• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Selahattin Demirtaş bi biryareka yekser çû Brukselê

Selahattin Demirtaş bi biryareka yekser çû Brukselê


barkirin: Gelawêj 6, 2015, 11:27


Hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk ya Gelan HDP Selahattin Demirtaş bi biryareka yekser berê xwe da Brukselê.
Demirtaş bernameya xwe ya Enqerê da alîkî û dihunê çû Brukselê.
Li gorî nûçe û agahiyan Demirtaş dê li gel rayedarên PKK Zubeyir Aydar û Remzî Kartal hevdû bibînin. Di derbarê berfirehiya sedema çûyinê û hevdîtinan de rayedarên HDP tu agahî nedan.
Ji ber sedema pêvajoya şer ya ku eve demeke li Tirkî û gelek deverên Kurdistanê destpêkirî serdana Demirtaş ya Brukselê balkêş hate dîtin.
Berî neha jî Demirtaş di bersiva xwe ya pirsa rojnamevanan de diyar kiribû ku PKK bersiva banga wan daye û Remzî Kartal amadebûna wan ji bo rûniştina masê û vegerîna pêvajoya aştiyê diyar kiriye.

Raya giştî ya Tirkî û Kurdistanê di heman demê de Ewrûpa çavlirêya encamên van hevdîtinane.

dîtin: 441

Pêveker:

selahattin demirtaş bi biryareka yekser çû brukselê