• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serhildana Qedemxêr Melekşahî 3

Serhildana Qedemxêr Melekşahî 3


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Rêbendan 16, 2014, 2:45


Dîktator û serok eşîret
Di 16 salên desthilatdariya Riza Pehlewî de qedera serok eşîretên din yên Kurd ji a lîderên weke Simko baştir nebû.
Serdar Reşîdê Erdelan heya demekê li dijî artêşa Îranê li ber xwe da, lê pişî ku hêza wî nema, çû cem Şêx Mehmûdê Berzincî. Pişt re bi awayekî ku kes wî nasneke li ser sinorê Îran û Îraqê xwe veşart. Piştî ku rijîma Riza şahê Pehlewî hilweşiya, ew çû bajarê Tehranê û heya roja ku mir bi awayekî perîşan û sergerdan di halê awaretiyê da jîya. Çimkî Mihemed Riza Pehlewî jî da ser şopa bavê xwe û li ser siyaseta bişavtin û înkara komên etnîkî yên ne Fars bi îsrar bû.
Ceifer Sûltanê Hewreman û Mehmûd Xanê Dizlî bi sedema wê hindê ku li Hewremana Kurdistana di bin desthilatdariya Îraqê de xizim û kesên wan hebûn, heya demekê di nava xizim û kesên xwe da bûn. Pişt re li gor peymana Seidabad ku sala 1937an di navbera Îran, Îraq, Efxanistan û Tirkiyê da hat çêkirin, desthilatdariya Îraqê ew ji herêmên li ser sinor dûr xistin. Êdî ew heya mirinê di jiyana awaretiyê da xanenişîn bûn û di rewşeke tirajîk da mirin. Serokên xanedanên mezin yek bi yek wenda dibûn.
Axa Şirey Caf jî di çaxê Riza Şah da, heya demekê li nêzî rûbarê Sîrwan, di nava tîreya Înaxîyên Caf da, li ber xwe da, lê di encamê da bi firr û fêlan hat girtin û ew birin girtîgeha Tehranê. Lê piştî hilweşîna rijîma Riza Şah, ew derneket û venegeriya herêma jiyana xwe. Ji bona wê jî kes û karên wî wisa dizanîn ku ew di girtîgehê da hatiye kuştin. Lê piştî têkçûna rijîma şahenşahî ya Îranê, ji xizmên Axa Şire re derket ku ew di girtîgehê de ji ber şikence û azarên cismî rastî nexweşiya xwe ji bîrkirin (alzaymêr)ê bûye û hema di çaxê hakmiyeta Riza şah de birine şêtxanê. Carna ew hinek baş dibû, ew ji nexweşxanê derdixistin, lê bi awayekî baş nedibû ku navê cihwarê jiyan an jî kesên nêzî xwe bi bîr bîne. Ew heya demekê di Tehranê de bi awareyî dijiya, careke din polîs û berpirsên artêşê ew digirtin û vedigerandin bo şêtxanê.
Piştî serhildana sala 1979an ku rijîma şahên Îranê hilweşiya, ew di temenê 90 saliya xwe da, heya radeyekê baştir bibû. Welat û cihê jiyana wî ket bîrê û careke din piştî salên dûr û dirêj vegeriya herêma Înaxî û nava kes û xizimên xwe. Dema ku li wira ji halê kur, keç, bira û kesên xwe pirsî pêhesiya ku piraniya wan ji aliyê dewletê ve hatine wendakirin, hinek jî bi mirina asayî mirine. Ji bona wê jî dubare hiş û bîra wî tevlîhev bû û ber bi Tehranê ve vegeriya. Di encamê de bi awayekî xemnak di jiyana awareyîyê da, li Tehranê koça dawî kir.
Bi xwendina serbihûriya Axa Şireyê Caf nimûneyek ji reftara tejî tirs û xof a desthilatdariya Eceman dide kifşê ka ew li hemberî nirxên Kurdan û doza Kurdistanê xwedî kîneke çiqas kûr bûn. Rewşa ku heya roja îro jî berdewame.
Sofîbegê Caf jî dema ku Rizaşahê Pehlewî leşker şandin ser herêma Caf a li Ciwanrû(d) dest bi têkûzkirina hêza xwe ya leşkerî kir.
Di hemû dewrana desthilatdariya Riza Şahê Pehlewî da piraniya wan di girtîgehê da mirin an jî bi jehrê hatin kuştin. Ewên ku mabûn jî piştî hilweşîna rijîma Riza şah hatin azadkirin û careke din vegerîn herêma Ciwanrû, lê Sofîbeg bi komek ji çekdarên mêrxas re pir bi mêrxasî û dilêrî, li hemberî hêzên dewletê li berxwe da û çend caran artêşa Îranê şikênand. Wî li sinorê Îran û Îraqê, çiyayê Bemo ji xwe re kiribû qirargeh.
Piştî Peymana Seidabad, dewleta Îranê ji bo ji holêrakirina bizava Sofîbegê Caf daxwaza hevkariyê ji dewleta Îraqê kir. Li ser vê daxwazê dewleta Îranê ji aliyê rojhilatê çiyayê Bemo, artêşek giran şand ser hêzên Sofîegê Caf û Îraqê jî ji aliyê Rojava ve hêzên xwe şandin ser wan. Di encama çend şerên giran da, Sofîbegê Caf xwe û mal û zarokên xwe, dan destê dewleta Îraqê. Ew ji aliyê berdevikê hêza polis û serokê hêza Îraqê ve mîna dîl bi zarok û jin û kesên xwe re ber bi girtîgeha Beiqûbe hatin şandin, bi wê armancê ku li gor peymana Seidabad careke din wan bispêrin dewleta Îranê. Lê çaxê ku Kerîmbeg û Dawûdbegê Caf ji bûyerê agehdar bûn, çûn cem karbidestên dewleta Bexda û li ser daxwaza wan, ew azad kirin. Dema ku fermana azadkirina wan gehişte Beiqûbê, Sofbegê Caf di girtîgehê da wefat kiribû. Li ser wesiyeta wî, termê wî li jêriya çiyayê Bemo hat veşartin. Pişt re mîrên Caf mal û zarokên wî birin Kelarê, jiyaneke baş ji wan re pêkanîn û zarokên wan bi navê Cafên Îraqê ketin hundirî xwendingehan û dest bi xwendina xwe kirin. Piştî ku ew li başûrê Kurdistan cîgirbûn, berpirsyarên dewleta Îraqê hewil dan ku wan mîna penaber bihesibînin. Li ser daxwaza wan perê penaberiyê ji wan re dan xuyanîkirin. Di çaxê şerê cîhanê yê duyê da ku hakimiyeta Riza şah ji hole rabû, Yeiqûbbegê birayê Sofîbegê, ji girtîgeha bednav a Qesra Qecer rizgar bû û careke din vegeriya bo herêma Cafên Ciwanrû. Ji bo sipasbêjiyê bi leşkerekî mezin re çû Kelarê û dîtina mezinên eşîreta Caf li Îraqê. Piştî demekê kes û karên xwe tev vegerandin bo herêma Ciwanrûd li rojhilatê Kurdistanê.
Xala balkêş di vir da ewe ku piştî têperbûna 40 salan, careke din dîrokê bûyer ji malbata Sofîbegê re dubare kir. Yanî dema ku Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li dijî rijîma Xûmêynî serîhilda, Xelîlbegê kurê Sofîbegê bi hoz û kes û karên xwe re, di wê şoreşê da beşdarî kirin. Di encama şikesta şoreşê da wê malbatê jî bi hezaran kes û karên xwe ve mîna penaber çûn Îraqê. Serdarê Dawudbegê Caf gelek hevkariya Xelîlbegê da. Ji wan re miaşê penaberiyê derxistin. Ew ji ber bîranên xwe yên dema zarokatiyê çend caran çû Kelarê.

