• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şaredariya Rihayê Zimanê Kurdî ziman nabîne-Hawarnet.com

Şaredariya Rihayê Zimanê Kurdî ziman nabîne-Hawarnet.com


barkirin: Êlûn 8, 2013, 6:32


Şaredariya Riha yê AK Partiyê, ji bo nasandina bajêr bi heft zimanî CD ya danasînê amade kir lê di nav wan zimanan de cih neda zimanê kurdî.
Karên Civakî û Çandê ji bo danasîna dîrok û cihên çandî ya bajêr bi zimanên tirkî, îngîlîzî, elmanî, fransî, rûsî, erebî û farisî bi heft zimanan de CD amade kir. Di CDê de tunebûna kurdî bale kişand.
Wekî tê zanîn li Rihayê ji sedî 80 gel bi kurdî diaxive. Mijara di danasîna Rihayê de cih nedayine kurdî, ji aliyê Encumenê şaredarî yê BDPî Yuksel Çibik duh hat birin rojeva meclîs a şaredariyê. Yüksel Çibik pêşniyarekê ji 3 pirsan pêk tê amade kir.

Encumenê şaredarî yê BDPî Yuksel Çibik di pêşniyarê xwe de pirsî ku, “Gelên ku li Rihayê dijîn piraniya wan kurd û erebin, ji bo ku ew jî tevlî jiyana civakî bibin, gelo hûn difikirin ku li qada wan jî çalakiyên civakî û çandî li darbixin? Gelo şaredarî difikire ku di zimanên kurdî û erebî de jî çalakî li darbixe? Ji van pirsan re weke bersiv wiha hat gotin: “Ji xwe di navbera tirk, kurd û ereb de tu cudatî tune ye û em di seranserê Meha Remezanê de li 17 heremên cuda, tirkî, erebî û kurdî çalakî li darxistin.”

Çibik got şaredarî dibêje em cudatî naxin nav kesî lê bi taybetî ji kurdî re cih nedaye û got ji bo ku di CD yê de Riha bi kurdî jî bê nasandin, berê pêşniyar daye lê weke henekê xwe dikin kurdî nexistine nav 7 zimanan. Çibik wiha pê de çû: Ez li bendê bûm ku di pêvajoya aştiyê de şaredarî, biçûk be jî di mijara kurdî de divê gavekê biavêta.

 

HAWARNET.COM

dîtin: 160

Pêveker:

Şaredariya rihayê zimanê kurdî ziman nabîne hawarnet com