• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şehîd û sembolên hunera Şoreşê; Ji Vîktor Jara heya Sefkan

Şehîd û sembolên hunera Şoreşê; Ji Vîktor Jara heya Sefkan


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Nîsan 25, 2014, 11:43


Huner îlhameke îlahî ye ku hisên me bilind û nevî dike. Carna em bi wan hisan difrîn û carna şadîn û carna jî xemgîn. Huner giranbûhaye û zû-zû nabe bi para her kesî. Kesên ku qîmeta hunera xwe dizanin, di şetên herî giran û dijwar de giraniya xwe diparêzin. Her rojê bi sazekê nareqisin û xwe nakene amrazê destê siyasetmedar û bazirganên jiyanê. Di nava me Kurdan de kesên wiha pir hebûne. Cemal Muftî, Sefkan, Mizgîn, Çiya, Melîk Firat, Erdewan Zaxoyî, Sarya, Hogir, Serhed û Elî Temel.

Victor Yara kîye?
Di dîroka welatê Şîlî de piştî navê Salvador Allende(26.07.1908 – 11. 09. 1973) zêdetir ji her kesî navê wî tê bihîstin. Awazên wî têhn û tama xwe ji jana gel standibûn. Jana ji dayikbûna serxwebûn û demokrasiya ku wan jê hez dikirin. Victor Jaba an jî Xara hem gîtarîstekî bispor, hem helbestvan û hem jî komposîtor û stranbêjekî navdar bû. Ji aliyê din jî li kêleka serokê Şîlî Salvador Allendê kesekî şoreşger dihat hesibandin. Stran û awazên wî ji dilê gel dihatin. Ew di nava êş û elemên gel de mezin bibû û zû rêya xwe ya jiyanê hilbijartibû. Rêya ku tenê xizmeta gel û şakirina dilê wan bû.
Victor kurê cotyarekî feqîr li bajarê Santiago bû. Rojên dawiya zivistana sala 1932an hate dinê. Ew ji çeperê parastina maf û nirxên gelê xwe derneket. Hunereke wisa mezin di dil û canê wî de hebû ku tenê dikarî rû bi rûyê gel rûne û têhanatiya hestên xwe yên tije evîn û êş bi guhdarên xwe re parve bike.
Di helbestên wî de rewşenbîrîya siyasî-civakî hebû. Muzîka wî liv û lebat têde hebû û gel vedixwende têkoşana li dijî neyarên azadiyê. Ji bona wê jî ew zû ket nav dilê gelên Amairîka Latîn. Victor dostê bindest û karkerên bêmaf bû.

Derbeya leshkerî û qedera resh
Piştî derbeya leşkerî li Şîlî ku di Septambira sala 1973an de bi hevkariya CIA û serokatiya Augusto-pinoçet (25. 11.1915 – 10.12. 2006) gehişt encamê, Victor tevî 5000 ciwanên din yên şoreşger û alîgirên bîr û ramanên azadîxwaziyê di stadiuma mezin a bajarê Santiago de hate zindanî kirin. Birêveberê zindanê ew demek bû ku jê ketibû kîneke mezin. Ew dixebitîn ku tirsê bêxin nava dilê şoreşgeran. Dixwestin bi awayekî Victor ji holê rakin. Çimkî awazên wî yên şoreşgerî hemû pilanên wan vala derxistibûn. Roja 16ê meha Septembera sala 1973an birêveberê zinadanê ku marşên wî yên tije êşiq û heyecan guhdarkiribûn, xwe nêzî wî kir û jêre got:“ Tu amadeyî ku ji hevalên xwe re li gîtarê bêxî û marşa bistirî?“, Victor jî wiha bersiv da:“ Elbete ku ez amademe…
Serokê zindanê ji serbazekî re got:“ Gîtara wî bînin…
Serbaz çû û bivrek bixwe re anî û li pêşberî hezaran kesan her du destên Victor bi wî bivirî şikandin. Piştre serokê zindanê bi keneke tejî henek jê re wiha got:” de başe ka bistire, çima sekinî?
Victor bi nêrîneke tejî tehqîr li çavên wî nêrî, êşê laşê wî yê tejî hisên hunerî digûvişand, lê wî kontrola xwe parast. Bi hêzeke mezin destên xwe yên bi xwîn ber bi asiman ve bilind kirin û livandin, ji hevalên xwe dawa kir ku pê re bistirin. Di rewşeke wiha tirajîk de ku xwîn li dest û tiliyên wî yên nazik diherikî wî û 5000 hevalên wî dest bi xwîndina marşa”yekîtiyê” kirin. Ew awaza V.Jara di stadiumê de heycanek germ û nû çêkir. Wira lerizand:
Ne ji bo stirînê distirim
Û ne ji bo pêşkêşkirina dengê xwe
Ne!
Ez wê helbestê bi awaz dixwînim
Ya ku Gîtara min a xwedî êhsas dibêje
Çimkî vê Gîtarê dilê xwe ji erdê ye
û mîna çivîkan difire û derbas dibe
û mîna ava pîroz
qehreman û şehîdan bi dilovanî paqij dike