Qedera Şêx Xezelê Xuzistanê
Di çaxekî de ku Şêx Xezel (1863 – 1936) xwedî desthilatdarî û hêzeke mezin û fermanrewayê Xozistanê bû dewleta Riza şahê Pehewî bi şêweyek namerdane hêz û leşkerên wî li Xuzistanê ji holê rakirin. Ev di halekî da bû ku hemû başûrê Îranê li jêr desthilatdariya wî da bû. Rizaxan dostaniyek gelek bihêz bi Şêx Xezel re peydakiribû. Wî ew bi rêya karbidestekî xwe yê bi navê Zahidî û bi awayê dostaniyê hêmin kir û şevekê ew bi wê armancê ku şahîyeke strangotinê li ser rêz û hurmeta Şêx tê pêkanîn, ber bi gemiya xwe vexwend. Berê jî mêvandariyên wiha di navbera wan da hatibûn çêkirin, ji bona wê jî baweriya Şêx pir bi berpirsên dewleta Rizaxan dihat. Ew di wê baweriyê da nebû ku yê li dijî wî pilaneke wiha çewt bigêrin. Dema ku Şêx Xezel bi çend parêzvanên xwe re gehişte nava gemiya Zahidî, eskerên wî û ew bi firt û fêlbazîyê desteser kirin. Êdî ew ji Xelîcê Fars ber bi başûr ve birin û ji herêma jiyana wî dûr xistin. Ew li eskeleya Boşehirê anîn xwarê û ji rêya Şîrazê ber bi Tehranê birin. Li wira ew teslîmî Rizaxan kirin. Lê ji ber ku di berê de Şêx Xezel peywendiyek bihêz bi Îngilîzan re hebû, li ser şîreta wan Riza şah heya radeyekê rêz jê re girt. Beriya wê nivîsek pê da nivîasandin ku şêxê Ereb kom û îdara xwe ya herêmî hilweşîne û çekdarên wî bi bê şer, çekên xwe bidin rayedarên Îranê. Di dawiyê da ew di xaniyekî pîs da ket jêr çavdêriya wan û piştî salekê bi destûra Riza şahê Pehlewî bi xwarina jehrê ew kuştin. Bi vî awayî wî fermandariya emîrên Xuzistanê di jiyana derbideriyê da ji nav çû û mezinê wan li Tehranê mir.
Di rwşeke wiha da dema ku Riza şah desthilata xwe bi ser hemû Îranê de dasepandin, dest kir bi girtina her mirovekî navdar di Îranê da. Ew kesê ku hinek dihat naskirin û jê ditirsiya, dikuştin an jî heya mirinê di girîgehê da dihiştin. Herwiha di çaxê desthilatdariya Rizaxan da ji ber zor û stema wî hezaran kes aware û derbiderî dervey Îranê bûn.
Dîktatoriya Rizaşah bi qasekî tirsnak û tejî êş û elem bû ku wî mirovên xwedî ramanên çep, rast, kompirador, xwedî milk, kirêkar, cotyar, rewşenbîr, şêx û mela mîna hev dikuştin.
Di wan salan da general Zahidî (fermndarê leşkerê Îranê) bi qasekê bedgoman û bêbawer bû ku heta kesên derdora xwe jî dikuştin.
Wî him Dawer (wezîrê dadê) û him jî Teymor Taş (wezîrê koşka şahê Îranê), her du jî bi stem û ceza kuştin.

