• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şerê cihanî yê yekemîn û Kurdistan

Şerê cihanî yê yekemîn û Kurdistan


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Gelarêzan 14, 2014, 8:46


Li ser destpêkirina şerê cihanî yê yekê 100 sal derbas bûn. Şerê ku navenda wê li Ewropa bû û di çar salên temenê xwe yê tije kuştin û wêranî de pêvajoyeke nû a dîrokê jî bixwe re afirand.

Ji roja 28ê Tîrmeha sala 1914an heya 18ê Sermaweza sala 1918an( 28. 07. 1914 – 11. 11. 1918 ) bi qasî 1565 rojan agirê şerê cihanî yê yekê berdewam bû. Di wî şerê malwêranker de qedera gelek dewlet, netewe, qiral û wilatan hate gûherandin. Hinek ji wan baş û hinek jî bi yekcarî ji holê rabûn û îro tenê navê wan di rûpelên dîrokê de maye.

Rewşa Kurd û Kurdistanê

Pêş û piştî şerê cihanê yê yekemîn rewşa Kurd û Kurdistanê ber bi xerabiyê ve diçû. Di wan salan de serhildanên jêr li Kurdistanê qewimîbûn û di germîya şer û piştî bidawîbûna şer jî hereketên netewî li Kurdistanê berdewam bûn:

  1. Sala 1905an destpêka serhildana Simkoyê Şikak li Ûrmiyê û Selmasê bû ku li pey kuştina birayê wî yê mezin Cewer Axayê Şikak di çaxê Qacariyan de dest pê kiribû. Serhildan piştre berfireh û di çar salên şerê cihanî yê yekê de jî li piraniya axa rojhilatê Kurdistanê germ bû. Sala 1930an serhildan bi kuştina Simkoyê Şikak re hat dawiya xwe.

  2. Adara sala 1916–Serhildana Dêrsim ya yekemîn ku li pey çêbûna zemîneya hilwişîna împeratoriya Osmanî û peymana Sykes-Picot Kurdan jî dixwestin ji derfetên çêbûyî sûdê bistînin û bibin xwedî welatekî serbixwe.

  3. Roja 11. 05. 1919an Serhildana Elîyê Batê li bakurê Kurdistanê ku di sinorên herêmeke diyarkirî de ma û nekarî qada xebata xwe berfirehtir bike.

  4. 1919 Serhildana Şêx Mehmudê Berzencî li başûrê Kurdistanê ku navenda wê bajarê Silêmaniyê bû.

  5. 1919 Serhildana Qedemxêra Lek( Li Îlam û Loristanê ) ku hewldanên wê û Cihan xanimê li dijî desthilata Riza Pehlewî bûn. Wan pir xwestin ku bi serokên serhildana sala 1919 li başûr têkiliyên siyasî û hevkariyê deynin, lê dewleta Îngilîz û kêmbûna derfetan ew rê li ber wan girt.

  6. 1914 – 1921 – berfirehbûna şerê şervanên Kurd li dijî dewleta navendî ya Îranê ku serkêşiya wê serhildanê jî Simkoyê Şikak dikir.

  7. 1921 Serhildana Koçgiriyê.

Di hemû serhildan û şoreşên navbirî de xala pir balkêş ewe ku haya serkêşên wan ji hev nebûye. Ji ber wê jî hêza Kurd weke hêzeke bi bandor ji hêla hêzên navnetewî ve cidî nehatiye dîtin. Ew hêz tenê li dijî xwediyê xwe û ji bo meremên siyasî yên wan welatên dagîrker hatiye bikar anîn. Ev rewş bû sedem ku Kurdistan li pey peymana Qesrî Şirîn( 1639 li rojhilatê Kurdistanê) bi peymana Sykes-Picot a sala 1916an bo cara duyê di navbera çar dewletên nûçêkirî de bê parve kirin. Kurdan ji ber ku nekarîn yekîtiyeke siyasî-leşkerî di navbera xwe de ava bikin, di çar salên şerê cihanî yê yekê de jî derfetên mezin ji dest dan. Wihaye ku em piştî sed salan dîsan jî bêdewlet û wilatekî serbixwe ne.

