• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Sebaret bi Helbesta Rêzdar Selahattin Demirtaş | Kawa Nemir

Sebaret bi Helbesta Rêzdar Selahattin Demirtaş | Kawa Nemir


barkirin: Pûşper 24, 2017, 10:47


Sebaret bi helbesta rêzdar Selahattin Demirtaş a cenabê Wî bi xwe berî du hefteyan tevî silavên xwe ji Bendîxaneya Edirneyê ji min re şandî û min wergerandî Kurmancî: 

Usûlek heye ku heke xwedanê helbestekê sax be û li dinyayê xweş be, gotî her kesek destûrê jê bixwaze da ku wê metna edebî wergerîne zimanê xwe. Ev yek! A duduyan, ez wakalê silavên kak Demirtaş im, Wî silavên xwe ji hemî kesên azadîxwaz re bi rê kirine û her wiha cenabê wî fêrî Kurmancî dibe. 

El-qisse, heval û hogirên ku min dinasin, xeysetê min e, ez çu caran xwe tevî xirecir û hêwirzeyên bi wî rengî nakim û her tim min ji xwe re çêtir dîtiye ku der barê babetên wergêranê yên cidî de ez li gel hevpîşeyên xwe yên "wergêr" qise bikim, ne ku li gel yên ne wergêr. Ez ne li gel wan gotûbêj û têbînîyan im ku der barê kêferata wergerê de û der barê fesaneya "nefambarî"ya zimanê min de têne belavkirin. Çibûn û çinebûna vê xebata çarîka sedsalekê pabendî Zemanî bi xwe ye.

Meseleyê şêlî mekin û ez hêvîdar im ku bêtir ji her tiştekî din hûn berê xwe bidine bi hezaran xebatan, hin teşebusên mezin ên ku, çi baş çi ne baş, hatine kirin û di xizmeta we xwîneran de ne. 

Li gel rêz û silavan 
Kawa Nemir 

Sonnet 70

That thou art blamed shall not be thy defect,
For slander’s mark was ever yet the fair;
The ornament of beauty is suspect,
A crow that flies in heaven’s sweetest air.
So thou be good, slander doth but approve
Thy worth the greater, being woo’d of time;
For canker vice the sweetest buds doth love,
And thou present’st a pure unstained prime.
Thou hast past by the ambush of young days,
Either not assail’d, or victor being charged;
Yet this thy praise cannot be so thy praise,
To tie up envy evermore enlarged:
       If some suspect of ill maskt not thy show,
       Then thou alone kingdoms of hearts shouldst owe.

William Shakespeare

Sone 70

Li te lomekar in, ne ku gunehê te heye,
Bêbextî tîra xwe her berdide pakîyê wer:
Xeml û xêza rindîyê guman e, ma ne we ye?
Xweştirîn hewa ye qijik tê de difire her.
Vêca, heke tu pak bî, wê bêbextî mil dayne,
Nirxê te berz be, tê bibî awata serdeman;
Kurmê pîs xwe’j şêrîntirîn bişkojan danayne,
Tê jî rê bidî benga saf e bê şik û guman. 
Te qelaşt kemîna salên xwe yên ciwanîyê,
Êrîş hatin û çûn, tu her dem mayî serfiraz;
Lê ev pesnê te di te kar nake ta dawîyê,
Kumreşîyê girê nade, tûj dike bêmiraz.   
       Şika nepak nebûya rûpoşa dîdema te,
       Mîrên dilan giş ê bimana li ber rehma te.

William Shakespeare

dîtin: 67

Pêveker:

kawa nemir selahaddin werger