• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serhildana Qedemxêr Melekşahî – 5

Serhildana Qedemxêr Melekşahî – 5


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Rêbendan 28, 2014, 4:44


Roja tehl û xemgîn
Wê rojê dawî bi hereketekê dihat ku hezar hîvî pê re dişestin. Hêsir ji çavê wan keç û xortan dibarîn ku dilê wan tejî kîna dijmin bû. Tevî ku biryareke wiha ne bi dilê şervan û şoreşgeran jî bû, lê ji ber ku belgeyên Qedemxêrê di vê derbarê da bihêz û di cih da bûn, kesî nekarî tiştekî bibêje. Razîbûna wan şervan û şoreşgerên nîştimanperwer bi hestên tije xemgînî hat pejirandin.
Pişt re hinek ji wan malbatên ku di şoreşê da beşdarî kiribûn, ber bi Îraqê ve meşiyan û di nava hoz û tîreyên Kurdên herêmên Xaneqîn, Mendelî û Bedre da û hinekan jî li bajarê Bexda xwe veşartin.
Qedemxêr jî bi şêweyeke nihînî û nenaskirî bi malbat û derdora xwe re çû nava hoza Buyêr Ehmedî li herêma Şîraz. Herçend serokên wê hozê mîna hemû kesên din yên naskirî ji aliyê Riza Şahê pehlewî ve hatibûn girtin, lê xelkê wê eşîrtê Qedemxêr û kesên pê re di nava xwe da hewandin. Wan nehiştin ku ew bikevin destê berpirsên dewleta Îranê.

Mirina şêre jinekê
Sala 1937 yanî çar sal beriya têkçûna desthilatdariya Rizaşah, xanima Kurd Qedemxêr(1868 – 1937), şoreşgera navdara Kurd di jiyana awareyî û dûrî welatê xwe yê çiyayî di temenê 69 saliyê da wefat kir. Li ser wesiyeta wê, termê wê gehandin serê çiyayê Elwend û li rex gora Şirîna keça wê veşartin.
Cîhan xanim û Exter jî bi komek ji zarok û neviyê Qedemxêr (yanî lawê kurê wê) çûne nava tîreya Zergoş li deşta Qizrebat. Ew heya demeke dirêj li wira bûn.

Li pey têkçûna şoreşê
Hemû ew kesên ku di çaxê xwe da li dijî Riza Şahê Pehlewî serîhildabûn, bi fermana wî hatin girtin û mal û milkê wan hatin desteser kirin. Di vir da hemû pêşbîniyên Qedemxêrê di vê derbarê da durist derketin. Xayînên axa xwe, berhemê xiyaneta xwe dîtin. Hingî zanîn ka bi xiyanetê re, xiyaneta li dijî ax û gel, çi derfetên mezin ji destê wan çûne.
Cîhan xanim û Qedemxêr heya çaxê ku li herêmê xwedî hêz û desthilat bûn, cotyar û çînên din yên civakê bi rihetî li ser erdê xwe dixebitîn û xwediyê kerameta xwe ya civakî bûn. Pişt re ku careke din desthilatdariya Îranê vegerî Kurdistanê, cotyar û karkerên Kurd ji bo çaxê fermandariya Qedemxêr û Cîhan xanimê pir bi hesret û axîn bûn. Çimkî di çaxê wan da hemû cûre zulim û zordarî li ser jiyana wan hatibûn hildan.

