• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serkeftina dîrokî ya Real Madrîd 0:4

Serkeftina dîrokî ya Real Madrîd 0:4


barkirin: Nîsan 29, 2014, 11:54


Îşev dû tîmên mezin yên cîhanê bi leyistika gokê hatine beramberî hev. Real Madrîd bi yariya xwe ya dîrokî ve serkeftineke dîrokî bidest xist û 4 gol avêtine FC Bayern.
Di lîga palewanan yariya nîv fînalê de tîmên Real Madrîd a Ispanî û FC Bayerna Elmanî hatine beramberî hev. Leyistoka ku li hola navdar ya Elmanya Allianz Arena de hate leyistin bi hevdûrakêşaneka dijwar û tekoşîneka tund ve pêk hat û di encam de FC Bayern di hola xwe de bibin ket.
Leyistikvanê navdar Sergio Ramos kaşeya xwe bi 2 golan ve li leyistikê da. Di xulekên 16 û 20 an de golên xwe yên dîrokî tomar kirin. Golên ku hetanî xuleka 20 an hatî hêza Panzera Elmanî şikand û di warê derûnî de ew têk birin.
Tîma Elmanî Bayern her çend xwestibe ku bi êrîşên dijî kelha dijberê xwe têkevê êrîşê û golan encam bide lê nekarî vê serkefinê bidest bixe û encam wergire.
Real Madrîd di hemî dema leyistikê de li gorî Bayern ê bi aramî leyist û golên xwe jî avêtin.
Di xuleka 34 ê de Cristiano Ronaldo gola 3 yan avêt û derbeke dî ya dijwar li Bayern xist.

Di nîvê yekem de encam bi 0:3 ve bidawî bû. Tîma Elmanî herçend di nîva duyem de xwestibe ku xwe bighîne armanca xwe ya 5 gola lê nekarî vê serkeftinê bidest bixe û bi tevgerên tund ve hêrsa xwe di tevayî yariyê de diyar kir.
Di xuleka 89 ê de Ronaldo gola xwe ya di vê yariyê de ya duyem û di leyistikên Liga Palewanan de ya 16. avêt.

Encama yariya dijwar bi serkeftina Real Madrîda îspanî ve diyar bû. Real Madrîd 4: FC Bayern: 0

 

REWANBEJ

dîtin: 357

Pêveker:

serkeftina dîrokî ya real madrîd 4