Qedemxêr û hêza caş û xayînan
Tenê li herêma desthilatdariya Qedemxêr û Cîhan xanimê nebe, desthilatdariya Riza şah, li seranserî Îranê zal bibû. Riza şahê Pehlewî çar caran li jêr fermandariya serleşker Emîr Ehmedî, artêşeke mezin şande ser hêzên Qedemxêr û Cîhan xanimê. Lê bi serokatiya van du şêre jinên Kurd, artêşa Îranê bi şeperzeyî û serşurî şikeste xwar. Di encamê da dewleta Îranê ket wê hizrê ku bi rêya pere û temaikariyê dubendiyê di navbera wan da pêkbîne û hêza kirêgirtî û caş ji rûniştivanên her du aliyên çiyayê Zagros damezrîne. Di destpêkê da bi awayekî nihînî û bi rêya mirovên xwe yên ku bi awayekî veşartî ji wan re kar dikirin, peywendî bi çend serokên eşîret û tîreyên gundiyan ve çêkirin.
Dema ku Qedemxêr ji daxwaz û bizavên dewletê agehdar bû, çû nava wan gundiyan ku peywendî ji aliyê dewletê ve bi wan re hatibû çêkirin. Wê ji wan re wiha got:” Gelî gundiyan aghedar bin ku ger Riza şah bi ser şoreşa me de bi ser bikeve, li cihê kuştina himwelatiyên xwe, çiqas ku dirav, milk û malê dinê bide we, careke din tevê yê ji we bistîne û we bixwe jî yê bi sivkatî, azar û îşkence di girtîgehên bajaran de ji holê rake. Aya we nebihîstiye, bav û kalên me wiha kerem kirine:” Her kes bika bêgane perestî, ebînê şikestî- her kes bêgane perestiyê bike, yê rastî şikestê bê”. Wan ev gotin ji bo standina helwesteke mîna îro gotine…”.
Gundiyan di bersiva wê da wiha gotin:” Baweriya te bi me hebe, emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê piştgîriya şoreşa xwe bikin…”.
Piştî ku Qedemxêr ji wê hindê agehdar bû ku pîlana dewletê bo pêkanîna şervanên kirêgirtî vala bûye, ji rêze çiyayên Zagros, li herêma Elwend heya Piştkuh û sinorê Îraqê, li hemû deverên bi zehmet, nava şikevt, bîşe û darstanan da, qirargehên çekdarî damezrandin. Ji ber ku temenê Qedemxêr û Cîhan xanim ber pîriyê ve diçû, li her qolekê fermandariya şoreş û parastinê (parazvaniyê) sipartibûn destê yek ji zarokên xwe an jî şervanên din yên jîr.
Ceifer xan û xanima wî Şirînê kar û barê şerê herêma Elwend birêve dibirin. Fermandarê başûrê Piştkuh heya sinorê Îraqê jî di destê Mensûrxan û Exter Keywanî yê de bûn û di bin çavdêriya Qedemxêr û Cîhan xanimê da, ji hozên Melekşahî û tîreyên Lekstan bi sedan çeperên çekdarî ji genc, xort, jin û siwarên Kurd pêk anîbûn. Wan her duyan bi siwarên ku li pey wan bûn û ew diparastin, mîna du rêberên şoreşê hatin û çûyîna binkeyên hêza şoreşa xwe dikirin û şoreşgêr ji pilanên dijmin aghdar dikirin.

 

dîtin: 568

Pêveker:

serhildana qedemxêr melekşahî 3