• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Schulz ; Ez naxwazim Erdoxan çalekiyan lidar bixe

Schulz ; Ez naxwazim Erdoxan çalekiyan lidar bixe


barkirin: Hêzîran 30, 2017, 1:05


Serokê Giştî yê Partiya Demokratên Civakî ya Elman û namzetê Serwezîrê Elmanya Martin Schulz daxwaz kir da di Kombûna G20 an de li Elmanya çalekî û civanên Erdoxanî li gel Tirkên Elmanya bêne astengkirin.

Ez naxwazim çalekiyan lidar bixe

Schulz got "Sîyasetvanên biyanî yên nirxên me digrin bin piya divê bi gotinên rikberîyê li Elmanya dernekevin dikê."
Schulz berdewam kir û got "Ez naxwazim Erdoxanê li Tirkîyê Rojnamevan û nivîskaran digre zindanê li Elmanya çalekiyên mezin bike."

Schulz diyar kir ku ev hol û deverên cih nedane bo kombûn û civanên Erdoxanî bi biyaniyên vala serlêdanên Erdoxanî pişdest dikin û diyar kir divê Elmanya û herkes bi rengekî vekirî helwestê xwe dijî Erdoxanî deynê da ku nakokî û pevçûnên navxweyî derbasî Elmanya neke.

7-8 ê Tîrmehê li Hamburgê civîna 20 welatên mezin pêk tê. Ji bo vê yekê li çend bajarên elmanya ji bo civîn û kombûnan ji aliyê rayedarên tirk ve serî li hol û deveran hatibû dayin lê bersivên neyênî bo wan hatibûn.

Him ji aliyên rayedarên Elman him jî ji aliyê raya giştî ya Elman ve Erdoxan di vê civînê de nayête xwestin.

 

dîtin: 63

Pêveker:

erdoxan schulz g20 hamburg