• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şerê îcarê PKK ê | Kemal Çomanî

Şerê îcarê PKK ê | Kemal Çomanî


barkirin: Êlûn 10, 2015, 1:45


Kemal Çomanî

 

Şerê îcar yê PKKê bi qasî ku bi Erdogan re ye ewqas bi dewlet û  Hikûmeta Tirkiyê re nîne. Şerê îcar yê PKKê, tenê şerê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd nîne. Belkî şerê çênebûna Beşar Esedekî din li Tirkiyê ye.

Sedema şer Erdogane. Ev tenê boçûna min nîne, rojnamevan û nivîskarên navdar yên Tirkiyê jî di heman baweriyê de ne.

Şer rone: Ergogan bi çi rê û rêbazan be dixwaze 400 kursiyên meclîsê bidest bixe, ger bizane nikare bi rêûrêbaz û dekûdolaban jî wan 400 kursiyan bidest bixe, dê hilbijartinê bo saleke din paş bêxe.

Tu wefayeke Erdogan nîne, heta ji bo ‘Bavê xwe yê ruhî’ jî. Niha  Fethulah Gulen û grûpa wî jî weke PKKê li ba Sultan, terorîstin. Herdu weke yekin. Çend roj beriya niha û piştî aşkerakirina berdewam a şandina çek û cebilxaneyên eskerî ji aliyê Tirkiyê bo çekdarên Dewleta îslamî (DAÎŞ)ê ji aliyê medyayên ser bi Fethulah Gulen ve, hêzên polîsan êriş birine ser rojnameyên ”bugün” û Millet, bi tawana beşdariya di grûpa terorîstî de, doz û dosye li dijî xwedî dezgehên medyayî vekirin.

Karkerên Kurd têne kuştin ji ber ku bi Kurdî diaxivin. Rojane baregahên gerilayên PKKê têne bombebaran kirin, hevwelatiyên Kurd dikujin û li şûna hesabê, malbatên wan rapêçî dadgeh û girtîgehan dikin. Tikiyê kirine meydana agir. Roj û şevên wan bûne pilana li dijî Rojavayê Kurdistanê û destkeftên Kurdan li Sûriyê.

Rewşa Tirkiyê roj bi roj xirabtir û pêlên agirê şer zêdetir dibin. Ger rewş bi wî awayî berdewam be, dûr nîne Tirkiye jî bibe Sûriyeyeke din.

Di rewşa heyî û tije şer de, PKKê tenê xweparatsina rewa dike. Ger PKKê nebe Erdogan Tirkiye vedigerande salên 1980ê. Take hêza rastîn ya îroyîn ku li hember Erdogan sekiniye û jê re bûye berbest, PKK, HDP û Ocalan in.

Erdogan di tesfiye kirina cimaeta Fethulahçiyan de di demeke kurt de bi ser ket. Lê li hember PKKê ev lîstok bi ser nakeve.

 

dîtin: 499

Pêveker:

Şerê îcarê pkk ê | kemal Çomanî