• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serok Barzanî: Daxwaza min ji hemû endam û alîgirên partiyan ewe ku rêz li hember aliyê din bigrin.

Serok Barzanî: Daxwaza min ji hemû endam û alîgirên partiyan ewe ku rêz li hember aliyê din bigrin.


barkirin: Êlûn 28, 2013, 4:12


Piştî hilbijartinên herêma Kurdistanê, biryare ku îro encamên hilbijartinan bihêne aşkira kirin. Der barê vê mijarê de serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî bang li hemû aliyan kir ku li gor rêkarê yasayên komîsyona hilbijartinan tev bigerin û li hember partiyên din rêz bigrin û ji hemû hêz û aliyên siyasî û her weha ji mhemwelatiyan xwest ku hêminiya Kurdistanê biparêzin.

Eve jî peyama serok Barzanî ye:

Her wekî ku komîsyona bilind ya hilbijartinan jî diyar kiriye, biryare îro 28/9/2013 encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bihêne ragehandin.

Ji ber vê jî ez pêwîstî dizanim ku daxwaz ji hemû aliyan bikim da bi bêhnfirehî û bi hesta berpirsiyariyê tev bigerin û heger skale û têbiniyek hebe jî bi rêkareya yasayên komîsyonê hewla çareseriyê bidin.

Her weha daxwaz ji endam û alîgirên hemû partiyan dikim ku rêz ji aliyên din re bikin û xweş bîn bin.

Pêw^stî dizanim ku careke din bang li hemû hêz û aliyên siyasî û hemwelatiyên brêz bikim ku hêminî û tebayî Kurdistan biparêzin û ji bo parastina giyana hewelatiyan û asûdehiya xelk û navûdengê welatê me, bi çi awayî bo dilxweşî û coşê teqe nekin. Ji ber ku eve diyardeyek pir nexweşe û divê binbir bibe.

Daxwaz ji polîs û hêzên asayîşê dikim ku ew kesên li gor yasayan tev nagerin pêdiviyên yasayî li beramber wan kesan pêk bînin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

28-09-2013

dîtin: 359

Pêveker:

serok barzanî daxwaza min ji hemû endam û alîgirên partiyan ewe ku rêz li hember aliyê din bigrin