• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serok Barzanî beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Navnetewî bû

Serok Barzanî beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Navnetewî bû


barkirin: Rêbendan 7, 2015, 3:02


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Navnetewî bû ku dihunê li bajarê Elmanya Munîxê destpê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Kurdistaniyên Ewrûpa ve bi coş hate pêşwazkirin. Serok Barzanî bi boneya Konferansa Ewlekariya Navnetewî derbasî Munîxê bû. Di Konferansa nêvdewletî de vê carê cihekî giring bo Kurdan heye. Ji ber şerê ku Kurdan dijî daîş kirî û berxwedana ku di cîhanê de deng vedayî ya Kurdan bala cîhanê li ser peywendî, civîn û hevdîtinên Barzanî ye.

 

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Angela Merkel civiya

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vê gavê li gel serwezîra Elmanya Angela Merkel dicive û di vê civînê de tê pêşdîtin ku rewşa Kurdistanê, şerê hêzên Kurd dijî terorîstên Daîş, arîkariya Elmanya ji bo Kurdan dê bibe mijarên axaftinê.

dîtin: 405

Pêveker:

serok barzanî beşdarî konferansa ewlekariyê ya navnetewî