Qedera Cihan xanim
Cîhan xanima ji ber pîrî û gûherîna dewranê dema ku ji jiyana awareyî ya li Îraqê vegerî, nekarî careke din vegere ser jiyana xwe ya çaxê koçeriyê. Ji ber wê jî çimkî di Xuremawa û derdora wê da xwedî xanî, milk û zevî bûn, ew bajar ji bo rûniştina xwe hilbijart. Li wira jî mala wê bibû cihê çareseriya pirsgirêk û meşwertpêkirinê. Gundî û hejarên herêmê dema lêqewimînê hawara xwe jê re dianîn. Carekê di bersiva çend gundiyên ku hawara xwe jê re biribûn, wiha got:“ Hûn dibînin ku ji ber pîriyê min destê xwe ji jiyana koçeriyê kişandiye û li Xuremawa min xwe xanenişîn kiriye. Desthilatdariya Îranê tenê bi nav maye. Hemû karekî herêma me di destê dewleta Ingilistanê da ye. Rayedarên dewleta Rizaşah jî bûne kûçikên wan yên ravkirin û hewînê. Ji ber wê jî Ingilîsan li dijî me bi hemû hêza xwe hevkariya Rizaşah kirin û ev kar bû sedema şikesta şoreşa min û Qedemxêrê. Bi fît û teşwîqa wan wî hemû hêz û îmkanên me ji nav birin….”
Cîhan xanim heya roja ku saxbû, hevkariya xelkê dikir. Bi taybetî jî wê pir hevkariya çîna hejar û feqîra dida û li pey encamdana karên mirovdostiyê digeriya. Cîhan xanim di temenê 85 saliyê da li bajarê Xuremawa wefat kir. Di wê rojê da bi hezaran kes ji jin, zarok, mêr, kal û ciwan ji bajar û gundan, ji tîre û hozên koçer bi xembarî, axîn, daxên giran û zêde bi çavên tije hêsir termê wê ber bi çiyayê Elwend ve birin. Wan ew jî li nêzî gora Qedemxêrê sipasrtin axa pîroza Kurdistanê.

Evîna çiyayê Elwend
Muzefer neviyê Qedemxêr xanimê berevajî berjewendiyên çîna xwe ku dewlemend û ji arîstokiratên herêmê bû, bû bi endamê partîya Tudeya Îranê. Xebata neviyê şoreşgêreke mezin a mîna Qedemxêrê bû sedema serkeftina hizba Tudê li herêma jiyana wan.

Exter û ramanên wê
Exter xanim keça Cihan xanimê li Kalîforniya jiyaye û hertim ji kurê xwe Muzefer û Enwer re wiha gotiye:“ Herdem wexta av û hewayê Elwendê tê bîra min, xemên duniyayê di rûyê min da tên dîtin. Çaxê ez mirim bi her şêweyekê dibe termê min bigehînin çiyayê Elwend ku laşê min bi axa pîroza nîştimana min têkel bibe.“
Exter xanimê carekê ji rewşenbîrekî Fars re wiha gotibû:” Hûn Fars heya niha jî me Kurda ji xwe cûda dihesibînin, ji me re dibêjin:Kurdha…”.
Ew evîndara welatê xwe bû. Tevî ku piştî mirina dayika xwe li Tehranê dijî, lê dilê wê li welatê wê bû:” Newaya şimşaleke aram û hêdî a Kurdewarî li cem min sed beranber ji awaza pir coşa rojava xweştire. Ez jiyana rojeke di bin reşmalekê li havîngeha çiyayê Elwend bi hemû milkê Tehran nagûhirim. Min ev xanî ji ber wê durist kiriye ku bi dîtina vî çiyayê han hindek sebra min bê, lê dîmenên hişk û rût û bêdarên çiyayê Elborz, pir cûdane ji wêneyê daristanên kesk, ter û avdar ên çiyayê Elwend. Çiyayê Elwend ji xeynî wê hindê ku pir bi bereket û xweşe, ji destpêka dîrokê cihê jiyana bav û kalên me bû û ji ber wê jî pêwîste ku axa wî hertim li cem me xoştivî û pîroz be”.

Exter, Pehlewî û şoreşa Barzanî
Xanzadeya Kurd Exter xanimê bi çi awayî destûr nedida ku di nava hoz û eşîreta wan da zulim bê kirin. Neheqî nedipejirand.
Wê her tim bi xembarî behsa şoreşa dayika xwe û Qedemxêr û jiyana eşîretên Melekşahî û Lekistanê dikir. Bi xemgînî behsa rûdana kuştina Mensûrê mêrê xwe, Ceiferê birayê xwe û Şirîna keça Qedemxêrê dikir. Gelek cara wiha digot:“ Heya wê roja ku ez bimirim desthilatdariya Riza şah û Mihemedê kurê wî ji xwe re mîna dijmin dihesibînim. Ji ber wê jî pêwîste Kurdên Îraqê baweriya xwe bi Mihemed Riza şah neînin, çimkî di mercên îro da ji bo meramên xwe heya sinorekî kêm yê hevkariya wan bike, lê qet bawer nakim ew aşiqê çavê Kurdan be. Ez di wê baweriyê da me ku dema karê wî bi dawî bû, yê bibînîn ka yê çawa jehira xwe bi ser serê gelê Kurd de birijîne. Tecrûbeyên me bi wan re hene û Rizaşahê bavê wî jî bi vî awayî û bi derew û fêlbazîyan bû hakimê Îranê û bû bi bednavtirîn dîktatorê cîhanê.”

