bike