• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şengal û Pêşmerge

Şengal û Pêşmerge


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Gelawêj 6, 2014, 9:35


Dive germehiya meha tebaxê de, bîst û çar seatan guh ê me li ser şoreşa rojava ye, min ji xwe re digot wê rewşa rojava çawa çêbibe û berbikuve herê, ez dinava meraqandebûm. Ji aliyekîdin ve jî, ez peve ji xwe re difikirîm û min ji xwere digot: wê kengî dawiya vê germê werê da ew ciwan û tekoşerên rojava ji bin çelûpênç- pênceh pîleyên vê germahiyê xelas bibin, da ku karibin hîn behtir tekoşîna xwe bilind bikin. Gotineke me kurdan heye, dibejin “heçî ne li şer e şêr e” Gelo çiqas însanê me li ser şoreşa rojava difikire û heya wan jê heye, bê şoreşgerên kurdan di çi şert û mercan de, di binê wan tîrojên rojê de, vî şer ê giran, bi wan derfetên xwe yî herî kêm, dikozik û çeperên xwe de çawa li ber xwe didin. Ez ji xwe re li ber vê fedakarî, biryari û îradeyê matmayî dimênim. Tenê ez dikarim ji bonî wan canfeda û tekoşerên kurdan vêya bibejim, ji xwe tu kes alîkariya wan nakê, her kesî xwe kerr kiriye û dinava bêdengiyekê deye, xwedê bi wan re bê û rê ya wan ronî be. Hîn em dinawan van meraqandebûn, bûyereke din li me qawumî û hate ser ê me, 03.07.2014 ran de, serê sibehê ez ji xew rabûm, ji xwe ji germa xew a min nedihat, ez derbasî eywanê bûm, min televisyon vekir, haylo! Bê çi qewimîye û çi bûye, hovên çeteyan ketine Şingalê, bajarok û gundên kurdên êzîdiyan hamu dagir kirina û dest bi qatlîam û wêrankirinê kirine. Di televisyonê de rojnamevan Berfîn Hêzil miqrefona didestê xwe de direjî wan paşmergeyan dikir û ji wan re digot çima hûn di revin, hûn çima vî gelê kurd na parêzin? Hinekan ji wan paşmergeyan bersiva rojnamevan ne didan û hinakan jî digot em diçina Kurdîstanê. Ji wan were ku şangal ne Kurdîstane. Temenê min şêst û yek sala, ez bûme şahide çel salê vî şer ê azadiyê, divan çel salên şer ê azadiyê de ez laqî gelek bûyeran “xayintî, bê rûmetîye” hatim, lê heya wekî îro ez laqî bê rûmetiyeke wekî ya şengalê nehatime. Tû ji kîjan aliyan ve li ve bûyera Şengalê bi nerê bênamusî û bê xîretî jê tê xwarê. Di diroka kurdan de, bi sadan caran kurdan li hemberî dijmin û dagirkerên xwe ser î hildane û pirraniyên wan serhidanên kurdan têk çûne, lê tu carî gel ê kurd bê xîretî û bênamusîyeke wekî ya şengalê ne jiyaye û bê rûmetiyeke wisa qabûl nekiriye. Dive ku dijminê te ji te bi hêztirbe û li pêşberî dijminê xwe tu têk herê, evya tiştekî dine, Lê waxta ku tu xwedî hêz bê û çêkên herî modern di destên tedebin, gêl ê tê yî ku xwe parastiye te û tu pişta xwe bide wî gel î û wî gelî bi qatlîaman re rûbirû bihelê û birevê, evya ji bilî bêrûmetî û îxaneti yê pêve ne tiştekîdine. Bila tu kes pisgirêkên navbera partiyên kurdan nekin mahne û tu kes xwe nexapênin evya pêkenokin. Gotineke din ya kurdan heye, dibejin, ” haçî zanê ji xwe zanê, yên ku nizanê baqê niskaye” Gelê kurd dinava şer û tekoşînê de pijiya ye, kî kiye, nêta kê çiya û kî dixwazê çi bike ji hamu kesan behtir gelê kurd dizanê.

Ez bizanîbûn peyva paşmerge bi lêv dikim, wextekî dinava gel ê kurd de, te peyva pêşmerge bi kar tanî û waxta bahsa pêşmergan dihate kirin, dimejiyê kurdan de pêşmerge wekî kesên jîr, agît, mêrxas, can feda û kesên ku di şer de peve bi pêş de dimeşiya û tu carî gav bi paş ve ne tavêtên dihate hesibandin, lê mixabin divê bûyera Şengalê de, pêşmergên me bûne paşmerge. Vê carê paşmergên me cilik di bin kurdan de nehiştin û rûmeta kurdan bin pê kirin. Çawa bi hezaran wan kesên ku ji xwe re digotin em paşmergene, xwediyê çekên modern û teknîka herî pêşketî zarok, qîz, jin û kesên bêçek ku nikaribûn xwe bi parêzin, tu rabê vî gelê xwe teslîmî wahş û hovan bike û bi qatlîaman re rûbirû bi hêlê û bireve. Tu vê îxanetê bi tu rê û rêbazan nikarê bi şêwazeke asayî bi gelê kurd bide qabûl kirin. Tu aqil û matiqê însanên kurd vêya nahilgirê. Gelek qatlîam bi ser ê kurdan de hatine, hejmara kurdan xilbeye, bi vê qatlîamê jî kurd xelas nabîn, lê kengî be, kesên ku bûne sebebê vê qatlîamê wê gelê kurd vî hesabî ji wan bipirse û bi xwazê. Kesên ku bi fikir û ramanên netewî nêzî tekoşîna kurdan nebê, bila vêya baş bizanibin ji îro pêde gelê kurd nema serokatiya wan qabûl dike û bi çavê serokatiyê nema li wan dinerê.

 

dîtin: 338

Pêveker:

Şengal û pêşmerge