Qedera Zendiyan
Mîna ku dîrok dide xuyanîkirin hê ji çaxê şahên Sefewî desthilatdarên Îranê li dijî Kurda bûn û bi hemû şêweyan dixebitîn ku Kurda ji Kurdistanê dûr bêxin. Kurdên Xorasan û deşta Qezwînê nimûneya stemkariya wan şahên berê ne. Heya demekê malbata Zend ku tîreyekin ji hozên Lekistan, bûn birêveberên Îranê lê Axa Mihemedê Qacar bi rêya pilan û xiyanetê fermandariya wî ji nav bir û bi awayekî gelek hovane pehlewanekî mîna Lotif Elîxanê Zend kuşt.
Cihan xanim û Qedemxêr hertim bi hîviya wê hindê bûn ku toleya şahên Zend ji mîrên Îranê bistînin.
Exter xanim jineke bi sexawet, çavtêr û pir jî bedew û mêvanperwer bû. Li ba wê mirin ji wî kesî/ê ku xiyanetê li welatê xwe dike, xoştire. Eşqa wê ji doza welatê wê re pir zêde bû. Gelek caran wê wiha gotibû:” Hûn ji vê rastiyê agadar nînin ku hêza evîna paqij çiqas zêdeye. Ev hêz ewqas zêdeye ku mezintirîn pehlewanên dîrokê nekarîne li hemberî wê li berxwe bidin. Ji ber wê wan ji wê demê û pê de baweriya xwe bi serbihûrîyên di destanên dildariya dîroka Kurd anîn. Bi vê re bi temamî bawerî bi vê gotinê kirin ku: Çiyayê Bîstûn hêza eşiqê kolandiye, lê nav û dengê wê ji Ferhad re maye “.

Mîrza Husênxanê Lek
Mîrza Husênxanê serokê mezinê eşîreta Lek û mêrê Xanima navdar Qedemxêr bû. Ew berê bi pilana serleşker Ebdullah Xanê Tehmasibî(1881-1928) hat kuştin. Qedemxêrê ji bo tolhildana xwîna mêrê xwe ala şoreşeke mezin li dijî dewleta Îranê bilind kir. Di çaxê salekê de bi sedan efser û serbazên artêşa dewleta Îranê kuştin û bi temamî dawî bi desthilatdariya dewleta Îranê li herêma hoz û tîreyên Xoremabad, Piştkuh û Berkuh anî. Qedemxêrê bi Cîhanxanê re peymana yekîtiyek bi hêz girêda û di hemû şer, tengavî û tevlîheviyan da bi çekdarên pir zêde, digehiştin hawara hev û hevkariya hev dikirin. Wan dizanîn ku bi hevgirtin û yekîtiyê dikarin li dijî dewleta navendî heya dawiyê bisekinin.
Du jinên Kurd Cîhan xanim û Qedemxêr di wê serdemê de bûn fermandar û desthilatdarên hemû hoz û eşîretên herêmên Hemedan, Loristan û Bedreya Îran û Osmanî. Qedemxêr seroka serhildanê bi rêya name nivîsînê bi Şêx Mehmûdê melîkê Kurdistanê re jî di nava peywendiyê de bû.

Yekîtî û hevgirtina hozên Kurd
Civaka Kurd di salên serhildana Qedemxêr û Cihan xanimê de xwedî nasnameyeke eşîretî bû. Civak bi hemû aliyên xwe ve di bin bandora kultura hoz û êlên Kurda da bû. Dema serhildanê hinek ji mezinên wan hozan hatibûn xapandin. Rojekê rihspîyekî eşîreta Lek ji cihan xanimê re wiha gotibû:” Divê hûn baş şiyar bin û zêde baweriya xwe bi hêza hoz û êlên herêmê neînin, ger we karî zû hêzeke leşkerî û moderin pêk bînin daku bikarîbin desthilatdariya we li hemberî artêşa Pehlewî biparêze…”
Cîhan xanim di bersiva pêşbîniyên Xalo Mirad da wiha got:” Her guherandinek çêbibe, bi wê mercê ku ew yekîtiya niha di nava hozên Kurda de heye, berdewam be û bi dil û can pişta hev bigirin, kes li dijî wan nikare biser bikeve. Kurdan gotiye:” Bira li pişta bira be, meger qeza li cem Xwedê bin”. Me bi çavê xwe dît şahê Îranê ji bo standina bac û xeracê, serleşker Ebdullah Tehmasibî bi leşkerekî mezin re şande ser serê me û Qedemxêrê. Lê ji ber ku herçî hozên Kurdewarî li dewir û pişta wê hebûn, piştgîriya serhildana wê kirin, bi awayekî zû leşkerê Îranê şikandin û Tehmasibî jî hat kuştin. Lê dema ku yekîtî di navbera me de nemîne û her kes ji xwe re be, bi dîtina min pêncî jandarim jî dikarin bi ser serê me tevan de zal bin. Wê demê em dikevin jêr zebir û qamçîyên efserên bêhurmet ên Îranê. Ew jî bi hêsanî dikarin destdirêjîyê bo ser hebûn, keramet û heysiyeta me dirêj bikin û di nava bîrên tarî û reş da me ji holê rakin.”

