• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serok Barzanî: Terorîst ti çaran nikarin herêmê bikin binkeya çalakiyên xwe

Serok Barzanî: Terorîst ti çaran nikarin herêmê bikin binkeya çalakiyên xwe


barkirin: Rezber 3, 2013, 5:25


Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro digel wezîrê pişesazî û bazirganî ya Misirê Mûnîr Fexrî Ebdulnûr hevdîtinek pêkanî û daxuyand ku eve demek dirêje ku terorîst hewl didin rewşa asayîşa herêmê têk bidin lê ti caran nikarin herêmê bikin binkeya çalakiyên xwe. Barzanî got: ‘Ji ber ku ne gelê Kurd û ne jî hikûmeta herêmê rê nade ku ew bigehin vê armanca xwe.’

Îro serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya wezîrê pişesazî û bazirganî ya Misirê Mûnîr Fexrî Ebdulnûr û şandeya li gel wî de kir. Di hevdîtinê de Ebdulnûr xemginiya xwe û ya welatê xwe ya li hember êrîşên terorîstî yên li dijî herêma Kurdistanê anî ziman.

Di berdewma axaftina xwe de Mûnîr Fexrî Ebdulnûr diyar kir ku ew amadene ku di warê aborî, pişesazî û binesazî de danûstandin û hevakriyê digel herêma Kurdistanê bikin û pêwendiyên xwe pêş de bibin.

Di hevdîtinê de serokê herêma Kurdistanê Mesûd barzanî jî behsa êrîşa terorîstî li Hewlêrê kir û got: Teror diyardeyek cîhanî ye, ji bo têkbirina terorîzmê pêdiviya îradeyek nevdewletî heye. Eve demeke dirêje ku terorîst hewl didin Kurdistanê bikin binkeya çalakiyên xwe. Lê belê ne gelê Kurd û ne jî hikûmeta herêmê rê nade ku ew bigehin armancên xwe.’

Di hevdîtinê de serok Barzanî behsa pêwendiyên her du aliyan, mijara hilbijartinên herêmê jî kir.

Jêder PNA

dîtin: 386

Pêveker:

serok barzanî terorîst ti çaran nikarin herêmê bikin binkeya çalakiyên xwe