• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şam şekire, Welat jê şîrîntire II-III

Şam şekire, Welat jê şîrîntire II-III


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Adar 10, 2015, 12:54


Kesên bixwazin derstpêkê beşa yekem ya nivîsa Eliyê Koçer ya – Şam şekire, welat jê şêrîntire- bixwînin, dikarin ji VIRA bixwînin.

 

 

Werhasil min Nurdaxê derbaskir ez gihîştim bajarê Dîlokê. Berya ku ez têkevim nava bajarê Dilokê de, li keviya rê lewheyeke şîn ku hejmara niştecihên we û ji bahrê bilindahiya bajarê Dilokê nişan dida, diber çavên min re derbas bû, li ser wê lewheyê hejmara niştecihên bajarê Dilokê milyonek û heştsed hazar nivîsandî bû, evya jî di bijaftin “asîmilasyon”a li ser kurdan bê çiqasî Dewleta tirkan serkeftiye tênê bîra mirovan, bajarekî ji bajarên kurdan yên wekî Dilokê wisa boş û xilbe, dihilbijartina derbasbû yî de parlementêrekî kurd ji, ji nava xwe ne hilbijartin. Bajarê Dîlokê ji aliyê Senayî û bazirganiyê ve pirr bi pêşketiye, wisa xuyandike ku gel ê bajarê Dilokê dinava pergala qapîtalîzmê de hatiya strandin, vî şer ê sîh salî tu bandora xwe lê nekiriye, ji xeynî berjewendiyên xwe, bazirganî û pera pêve heya wan ji tiştekî din tuneye. Diberdewamiya rêvîtiya xwe de min bajarê Dîlokê li pişt xwe hişt, navçe Hewenc’ê “Bozova” derbas kir û ez gihîştim cîh û warê çûkên kelhênekan navçe Bêrecûg’ê, wekî ku em dizanin çemê firadê dikêleka navçe Bêlecûg’ê re derbas dibe, pira li ser çemê firadê pireke dîrokiye, ji hijdeh çaviyan pêk tê, direjbûna pirê wext dide mirovan ku yek bidilê xwe li çemê firadê meyzekê, têr û tijî çemê firadê bibîne. Waxta ez gihîştim ser pira çemê firadê min nêzî neh deh caran li çep û rast ê xwe li çemê firadê meyzand, mezinbûn û ferehiya çemê firadê yekî dixiste nava kelecanekê de, çemê firadê wisa dinava aheng û bêdengiyekê de diherikî, dikir ku yek jê sahw bigrê, çemê firadê bitena ser ê xwe dikarê debar û eboriya gel ê rojhilata navîn tevî bike, lê mixabin Dewleta dagirker dibin navê projeya GAP ê de bi bendavan pêşî liber ava çemê firadê girtiye, tenê elekrîka ku ji wan bendavan bi dest dixe li bajarên rojava yê xwe senayî û eboriya xwe pê bihêz dike û ji aliyê dinve jî ava çemê firadê bi şêweyeke şantaj û polîtîk bikar tênê. Wekîdin erdnigariya Mezrabota maye bê av, gel ê derdora çemê firadê birçiya, xizane û bêkare ji Dewleta zalim û dagirker re ne xeme. Her çiqasî min navçe Bêlecûg ê derbas kir jî lê dîse hişê min bişun min de li ser çemê firadê ma, destê min jê nedibû ku ez ji çemê firadê biqetim, min pişta xwe da paldankê qultixê xwe, çavên xwe girtin û ez ji xwe re ketim nava xeyalan de, dinava xeyalên xwe de ez li kelek e kê siwardibûm, li ser ava çemê firadê jixwe re digeriyam, ava çemê firadê kelek a min dida ber pêlên xwe û li peravên xwe diqeliband û carna jî kelek a min dikêşand nava xwe û li ser sînga xwe wekî deydîke kê dihejandim.
Cotek xezal li rubarên raserî çemê firadê dinava deviyan de digeriyan, çûkên kelhênek digelî û zinarên kêleka çemê firadê dihêlînên xwede dilisîyan, refek quling bi ristik ji zozanên jorî berbi beriyê ve bilind diser ser ê min re difiriyan, dengê şalûl û bilbilan olan dida, dubare dibû û lihevudin divegeriya, ez dinava van xeyalan xwe de mest bûbûm û min ji xwere digot gelo ez dinava bûhiştê de me û li heremeke bûhiştê dijîm. Ajokerê otobosê bihic pêl frenê kir, kir ku rêvî hamu ji cihê xwe leqıyan. Ez ji wan xeyalên xwe yî xweş hilçeniyam, min xwe diqoltixê xwe de rast kir, çavê xwe vekirin û liderdora xwe fitilîm, gelo ka çi qewimî, lê bi selametîbû. Ez baş hatim ser hişê xwe û min meyzand ku ez gihîştime navçe pirsûse. Dive ku heya du sê mihan berê hin însanên me navê pirsûse nebihîstibûn, lê ji roja ku berxwedana Kobanê destpêkiriye heya wekî îro navê navçe pirsûsê dirojevê de ye, malevantî û piştevaniya gel ê rojava û qantona Kobanê dike, li vira bê çiqasî bi destxistina şahredariyan girînge derdikevê pêş û xwe nişan dide, waxta ku şahredariya navçe pirsûsê ne didestên kurdande baye wê rewşa gel ê Kobanê çawa bîbûya ez jî nizanim. Divê berxwedana Kobanê de barekî giran ketiye ser milên gel ê pirsûsê, hejmara niştecihên pirsûse nagihêjê çel hezarî, lê nezî sed û şêst hezar koçberên Qantona Kobanê li pisûse û derdora wê civîyaye û gel ê pirsûse bi derfetên herî kêm alîkariya koçberên Kobanê dike. Xwedê mala kurdên xayîn û xwe firoş xerabike, ez diwê bahweriyêdeme ku waxta şahredariya bajarê Riha yê jî didestên kurdandebaye wê îro rewşa wan koçberên Kobanê hîn baştirbûya. Jixwe navçe pirsûse nêzî bajarê Riha yê ye. Piştî ku min navçe pirsûse derbaskir bi qederekê ez gihîştin hêlîna mirovahiyê û qada şaristaniyê bajarê Rihayê, bajarê kevnar û pêxemberan, warê serok û rêberê kurdan birêz APO, wekî ku tê gotin dema navê bajarê Rihayê tê bi lêvkirin şerê Îbrahîman ê li hemberî Nemrudan tênê bîra mirovan, lê mixabin yek dikarê bibejê Dewleta dagirker pergala xwe divirade jî daye runiştandin, pirraniya gel ê Rihayê bişêweyên cuda cuda bixwe ve girêdaye, jibonî ku gel ê Rihayê piştevaniya rêberê gel ê kurd birêz APO neke, peve dinava xabat û hewldanandeye. Waxta ku tu li çol û beriya derdora bajarê Rihayê dimeyzênê wekî ku tu li pêraveke bahrê bê û li bahrê meyzênê, bê çawa dawiya bahrê xuyan nakê wisa dawiya çol û beriya derdora bajarê Rihayê jî xuyan nakê, ne darek, ne şiniyek çavê te pê nakevê, tenê gundiyên ku bi derfetên xwe bîrê avê kolana û bi wan bîrê avê zeviyên ku çandine şînahiya wan xuyandike, çemê firadê dikêleka wan re derbasdibê, lê ew çol û beriya ku ne seriye û ne biniye bi salane li benda avê ye, lê mixabin heya wekî îro hîna jî bê ava. Evya jî siyaseteke bi zanîbûne Dewleta dagirker li ser gel ê heremê dimeşînê.