Pirsa ku van rojan zêde tê kirin wiha ye: Gelo li pey derbasbûna sed salan dîsa yê dîrok xwe li me dubare bike? Di nivîsa berê de min li ser vê rewşê jî nivîsîbû, lê bi kurtî: berxwedana Kobanî û yekbûna hêz û partiyên siyasî li Kurdistanê asoyên geş û rojên tije bextewerî li ber çavên me vekirine.

Çima şerê cihanî yê yekê?!

Di dîrokê de ew şer bi navên “ şerê mezin an jî şerê bidawîanîna hemû şeran” jî hatiye binav kirin. Tayebetmeniyên nasnameya wî şerê han wiha ne:

1.                  Heya hingî di cihanê de şerekî wiha mezin ku erdnigariyeke pir berfireh bigire ber xwe li ti dera dinê neqewimîbû.

2.                  Çêkirina çek û silehên şerkirinê berfireh bû û fabîrkên çekçêkirinê bêtir ji salên berê ketin karê hilbirîna wan. Bombeyên kîmyawî jî di navbera du aliyên şer de hatin bikar anîn.

3.                  Cara yekê bû ku berevajî şerên berê li cihanê, mirovên sivîl di hejmareke bêsinor de hatin kuştin û bajar, gund û her dera ku bêhna jiyanê lêdihat, dihatin bombaran kirin. Kîna mirova li dijî hev di wî şerê giran da bêtir xuya bû.

4.                  Qedera sedsala 20an bi çêbûna şerê cihanî yê yekê re hate diyarkirin û pêre jî gora hinek sîstemên seltenetî û împeratorên mezin bi xwe re koland.

5.                  Li gor lêkolîn û nêrîna hinek dîrokzan û lêkolînvanên naskirî dara şerê cihanî yê duyê( 1939 .1945 ) li pey bidawîbûna şerê cihanî yê yekê jî hate çandin. Çimkî bi peymana Versailles( 28.12.1919 ) re Almainya neçar ma ku hemû 12 bendên wê peymanê bipejirîne ku ji her hêlê ve siza, zirar û ziyan digehand dewleta nîavabûyî a Almaniya. Wan di rewşeke wiha de xwe biçûk û bêhêz hiss dikirin. Ev jî li dijî siyanet û girora xwe didîtin.

6.                  Li pey şerê cihanî yê yekê piyê welatên koloniyalîst bêtir ji berê ber bi parzemîna Afrîka û welatên Rojhilata Navîn vebû.

7.                  Beriya wî şerê han Ewropa di dema xwe ya zêrîn de bû, lê bi destpêkirina şerê sala 1914an re ew dewran hat dawiyê. Parzemîna herî pêşkeftî ya cihanê bi kuştina pirensesê Avusturiya Arçduke Franz Ferdinand( 1863-1914 ) û xanima wî Sophie Duçess( 1868 – 1914 ) li Sarayêvo bi qasî 53 mehan bû qada şerên giran di navbera hêzên mezin yê wê serdemê de.

Havîna sala 1914an şer li hemû welatên Ewropa belav û tenûra xwe germ û gor kiribû.

Rewşa salên beriya 1914an

Çend salên beriya şer li Balkan kirîzeke siyasî hebû ku rê li ber çêbûna şerê cihanî yê yekê vedikir. Sala 1911an Îtaliya li dijî dewleta Osmanî dest bi şer kir û bajarê Tirablus( paytexta niha a welatê Lîbiya ) xiste bin kontrola xwe. Dawiya sala 1912an şer sekinî lê di hemen demê de welatên Sirbistan, Yunan, Bulgaristan û Montenegro hêrişî dewleta Osmanî kirin. Ji sala 1910an û pêde bi teşwîqa dewleta Ingilistanê Erebên di bin desthilatdariya dewelta Osmanî de li dijî wan dest bi serhildanê kirin. Li ser wan erd û destkeftên ku ji Osmanîyan bibûn para wan welatan jî li sala 1913an şer çêbûn.