Shehîd Sefkan û Mizgîn
Di wan salên tije zulm û zordariyê de ku li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî li bakurê welatê me zulim û zordariya dagîrkeran gehabû asta xwe a herî bilind û dijwar, du deng bûne yek û banga şiyariyê wek mizgîniya herî xweş di nava gel da belav kirin.
Awazên wan zû weke xwîneke rewan ketin nava demarên dilê civakê û bûn ban û bingeheke nû di jiyana siyasî-civakî û huneriya Kurdan de. Wan di pêngava xwe ya yekê de hereketek nû û hêzeke meinewî a mezin dane gel. Bi taybetî jî di nava şoreşgerên Kurd de, ew du deng, hêza rih û mejiyê nifşê nû bûn.
Ew ji hêlekê hunermend bûn û ji hêla din jî bi deng û awazên xwe manîfestoya “şoreşeke nû” di nava çînên civaka me da belav dikirin. Bihayê kar û xebata kesên wiha ger bi vê pîvanê bê nirxandin, cewherê ked û rola wan yê baştir ji me re eşkere bibe. Çimkî wan salan her tişt di jiyana Kurdan de nû an jî sava bû. Li pey têkçûna serhildana Dêrsimê cara yekê bû ku ciwanên Kurd li dora hev kom bibûn û bingehê rêxistineke bihêz damezirandibûn. Hereketa ku navê wê Partiya Karkerên Kurdistan bû û dixwest ji her alîve pêş bikeve û rewşa civakê bigûherîne. Di rewşeke wiha hesas û dîrokî de hinek dengên xweş hebûn ku hêzeke meinewî a mezin didane endam û alîgirên wê herekata nûxwaziyê:
Ax de menal menal lê lê dayikê / Reşa xwe deyne lê lê xuyikê
Ax li ba me nîne em şînê bikin
….

Kurte jiyana shehîd Sefkan
Celal Ercan bi nasnavê xwe yê hunerî Sefkan di sala 1960an de li gundê “Laleş Şaxî”yê ku girêdayî bajarê Çemîşgezeka wilayeta Dêrsimê ye, hate dinê. Hingî siyaseta asîmîlasyona komara Tirkiyê û Kemalîstên înkarger bi hemû hêza xwe li bakurê Kurdistanê dihate meşandin. Di şertên wiha de Celal xwîndina xwe li bajarê Elezîzê bidawî tîne. Sala 1977an çend hevalên şoreşger nas dike ku wek Apoçî di nava gel de xwedî liv û lebateke berfireh bûn. Li pey lêkolîneke berfireh dibe endamê wê komê. Sefkan hingî di nava hevalên xwe yên şoreşger de hem saz lêdixist û hem jî helbestên melodîk dinivîsin û bi dengê xwe yê germ û nerm distrî. Carna jî di çardîwarên malan da ew li dora hev kom dibûn û Sefkan wiha diqêriya:
Vaye PKK rabû lê / li deşt û çiya belav bû
Kulîkên welat sor bûn / bilbil bi gula şabûn….”

