• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Selahattîn Demîrtaş bersiva Erdoxan da

Selahattîn Demîrtaş bersiva Erdoxan da


barkirin: Pûşper 10, 2017, 12:13




Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê HDP ku eve demeke di zindanên Tirkîyê de girtiye ji bo gotinên serokê Tirkîyê yên di derbarê wî de ku gotibû "Ew teroriste û 54 kes dane kuştin" nameyeke vekirî bekav kir.

Demîrtaş di nameya xwe de bersiva Erdoxanî da û li ser rewşa xwe jî xalên giring derbirîn.

Namrya Demîrtaş wehaye;

Beriya hertiştî di kesayeta min de devavetina te li vîna milyonan mirov, wekî heyî radestî te dikim. Lê ji aliyekî dîtir ve, ji ber vê mikurhatina te "dixwazin sipasiya te" bikim.

Te em ji piştrastkirina wêya rizgar kirin ku pêvajoya li himber me, di bin navê dadwerîyê de tête meşandin, bi dadê ve tu têkiliya xwe tune.

Ez bangeke vekirî dikim; Eve 8 mehe dozger û hindek dadwerên di bin fermana te de, di derbarê gumana ku min 6-8 ê cotmehê bi boneya bûyerên Kobanî, ji bo şewitandin û wêrankirinê bangî kolana kiriye tu tiştek berdest nekirine û nedîtine. Eger ev delîl di destên te de hebin, dixwazim tu wana radestî dozgerên di nava bêçaretîyê de digerin bike.

Ji ber te ez wekî terorîst û beriya dadgeh destpê bike wekî kujerê 54 kesî diyar kirim û hemî qonaxên dadgehê bi van biryarên xwe bê wate hişt ez "sipasiya te" dikim.

Nêzîk an jî dereng ez dê derkevim pêş dadgera. Li wira li pêş raya giştî kî terorîste, kî mêrkuje dê aşkere bibe. Berîya wêya li pêş heqê hertişt aşkere bûye.

Berpirsê hemî bûyerên li vî welatî di asta yekem de tuyi.

Di vê navberê de ji 54 hemwelatîyên me yên hatî kuştin 44 jê HDP yî ne. Dema mirovên me di bûyerên Kobanî de li kolanan dihatine kuştin, Li Cizîrê, Sûr ê bajar dihatine hilweşandin, Kesên bêçek dihatine kuştin, yên di 15 ê Tîrmehê de ketin tevgera hilberînê hemî wekî walî, fermandar, berpirsê ewlekariyê dozger û dadger bûn.

Her çend tu dibîne ku vana di nava hewldana raperîna 15 ê tîrmehê de bûne, bi sedan hemwelatiyên me kuştine, bêyî tu dewra wan di nava bûyerên 6-8 ê cotmehê de bibîne tu tawana wan digre ser min û dixwaze ji berberekî xwe yê siyasî tol werdigre, eve jî hewldaneka pir erzane.

Jiber eve 15 sale vî welatî tu birêve dibe, berpirsê siyasî yê hemî bûyerên rû dayî tu bixweyî. Hewldanên te yên tu dixwaze vêya veşêre nayête veşartin.

Ez di nava çar diwarandeme, bi tirs û bi bêbextî êrîşên te li ser min ji merdî yê dûre. Dixwazim tu bizane ji Xwedê wêdetir ji kesekî natirsim. Nakevime wê erzanbûnê ku ji te û zalimên di bin nîra te de rehmê lave bikim. Bizanibim hetanî dawiya temenê xwe ez dê girtî mînim, tu carî bêrûmetî û teslîmbûnê napejirînim.

Weki HDP û hemî dostên HDP, li hundur û li derve dijî faşîzmê em dê liber xwe bidin û bawer bike di warê dîrokî de em dê biserkevin.

Dixwazim tu bizanibe, ez di yekjura wekî F yê de bim jî; Aram, bêtirs û bextewerim. Ji ber vêya jî tikaye bo min "xema nexwe". 

dîtin: 202

Pêveker:

selahattîn selahaddin demîrtaş demirtaş