Beş III

Roj qulupî, reşehiyê şevê hêdî hêdî xwe li erdê vedida, otoboza ku ez lê siwarim ji bajarê Riha yê derket û em berbi warê Edulê navçe Wêranşarê ve meşiyan, heya ku ez gihîştim Wêranşar ê her dever tarî bûbû, ez li vira dîse ketim nava xemginiyekê de, reşahiya şevê rê nedida çavê min ku ez li ax, av, berî, newal, çol û çiyayên welatê xwe meyzekim. Didestpêkê de jî min anîbû ziman tu carî ez naxwazim bi şev ê derkevim rêvîtîyê, lê tiştin hene ne di destên yekîdene. Piştî bi qederekê ez gihiştim navçe Qoserê (kiziltepe) bajarê Merdînê nezî bist û pênç kîlometran li bakurê navçe Qoserê dikevê, navçe Qoserê li ser rê ya hevrîşime (îpek yolu) ye, jiber ku şev tarîbû bajarê Merdînê xuyan nedikir, tenê ronahiya elektîrîkên bajarê Merdînê diçûrisandin, bi şevê peve yek dixwazî ji durahîyêve ji xwe re li bajarê Merdînê meyzekê, wisa bi şêweyekî xweşik xuyandike ku yek jê têr nabê, wekî gerdenîyeke zêr ku tu têxê sukra qîzeke delal û lihevhatî, şewqê û ronahiyê li derdora xwe bi reşênê, xweşikbûna çirûskên elekirîkên bajarê Merdînê wisa yekî berbi xwe ve dikêşînê. Heya ku bajarê Merdînê jiber çavên min hûndabû min ji xwe re ter û tijî li wê xweşikbûna bajarê Merdînê temaşe kir û min ji xwe re digot heye ku carekedin ev fersenda nekevê destên min. Rêvîtiya min di dikêlaka sînorên ku dagirkeran dinavbera bakur û rojavayê Kurdîstanê de danîne berbi navçe Nisêbîne ve berdewam dikir. Ez gihîştim dahma navçe Amûdê, navçe Amûdê, navçeyeke rojavayê Kurdîstanêye li binya xetê di kêleka sînor deye, şewqên elektirîkê navçe Amûdê xweş xuyandikirin. Berya bi çar salan Amûdê û derdora wêya di bin desthilatiya dagirkerande bû, Lê niha azade, xwe bi xwe, xwe bi rêve dibe, jiber ku em kurdên bakur azad ne jiyane, bê azadî çawaye em pê nizanin, bi hesreta azadiyê em ji xwe re dibejin gelo wê rojek werê em kurdên bakur jî wekî kurdên rojava azad bijîn, ez hîna li ser Amûdê û azadiyê ji xwe re difikirîm min meyzand ku ez gihîştime dawiya rêvîtiya xwe navçe Nisêbîna. Waxta ku ez ji otobozê daketim bêhna min çikiye, çavê min şewitin, min ji derdora xwe pirsî evya çiye wisa çavê min dişewitin û bêhna min diçikê? Cuwanekî got xalo gaze gaz, gaza ku polîs tavêjin kolana, ji roja serhildana 6, 7 û 8 tê cotmehê ve hîna jî car caran cuwan û dagirkerên kurdan pevdiçin. Wî wextî min baş famkir ku çima çavê min dişewitin û bêhna min diçikihe. Min carekedin ji wî cuwanî pirsî, çima çavê min dişewitin û bêhna min diçikê, lê çima bêhna te na çike û çavê te na şewitin? Wî cuwanî ji min re got, xalo em fêrî gazê bûne tu bandora xwe li me nakê.

