• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şerê Bê qiyas û bê encam

Şerê Bê qiyas û bê encam


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Hêzîran 6, 2016, 2:11


Îro dirok 06.06.2016 ha ye, Ji meha nîsana 2015 han heya wekî îro ez vî şer û bûyerên ku li tirkî û li erdnigariya kurdîstan ê diqawimin dişopînim, bi rojan û bi mehan li ser difikirim, lê dikim û nakim nagihêjim tû encaman. Em armanca pergal û sîyasetvanên tirkan baş fam dikin, çimku desthilatdariya wan girêdayî kuştin, xwîn û talankirinê ye, ji bê tifaqiya kurdan sud werdigrin, bi şerekî hovane û bê qiyas kurdan qatil dikin û ji aliye din ve jî bi xof û tirsê gel ê ku li tirkiyê dijîn li derdora xwe dicivînin. Lê ez tiştekî ji vî şer ê dewî û bê encam yên ku rêvebir û cuwanên kurdan ku di bajaran de li hemberî dagirkeriya tirkan birêvedibin fam nakim, şervanên kurdan dikevina navçe û bajaran de, dû sê mehan diwan navçe û bajarande şer dikin, heya ku di van navçe û bajaran de kevir li ser kevir namênê, gel ê ku li van navçe û bajaran dijin ji cih û warên xwe koçber dibin û bi şunde şarvanên ku di van navçe û bajarande şer dikin, hin ji wan şehîd dikevin û piştre yên ku bi şunve dimenin navçe û bajaran diterikînin, diderheqê vî şerî de aqilê min disekinê û tevlîhev dibe, ez dikim û nakim tiştekî ji hevudin dernaxim û nagihêjim tû encaman, heger ku hin kesên ji vi şer ê bê encam tiştekî fam bikin ez dixwazim min agahdar bikin.

Bila tû kes min şaş fam nekê, evya nayê wê wateyê ku ez dibejim bila kurd jibonî azadî û mafên xwe şer nekin û liber xwe nedin,berdêla wêya çi dibe bilabê, mafê kurda heye ku ji bonî ax,welat û mafên xwe liber xwe bidin, heger pêdewî bi şer hebe jî şer ê xwe jî bikin, lê evya nayê wê wateyê ku tû bivir li kaboka xwe bixê, şer e kî bê encam bide meşandin û ciwanê kurdan wekî berxikên demsalê sukra wan li ber kêr ê dirêj bike, ev cuwanên kurdan û hêja ji ber kûça û deviyan ne hatine. Gel ê kurd dipêvajoyeke pir hesas, zor û zahmetre derbas dibe, ciwanên kurdan li her çar parçeyên kudistanê dinava şerekî bê axlaq û bê qiyas de tekoşîna xwe berdewam dikin, tû maf û haqê rêvebir û berpirsiyarên kurdan tüneye ku şaşiyan bikin, çimku xeletî û şaşiyên rêvebir û berpirsiyaran kurdan dibe sebebên berdêlên giran, livira ez naxwazim nirxandinên xwe dûvedirêj bikin tene ez ê minakekê benim ziman, rêvebir û berpirsiyarekî kurdan diweşana televisyone kê de evya tanî ziman; “me ew texmina nedikir ku wê Dewleta tirka wusa bi şêwazeke hovane werê ser gel ê me,” evya jî dide xuyankirin ku ew rêvebir û berpirsiyarên kurdan hîna jî dijminê xwe nasnekirine. Ez diwê bahweri yê de me ku hîna jî berpirsiyar û rêvebirên kurdan gotinên Reberê gel ê kurd bi rêz APO li ber çavan nagirin û pişt guh dikin, min carekedin jî anîbû ziman, birêz APO wuha gotiye “waxta ku tû karibe gavekê bavêjê pêş, gav û nîve navêje tû yê bi terpile, gel ê te karibe weraqeyekê alîkariyê bide te, weraqa û nîve jê nexwaze, wexta tû amedekariya eylemeke bike û tû yê sed kesî ji dijminê xwe bikujê, lê wê rêhevelakî te di wê eyleme de şehîd bikevê wê eyleme neke, çimku ew rêhevalê te ji te re ji wî sed dijminî çêtire” Îro 26ê gulana 2016 ha ye YPS û YPJ agahî dan û gotin me 25ê gulanê bajarê Nisebîne terikandiyê û tû çekdarên me di Nisêbînê de nemane, wekî ku em dizanin dijiyanêde xirakirin hesane lê avakirin pirr zor û zahmete, li ser Nisebînê ez dixwazim veya bibejim, wan kesên ku ev dü meh û nîvê wan qadiya ye ku di Nisebînê de şer dikirin û Nisebîn terikandin hinekî ji xwe re bi fikirin û bi şun xwe ve meyzênin, Nisebîn û gel ê Nisebîne di çi rewşê de ye û di vî şer î de gihîştine çi encamê.

dîtin: 568

Pêveker:

Şerê qiyas û encam