• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serok Barzanî: Destkeftiya herî mezin ewe ku gelê me çarenûsa xwe diyar dike

Serok Barzanî: Destkeftiya herî mezin ewe ku gelê me çarenûsa xwe diyar dike


barkirin: Rezber 4, 2013, 1:38


Bi boneya serkeftina di hilbijartinên parlamentoya herêmê de ya Partiya Demokratên Kurdistanê  Serok Barzanî peyamek weşand û diyar kir ku ji bo bigehine amanc  û serkeftina Kurdistanê divê xalên bi hêz û lawaziyên xwe destinîşan bikin. Barzanî got: ‘Destkeftiya herî mezin ewe ku gelê me bi rêya sindoqan çarenûsa xwe diyar dike.

Di hilbijartinên parlamentoya herêma Kurdistanê de PDK bû yekem û mafê avakirina hikûmetê bidest xist. Bi boney vê serkeftinê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek weşand û pîrozbahî û spasiya xwe arasteya endam, kadro û alîgirên Partiya Demokrat kir û ragehand ku ji bo bigehin amanc û serkeftina Kurdistanê, divê hewla çareserkirina kêmasiyan bidin û divê ji bo diyaloga hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê vekirî bin û rêzê ji bo hemû aliyan bigrin.

Serok Barzanî di dirêjahiya peyama xwe de got ku rêbazê we pir bi serwerî û destkeftiye û her weha rêya we ya pîroz jî  evrazî û nişûvî û zorî têde heye. Barzanî spasiya xwe araste kir ku bixwe bawer bûne û bi serkeftinê bawer bûne û bi vê coşê kar û xebat kirine. Serok Barzanî got: ‘Niha rêyek dûr û dirêj li ber we ye û divê pêngava yekem bo serbilindiya welat biavêjin. Divê hemîşe di nava gelê Kurd de bin û xizmeta wan bikin, êş û azar û daxwaziyên wan guhdar bikin her weha rizaya wan bigrin. Ji bo gehiştina amanc û serkeftina Kurdistanê, divê xalên bi hêz û lawaziyên xwe destnîşan bikin û hewla çareserkirina wan bidin.

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got: ‘Bi dilxweşî dikarim bêjim ku Kurdistan ketiye ser rêyekî rast û demokratîk û welatê me bi vê serbilind bûye. Destkeftiya herî mezin ew ku gelê me bi rêya sidoqan çarenûsa xwe destinîşan dike.

dîtin: 396

Pêveker:

serok barzanî destkeftiya herî mezin ewe ku gelê me çarenûsa xwe diyar dike