Ji hêla din jî birêveberên dewleta Almaniya dest bi pêşvebirina rewşa welatê xwe a hemû alî ve kirin. Hem ji hêla madî û hem jî ji hêla meinewî ve welatê Almaniya weke “bûka hemû Ewropa” dihate pêş çav. Di demeke kin de rewşa perwerdê, zanist, tenduristî, teknolojî, îlmê kîmya û karê çandiniyê hate gûherandin û pêre jî dewleteke bihêz ji hêla aborî ve şên bû. Heya hingî Almanî wek netewe ewqas ne hevgirtî bûn û ne jî di wê sewiyê de ji rêberên welatê xwe hez dikirin. Ji nava hemû welatên Ewropa jiyana çîna karker xwedî bihayekî zêdetir bû. Mirovên zaniyar xwedî hemû derfetan bûn ku tiştên nû çêbikin. Birêveberên dewleta Almaniya bihayekî giran didane bilindkirin û bihêzkirina girora netewî a gelê xwe. Karekî wiha jî ji dibistanan û di nava xwendevanên xwendingehan de dane dest pêkirin. Bi awayekî ku her dersbêjek neçar bû ku li ser nifşê Jêrmen û cudabûna wan bi netewên din re biaxive û çêyîya wan beyan bike. Vê rewşê kir ku rih û hissên şervaniyê di nava nifşên nû de bihîztir bibe. Heta di vê derbarê de fîlsofê mezin Friedriç Nietzsçe( 1844 – 1900 ) jî wiha dibêje:“ Ger mirov şer ji bîr bike, divê ji wî bêhîvîtî bê qotkirin…”. Encama ramanên wiha şovenîstî bûn sedem ku ew xwe ji her kes û netewên din cuda an jî bilindtir bibînin û tenê bi rêya şer yê bikarîbin desthilatdariya xwe li ser axa welatên din ava bikin. Bîr û ramanên wiha bûne sedem ku ji xeynî şerê cihanî yê yekê şerê cihanî yê duyê jî berê ji hêla Almanan ve li ser gelên din yên cihanê bê ferz kirin. Vê rewşê hemû dewletên Ewropî ditirsandin û bû sedem ku li dijî nejada Jêrmen bihevre yektîyekê saz bikin.

Pêşkeftina teknolojiya hilbirînê jî Almanî neçar kirin ku ji bo bidestxitina madeyên xav fikra çûyîna welatên din jî bikin û wan wek kolonî bikar bînin ku pêre bazarekê jî ji bo kirîna tiştên xwe peyda bikin.

Û wiha bû ku di salên 1870an de Otto Eduard Leopold von Bismarc( 1815- 1898) berê xwe da Afrîka û navenda împeratoriya Osmaniyan Istembolê. Piştre xwedî kapîtal û bankên Almanî gelek sermaye û şaxên xwe birin Istembol û bajarên din yên wî welatî. Armanca wan ya yekê derxistina petrol li Tirkiyê û Kurdistanê bû. Bi vê mebestê jî protokola çêkirina rêya hesin bi Osmanîyan re îmaz kirin.

