• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şehristanî: Bêyî razîbûna Bexda petrol nayê hinardekirin

Şehristanî: Bêyî razîbûna Bexda petrol nayê hinardekirin


barkirin: Sermawêz 2, 2013, 4:18


Cîgirê Serokwezîrê İraqê bo Karûbarê Enerjiyê Husên Şehristanî ragehand ku ligel Tirkiyê rêkeftine û bêyî razîbûna hikûmeta navendî ya Bexdayê petrol bi rêya axa wan nayê hinardekirin.

Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Taner Yildiz jî got: ‘’Ji bo çareserkirina kêşeya hinardekirina petrolê lijneyeke sêqolî di navbera hikûmeta Tirkiyê, hikûmeta navendî ya İraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê pêkanîn.’‘

Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Taner Yildiz doh serdana Bexdayê kiribû û ligel Cîgirê Serokwezîrê İraqê bo Karûbarê Enerjiyê Husên Şehristanî civiya bû, armanca serdana Yildiz jî gotûbêjkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bû bi rêya Tirkiyê.

Li gor medya serbixwe, piştî civînê di press konferansekê de ligel Taner Yildiz, Husên Şehristanî got: ‘’Em ligel Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê civiyan û gehiştin çend rêkeftinan, ya herî girîng rêkeftineke cidî ye daku petrol li her cihekî İraqê be bi rêya Tirkiyê neyê hinardekirin, eger hikûmeta navendî pesend neke.’‘

Şehristanî da zanîn ku ligel Yildiz li ser planekê rêkeftine ku di van nêzîkan de tê cîbicîhkirin û wiha axifî: ‘’Ev rêkeftina han jî ew e ku torên boriyên petrolê yên başûr bi torên petrolê yên bakur ve tên girêdan ku di nav axa Tirkiyê re derbas dibin. Ev projeya han fêdeyeke zêde dighîne Tirkiyê û herwiha fêdê dighîne İraqê jî.’‘

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Taner Yildiz jî got: ‘’Ji bo çareserkirina kêşeya hinardekirina petrolê lijneyeke sêqolî di navbera hikûmeta Tirkiyê, hikûmeta navendî ya İraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê pêkanîn.’’

Basnews

dîtin: 481

Pêveker:

Şehristanî bêyî razîbûna bexda petrol nayê hinardekirin