• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şanda Kantona Cezîrê û ENKS li Dihokê ligel Barzanî dicivin

Şanda Kantona Cezîrê û ENKS li Dihokê ligel Barzanî dicivin


barkirin: Rezber 14, 2014, 12:08


Şanda Kantona Cizîrê ya ku ji 7 kesan pêk tê, wê îro danê êvarî li bajarê Dihokê yê başûrê Kurdistanê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bicivin.

Li gor agehdariyên ketine destê RojNewsê, îro êvarî şanda Kantona Cezîrê wê li Dihokê ligel şanda ENKS’ê bicive. Civîn di bin pêşengtiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de tê birêvebirin. Li gor agehdariyên RojNewsê şand bi navê Kantona Cizîrê beşdar dibe.

Endamên şanda Kantona Cizîrê yên ku beşdarî civînê dibin wihane; “Aldar Xelîl, Necmedîn Mele Omer, Cemal Şêx Baqî, Dr. Abîr, Sînem Mihemed û hevserokê PYD’ê Salih Mûslim.” Ji aliyê ENKS’ê jî, Tahir Sifûk, Şêx Alî, Îbrahîm Biro, Feysel Yûsif û serokê PDK-S’ê Siûd Mela beşdarî civînê dibin.

Mijara serekî ya civînê, rojavayê Kurdistanê û berxwedana li Kobanê tê meşandin e.  Li gor agehdariyan hê ne diyare hevserokê PYD’ê Salih Mûslim bi tenê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive yan na.

MİHEMED ORHAN

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJ NEWS

dîtin: 345

Pêveker:

Şanda kantona cezîrê û enks li dihokê ligel barzanî dicivin