• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şengal Azad bû, dê xewnên zaroktiyê jî azad bibin gelo?

Şengal Azad bû, dê xewnên zaroktiyê jî azad bibin gelo?


nivîskar: Mem Mîrxan
barkirin: Sermawêz 23, 2014, 11:50


Şengal piştî gelek berxwedan, zor û zehmetiyan hate azad kirin.

Sipekulasyonên kê azad kir li hêlekê law û keçen kurd azad kirin.

Çi ji başûr, çi ji bakur, çi ji rojava û rohilat.

Lê ez wek yekî ku piraniya emre xwe li gund derbas kirî dixwazim çend pirsan ji xwe bikim.

Ez xwe dikim şûna zarokekî Ezidî. Em bejin lala me bi ser kaniya guzê re li wê palê ye.

Pirsên piştî dakirkirinê:

Gelo xuşka min Edul li ku derê kete destê wan? Li xaniyê malê, li pişt malan li wê kuntarê?

Gelo piştî kete destê wan gotina wê ya pêşî çibû?

Gelo Melekê tawûs alîkariya wê kir?

Niha li ku derê ye?

Sax e an miri ye?

An koleyek bi zincîr e?

Goga min a di bin kulînê de gelo hîn jî di bin kulînê de ye?

Pirsên piştî azad kirine:

Kanê goga min,?

Ev kirasê xuşka min e gelo?

Di şûşeyê di sarincê de gezo hebû gezo kê xwar gelo?

Bi henekan be jî gelo dan xuşlan min?

Zaroka tiya min a mişextî çûçikên her roj bela xwe di garisên me didan, çi bi wan hat?

Qaz û ordegên me, ka heta ez bihatama li biniya mala di nav dirikan de we yê hêkê xwe bikirana û li me bipana?

Bizina kej, bizana kol ayê te ji wan re nema ne wilo?

 

 

dîtin: 282

Pêveker:

Şengal azad xewnên zaroktiyê azad bibin gelo?