Heya sala 1914an ji hêla leşkerî û pirçekbûnê ve jî bû dewleta herî bihêz li hemû Ewropa. Êdî ew xwedî artêşa herî bihêz û pirhejmar bûn. Vê rewşa aborî û dîplomasiya berfireh a Amaniyan rayedarên dewletên Rusiya û Birîtaniya ditirsandin. Di encamê de jî welatên weke Îran û Osmanî dixistin bin zextê ku bi Almanan re nekevin têkiliyên aborî û siyasî. Vê rewşê piştre di her du şerên cihanî de rê li ber dijberên siyaseta Almaniya vekir ku welatê Îranê ji bakur û başûr dagîr bikin. Sedema herî mezin a têkçûn û hilweşîna imperatoriya Osmanî jî zêdebûna berpirsên bilindpaye yên leşkerê Almanî di nava hêza wan ya eskerî de bûn.

Girîngtirîn sedem şerê cihanî yê yekê

1.      Reqabet an jî rikeberiyên di navbera du welatên Avusturiya û Rusiya li Balkan

2.      Pirsgirêk û nakokiyên di navbera Fransa û Almaniya de ku ji sala 1870an de destpêkiribûn.

3.      Reqabeta aborî û deryayî di navbera Birîtaniya û Almaniya de.

4.      Û sedema destpêkirina şer jî kuştina pirensesê Avusturiya bi destê xwendevanekî 19 salî yê Sirbî bi navê Gavrilo Princip( 1894- 1918) bû û Avusturiya dewleta Sirbistan bi karekî wiha re tawanbar dizan. Wan oltîmatom dane hev û di encamê de piyê hêzên mezin jî kişandine nava qada şer. Li pey wê jî şer di navbera du welatan de dest pêkir û heya havînê li her dera Ewropa belav bû.

Terora pirensesê Avusturiya girantirîn terora dîrokê tê hesibandin û pêre jî canê milyonha mirovan bû qûrban.

Xelkê bi keyfxweşî û şadî dest bi şer kirin lê ew armanên wan yê romantîk hingî vala derketin ku dîmenên tije hovîtiyên şer bûn sedema kuştina milyonha kesan û wêranî û xisarên bêsinor bi xwe re anîn. Malbat ji hev hilweşiyan û dilxweşiya dê an jî bavekî pîr ew bû ku nameyek ji kur an jî kesekî wan yê nêz bigehe destê wan. Ji ber wê jî di çaxê şerê cihanî yê yekê de zêdetr ji 18 milyard name di navbera eniya şer û piş eniya şer de hatine vegûhastin.

Du hêzê tên hemberî hev

Ji hêlekê dewletên yekgirtî / Almaniya, Avusturiya û Mecaristan, Tirkiya Osmanî û Bulgaristan û ji hêla din jî dewletên hevpeyman: Fransa, Birîtaniya, Rusiya, Belçîka, Sirbistan û Japon hebûn. Elbete piştre wilatên Îtaliya, Romanî, Amerîka, Yunan û Portegal jî bûn hevalbendên welatên hevpeyman.

Di wî şerê giran û gemar de 65 milyon kes beşdar bûn ku piraniya wan zilamên ciwan bûn. Ji Fransa çar milyon û sedhezar, ji Almaniya sê milyon kes, ji Birîtaniya 750.000 kes, ji Amerîka 115000 û ji Rusiya jî heft milyon û sedhezar kes hatin kuştin.

Bi giştî ji xeynî milyardha dolar zirara madî bi ser hev de zêdetir ji 9 milyon kes hatin kuştin, 22 milyon kes felc û nîvişkan, 7 milyon kes bi yekcarî felc û zêdetir ji 5 milyon kesan jî wenda bûn.

Encamên yekemîn şerê cihanê

1.      Çar împeratoriyên mezin li cihanê: Osmanî, Avustiriya- Mecaristan, Almaniya û Rusiya ji hev hilweşiyan.

2.      Îran ji hêla Birîtaniya ve hate dagîrkirin û li pey xelaya salên 1917 heya 1919an ji 20 milyon nifûsa welêt 10 milyon kes mirin. Sedema sereke ya xelayê birina genim û tiştên din yên gundiyan ji hêla leşkerê Ingilîzan bû.

