• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Senaryoyên êrîşa li dijî Suriyê

Senaryoyên êrîşa li dijî Suriyê


barkirin: Gelawêj 27, 2013, 11:47


Piştî ku nûçeya bikaranîna çekên kimyewî li Suriyê kete rojevê, niha jî amadekariya êrîşa li dijî Suriyê dihête gotubêj kirin. Rojeva sereke ya çapemeniyê sebaret bi mudaxeleya li ser Suriyê ye.
Li gor çapemeniya Brîtanyayê bêyî biryara Neteweyên Yekbûyî jî dikarin li Suriyê bixin. Niha jî amadekariya diyarkirina cihên lêdanê û êrîşan dihête kirin.
Li gor çapemeniya Brîtanyayê piştî aşkerekirina raporta komîteya Neteweyên Yekbûyî yên ku bi armanca lêkolînê çûbûne Suriyê dê Emerîka, Brîtanya û Fransa êrîşê Suriyê bikin. Ji bo vê jî ev her sê welat çaverêya biryara Neteweyên Yekbûyî nakin.
Ji bo biryara êrîşa li dijî Suriyê serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron digel serokomarê Fransa François Hollande hevdîtinek pêk aniye. Her weha wezîrê karê derve William Hague jî diyar kir ku bêyî piştgiriya Neteweyên Yekbûyî dikarin bersiva Suriyê bidin.
Rojnameya Indipendeta Brîtanî jî diyar dike ku li gor çavkaniyên serokwezîriyê ew hewl didin piştgiriya Neteweyên Yekbûyî wergirin lê, heger ev jî nebe dikarin ji aliyê xwe ve mudaxeleya Suriyê bikin. Rojname dibêje dê bi rêya deryayê bi muşekan li Suriyê bidin.
Berpirsekê serokwezîrtiyê diyar dike ku êrîşa bi kimyewî ya Esed bêyî bersiv namîne û destnîşan dike ku amadekariyên vê yekê dihêne kirin.
Rojnameya Telegraph jî diyar dike ku niha hedefên li Suriyê dihêne diyar kirin û heger dewletên ku êrîş bikin li hev bên dê di nava vê hefteyê de êrîş destpê bikin. Rojname dibêje bi vê armanca hêzên deryayî amadekariyan dikin. Rojname dibêje serok erkanê Brîtanî general Sir Nick Houghton li Urdunê ye û li wê derê di gel fermandarê Emerîka yê Rojhilata Navîn general Loyd Austin hevdîtin kiriye û rewş nirxandiye.
Rojname dibêje dê ji ser Deryaspî re êrîşê bikin.
Rewanbej.com
dîtin: 426

Pêveker:

senaryoyên êrîşa li dijî suriyê