Ev strana wî ya herî xweş bû ku weke bayê biharê li her derê belav bû û zû ket ser zarê xelkê. PKK çêbû û ev mizgîniya mezin û dîrokî bi dengê germ û nermê Sefkan li çar hêlên Kurdistanê belav bû.
Sefkan heya sala 1980an wek kadroyekî çalak li bajarên Amed, Elezîz û Dêrsimê hem xebatên hunerî dikirin û hem jî xebatên siyasî didan meşandin.

Damezirandina Hunerkom
Piştî derbeya leşkerî ya 12ê îlonê li sala 1980an Sefkan çû welatê Elmanya. Li wira di etmosfêrekî azadtir de û bi evîneke bêdawî him karê siyasî û him jî li ser karê xwe yê hunerî sekinî. Wî dixwest ji bo zindîkirina berhemên folklorîk û hunera Kurdî xizmetekê bike. Ji ber wê jî Sefkan li ser bingeha ku çand û wêjeya Kurdî bê bipêşxistin û rêyek li ber bayê reşê asîmîlasyona dewletên dagîrker bê girtin, xwedî îde û ramanên nû bû. Pêşniyara wî ya herî esasî ew bû ku saziyeke kulturî û netewî çêbibe. Di dawiyê da encama van hewldanên wî û kesên weke Zozan, Emele, Mizgîn, Çiya, Xemgîn Bîrhat û Seyîd Xan di sala 1983an de bû sedema damezirandina “Yekîtiya Hunermendên welatpêrêzên Kurdistan-HUNERKOM ê”. Hunermend û stranbêjên ku piştre di bin siya vê saziyê da ketin qada xebatên hunerî, xizmetên gelek mezin bi deng û muzîka xwe pêşkêşî gel kirin.

Şêwekar û Hunermend
Perwerde, huner û karê şoreşgerî karên wî yên sereke bûn. Wî bultena Hunerkom amade û arşîv dida hev, rewşenbîr, hunermend û destê wî yê nivîsandinê jî bihêz bû.
Sefkan dema li Kurdistan û Ewropa bû rûbergên gelek kasêt, rojname û kovarên Kurdî bi tilêyên wî dihatin xemladin. Ji ber ku li ser zimanê Kurdî zêde şehreza nebû piranî bi zimanê Tirkî stranên xweş diafirandin. “Ha Gerîla” strana wî ya herî xweş bi zimanê Titkî ye ku heya roja îro jî li ser zarê xelkê ye:
Ha gerilla, gerilla, gerilla / Cihanın umudu gerilla.
HA gerilla, gerilla, gerilla / Halkımın umudu gerilla….

Ew zû bû ronahiya çirayê ber piyê ciwanên kurd. Li ser serhildana Dêrsimê û di pey re jî şêweyên talankirina folklor û hunera Kurdî Sefkan xwedî agahiyên piralî û baş bû. Li Dêrsim wî ji zimanê pîr û kalan çîroka rastîn a tevkujiya sala 1938an bihîstibû. Ji ber wê jî ew bi zimanekî bilind û hisên tejî êş û elem wiha dibêje:
Mevziden mevziye fırlayan / Canını savaşa adayan.
Yorgunluk açlık, susuzluk decede / Yılmadan savaşır gerilla.
Dêrsim dagi Dêrsim dagi / Derelerin kanla dolu
Ahin yerde kalmayacak / Başi duman Dêrsim dagi