3.      Kêmnetewên ku xwe layîqî serxwebûn û hebûna dewletekê didîtin li dijî dewletên xwe serhildan çêkirin ku li Ingilistanê neteweperestên Îrlendî karekî wiha li sala 1916an li dijî Birîtaniya kirin.

4.      Li Kurdistanê ji xeynî xelayê , koçberî û mirina miloynha kesan welatê wan dîsa jî hate perçekirin û nekarîn bigehin armancên xwe yên siyasî.

5.      Rewşa aborîya hemû welatên cihanê û bi taybetî jî Almaniya pir xera bû û barê giranê maliyat û dayîna zirar û xisarên şer, salên dirêj jiyan li ber çavê xelkê reş kiribû. Qîmeta DM li hemberî dolarê Amerîkî pir kêm bû.

6.      Bêhêzbûna kultura demkorasiyê di nava raya giştî a welatên weke Îtaliya û Almaniya de bû sedema şênbûna Neunazîsim û faşîsimê ku encama wê jî çêbûna şerê cihanî yê duyê bû.

Encam û dersên baş

Li piraniya welatên Ewropa her sal bîranîna roja destpêka şerê cihanî yê yekê tê lidarxistin û ragehandin jî li ser wan salên reş xelkê bêtir agehdar dike. Ew dixwazin di mejî û bîra xelkê de encamên wî şerê kambax zindî bikin. Karê ku dersên mezin dide nifşên nû yên cihanê. Ew dixwazin dersên hurmet û siyaneta ji hev re baştir fêr bibin ku ger rêberên welatan di sala 1914an de jî xwedî wê terbiyetê bûna, şerekî wiha belkî neqewîbûya. Ew naxwazin kesî tawanbar bikin û welatên şerker di navbera “baş û xerab” de parve bikin. Ew tenê dixwazin zirar û derfetên ji destçûyî bi bîra me bînin.

Demjimêr 05ê sibeha roja 11 Sermaweza sala 1918an Almaniyan peymana aştiyê û terka şer îmza kirin. 6 saet piştre hemû eniyên şer bûn qadên şadî û dewatê. Êdî duniya derbasî maleke xwe ya din bibû. Beriya ku şerê cihanî yê yekê bidawî bibe şoreşa Oktobera sala 1917an Rusiya ji qada şer dûr xist.

Li pey bidawîbûna şerê cihanî kirîzeke aborî çêbû ku sedema wê jî tengdestiya xelkê bû ji bo kirîna pêwîstiyên wan yên jiyanê. Kapîtalîst bi fabrîkên mezin rastî şikesta aborî hatin û milyonha karker bêkar bûn.

Piştî salên dûr û dirêj êdî nifşên nû nedixwazin bi tepila şer bireqsin û ne jî cejina bidawîbûna şerekî pîroz bikin. Ew dixwazin bi deng û rêyên dîplomasiyê rê li ber salên xwestir bo jiyana xwe a paşerojê vekin. Demokrasî tenê bi aştiyê re şên dibe û belavî her derê dide. Niha Kurd wek miletekî azadîxwaz li Kurdistanê li ser vê rêbaza pîroz dimeşin û daxwaza mafên xwe yên rewa dikin. Bi wê hîvîyê ku agirê şer di navbera mirovan de bi yekcarî vemire.

Jêder û çavkanî

  1. World War I casualties – Zirar û ziyanên şerê cihanî yê yekê

  2. European Civil War – Şerê nava Ewropa an jî şerê sivîl li Ewropa

  3. ( 90 saliya yekemîn şerê cihanî – bi zimanê Almanî – 90 Jahre Erster Weltkrieg.(PDF; 457 kB). In: Aus Politik und Zeitgesçiçte

  4. Qasimlo – Kurdistan û Kurd.

10572767_10152851501743139_1414509655_n10756733_10152851501998139_109634478_o

dîtin: 595

Pêveker:

Şerê cihanî yekemîn û kurdistan