Nisêbîna rengîn, warê serhildan û berxwedanê, cihe ku ez lê ji dayik bûme û hatime dinyayê, bexçeyê xewn û xeyalên min, derguşa zarokatiya min, wargeha êş, kûl û derdên min, stargeha birîn û evîna min, bingeh û hêlîna jiyana min bajarê Nisebîne. Xaniye malbata min li taxa saysonê li kêleka hesinê trênê dimênê, bû sibeh piştî ku min taştiya xwe xuwar, ez derketim ser xanî û min qederekê li derdora xwe meyzand, waxta li vira ez bibejim tu carî ez naxwazim werim Nisebînê, wê hinek ji min re bibejin çawa tu vê peyvê dibejê, cih û warê ku tu lê ji dayik bûye, lê jiyaye û tu dibejê ez naxwazim werim wî cihî bibînim.? Ez heya gihiştim bîst û heft saliya xwe bê navber li Nisêbînê jiyam û çend salan jî li bajarê Merdînê jiyam, waxta em hemûyê têxin ser hevudin em dikarin bibejin nêzî sîh salan ez li Nisêbînê jiyame, lê rojeke ku em bêjin oh nay bi vê kêliye ez ne jiyame, çimku jiyana min hemu dinava xizanî, perîşanî, kuştinan, arîşeyan, girtîgehan, tirs, kûl û xemande derbasbû, ez bi xwe neketim girtîgehan de lê birêmin hatin girtin û hin xwediyên min hatin kuştin. Ez vêya ne jibonî pesindanekê tênim ziman, bi hezaran malbatên direwşa me de û hîna ji me xerabtir hebûn, li vira ez dixwazim tesbîtekê têxim rûpelê dîrokê de. Wan waxtan hîna destpêka şoreşê bû, gel pir ditirsiya, em jî di tirsiyan, lê wekî ku me suc û gûnehin mezin kiribûn, dostên me, hevalên me, hin xwediyên me û însanên derdora me rûyên xwe ji me diguhertin, silav li me nedikirin, ew dost û xwediyên me yên ku bi salan bû em bihevudinre têkildarbûn ne dixwestin em li cem wan rûnin, madê xwe ji me dikirin, rêça xwe ji ser me diguhertin jibonî ku li dahme me ne sekinin, gundêkî mala apê min hebû, gund bi derbekêre xwediyê min bûn, waxta ku ez carna bi mêvantî diçûme wî gundî cem malbata apê xwe, min pê derdixist wan xizmên min û gundiyan bi çavekî wisa xerab li min dinerîn wekî ku berazek an jî kafirek hatiye cem wan, hewqasî ji min acizbûn, nedixwestin ku çav li min bikin. Piştî van bûyeran hamûyan jî min tu kes tawanbar nedikir û ez ji tu kesî aciz nedibûm, min dizanîbû wê rojek werê ev kesan wê poşman bibin û diderhaqê min de tiştên ku wê demê difikirin şaşe û xelete, Û wekî ku ez difikîrîn jî derket, jiber vê yekê ez pirr kefweşim.

Dê bidome…

dîtin: 249

Pêveker:

Şam şekire welat şîrîntire ii iii