Vegera Kurdistanê
Sal bi sal endamên Hunerkomê zêdetir bûn. Ev jî dibû sedem ku xebat û berpirsyartiyên nû li ser rêya kesên weke Sefkan vebibin. Sefkan piştre pêhesiya ku ji bo dewlemendkirina hunera Kurdî pêwîstiya wê saziyê bi dewlemendkirin û serûkaniyek nû heye. Wî jî dizanî ew gencîneya huner û stranan jî tenê di nava dilê civakê da anku li Kurdistanê veşartiye. Bo vê armancê piştî demekê ew biryara vegera welat dide. Havîna sala 1984an ji Ewropa çû rojhilat û başûrê Kurdistanê. Li Kurdistanê gund bi gund digere û bi dengbêjên Kurd re li ser komkirin û nivîsandina stranên Kurdî yên folk û resen dixebite. Demekê di nava gerîla da, piştre jî çû Beyrut û li pey wê careke din vegerî Kurdistanê.
Li gund û çiyan tevî cî bi cîkirina erkên rêxistinî, ji xebatên xwe yên hunerî jî xafil nabe. Hînî nivîsandina notayên muzîkê dibe û kilamên ku dinivîse bi rêya postê ji hevalên Hunerkomê re dişîne Ewropa.Wan karekî kolektîv û bi hev re didan meşandin.

Yekemîn berhem
Beriya ku ew vegere ser axa bav û kalan, li Ewropa kasêtekê li jêr navê “KANDIL DAGI” amade û belav kiribû. Ew bi hemû wateya xwe hunermendekî şoresgher, afirandkar û xwedî motivên nû bû. Bûyerên ku li welatê wî diqwimîn zû dixstin kirasê stran û awazên melodîk.
Dema Mihemed Karasungur û Îbrahîm Bilgîn li pey hewldanên ji bo aştiyê li çiyayê Qendîl hatin şehîdkirin, ew wiha bi wî çiyayê Kurdistanê re kete gilî û gazinan:
Kandil dagi topragi / Çatlak çatlak susuz yazda
Karasungur bir burgudur / Deşiyor kuru çatlagi
Gün yüzü gormemiş umut / Nice sevdalarla dolu

Şehîdbûna Sefkan
Sefkan nedixwst ji Kurdistanê dûr keve. Bi saza xwe re çû serê çiyayên Kurdistanê, bû gerîla û şervanê doza Kurdistanê. Hereketa ku ew pêre bû roj bi roj pêş diket. Kadroyên hereketê bêtir ji axaftinê di piraktîka xwe de bala xelkê dikişandin ser hereketa xwe. Ev bû sedem ku rêxistin û komên oportunîst li dijî wan bikevin nava liv û lebatê. 16ê Nîsana sala 1985an Sefkan bi komployekê ku ji hêla “Partiya komunîsta Iraqê” ve hatibû çêkirin, tevî heft hevalên xwe şehîd bû.
Heyf û mixabin wî bi sedan xwezî û hesret bi xwe re birin bin axa sar ku şev û rojan ji bo cî bi cîkirina wan dixebitî.
Şehîd Sefkan hem şoreşger û hem jî hunermend bû. Xortekî bi piresnîp û baweriya wî bi vê rastiyê hebû ku berî herkesî hunermend dikarin di civakê da guherandinan çêbikin.
Mezarê wî niha li serê çiyayê Kurdistanê ye. Rojekê ew mezar yê bibe cihê serlêdana rewşenbîr û hunermemdên Kurd. Evîndar û dilxwazên awazên şoreşgerî ticara şehîdên doza huner û azadiyê ji bîr nakin. Çimkî wan bi ked û xwîna xwe hemû êş û elemên jiyanê pejirandin, lê qebul nekirin ku „bihayê insaniyetê“ bê xwarê an jî kêm bibe.

dîtin: 777

Pêveker:

Şehîd û sembolên hunera Şoreşê ji vîktor jara heya sefkan