• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serok Barzanî:Referandûm nayê paşxistin

Serok Barzanî:Referandûm nayê paşxistin


barkirin: Êlûn 15, 2017, 4:45


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li karnavala referandomê ya Amêdiyê ragehand ku, heta niha ti alternatîveke bo referandomê nîne û bi ti awayî  referandomê bi paş de nexin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya karnavalekê de bo bangeşeya referandomê li Amêdiyê ragehand ku, heta îro, ti alternatîveke bo referandomê bo wan nehatiye û bi ti awayî  referandomê bi paş de nexin.

Derbarê biryara parlamentoya Iraqê di redkirina referandomê û derkirina parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm Serokê Herêma Kurdistanê ragehand ku, xwe mandû nekin biryarên wan nagine Kurdistnê.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku, berpirsên Iraqê şeraket û tewafiq li Bexda qebûlnekirin, em jî xizmetkirina wan qebûlnakin.

Îro, Encûmena bilinda referandoma serxwebûna Kurdistana Iraqê îro, Înê 15.09.2017 daxuyaniyek belav kir, wêneyeka wê giheşte BasNewsê jî, tê de hatiye ku, li gor biryara Encûmena bilinda referandomê logoya taybet bi hilmeta bengeşeya dengê belê pesend kir.

dîtin: 256

Pêveker:

referandûma serxwebûna kurdistanê mesûd barzanî