• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şanda Hewlêrê ji bo çareseriya mijara petrol û bûtçeyê li Bexdayê ye

Şanda Hewlêrê ji bo çareseriya mijara petrol û bûtçeyê li Bexdayê ye


barkirin: Rêbendan 17, 2014, 7:39


Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin serokatiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de gehişte Bexdayê.  Di şanda Hewlêrê de li gel serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, ji cîgirê serokwezîr Îmad Ehmed, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî, Wekîlê Wezareta Darayî Reşîd Tahîr, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî û Amanc Rehîm cîh digre.

Li gorê agehiyan şanda Hewlêrê ji bo çareserkirina krîza petrol û bûtçeya herêmê li gel Cîgirê Serokwezîrê İraqê ya berpirsê Karûbarê Enerjiyê Husên Şehristanî re hevdîtinek pêkanîn lê hevdîtin bêyî encam ma. Her weha çavlirêye ku li ge Wezîrê Darayî yê İraqê û serokwezîr Nûrî Malikî jî bicivin.

Beriya niha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî gotibû ku armanca serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê yekalîkirina dosya petrolê ye daku careke din bi hinceta petrolê butçeya Herêma Kurdistanê neyê kêmkirin.

Ji aliyê din ve li gor nûçeyekê Rûdawê, der barê civîna îro de Wezîrê Petrola Iraqê Ebdilkerîm Liêbî gotiye, emê hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Herêma Kurdistanê re berdewam bikin.

dîtin: 367

Pêveker:

Şanda hewlêrê ji bo çareseriya mijara petrol û bûtçeyê li bexdayê ye