Cihan xanim û salên dawiyê
Rojekê Ceiferxan û Exterê ji Cihan xanimê dawa kirin ku bi wan re here nêçîrê, lê wê ji wan re got:” Ez mîna we ne ciwanim. Hûn dibînin ku temenê min ber bi pîriyê ve diçe, nikarim mîna miroveke pircoş û bizav hereket bikem. Herçend rojan carekê li dora çiyayê Elwend bigerim ji min re başe”.
Ceiferxan û Exterê di bersiva wê de gotin:” Wê roja ku em ji bo şer û hevkariya Qedemxêr xanimê çûn, di wê roja teje metirsî da, tu ji hemû mêr û ciwanên hoza Melekşahî û Lek çalaktir bûy.”
Cîhan xanimê di bersiva wan de got:” Çalakî û bizava wê rojê ji bo bergirî û parastina ji heysiyet, keramet, mal û milkê hoza Melekşahî û Lek û hemû Kurdekî herêma me bû. Herwiha ji wê rojê heya niha pênc sal bi ser temenê min da derbas bûne. Niha jî ger hêzeke min mabe, min hilgirtiye ji bo roja lêqewmînê.”
Cîhan xanim hemû rojan sibê bi xwîndina pirtûkan dest bi jiyaneke nû dikir. Carna dewlemend û xwedîyên pere û malê dinê ji Cihan xanimê re wiha digotin:” Tu ji malbateke dewlemend têy, te çima ji bo vî gelê han hemû mal û milkê xwe ji dest da?”
Wê jî hingî bi dengekî bilind wiha bersiva wan dida:“ Xwedê mal û heyîtiyê bide her kesekî/ê ji bo wê hindêye ku mirov feydê jê bistîne û bi xelkê re bixwe. Bi dîtina min her dewlemendê ku ji bo kesên derdora xwe feyde û qazanc nebe, nabe ku bi dewlemend bê naskirin, belkî berevajî wê ew lat, hejar û derddîtiyê her du dunyane û Xwedê yê tola wê xesîsîyê jê bistîine.”
Ew serhildan bidawî hat û piştre siyaseta asîmîlasiyonê ji wira ber bi hemû bajar û gundên Kurdistanê meşiya, lê bi şoreşa gelên Îranê a sala 1979an ew pilanên M. R. Pehlewî berav bûn. Di roja îro de ji wan herêmên ku Qedemxêr demekê li berxwe dabû, gerîla û şervanên azadiyê berê xwe dane çiyayên Zagros û Qendîl. Wihaye ku em dibînin keç û xortên Îlam, Kirmaşan, Hemedan û Xuremawa şîretên dayikên xwe Qedemxêr û Cihan xanimê ji bîr nekirine.(Dawî)

Jêder û çavkanî
1. Pirtîka bi navê “Aware” nivîsîna Mihemed Seîd Caf – cilda yek û du
2. Bîranên Exter xanima keça Cihan xanê. Wê bîranînên şoreşa dayika xwe û Qedemxêrê bi zimanê Farsî nivîsandine.
3. Hevpeyvîn bi Serdar Caf, Meryem Qazî û Jiyan Caf re ku ji nêzve kesên nêzî Qedemxêr û Cihan xanimê dîtibûn û hev nas dikirin.
4. Pirtûka: Lor Kurde ya Lore – Xosrew Caf

 

image

image

image

image

image

image

image

20140228-152146.jpg

dîtin: 373

Pêveker:

serhildana qedemxêr melekşahî