• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyoza Elmanya civiya

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyoza Elmanya civiya


barkirin: Gelawêj 6, 2013, 1:40


Li Di kombûneke hevbeş a navbera serokê herêma Kurdistanê û balyoza Almanya ya li Iraqê de, her du alîyan li ser mijarên weke rewşa Sûrîyê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û rewşa mirovîya aware û penaberên Sûrî yên li herêma Kurdistanê û herwisa mijara sazkirina kongreya neteweyîya Kurd di demeke nêzîkde, guftûgo kirin.
Berî nîvroya îro dûşembe 05.08.2013 li hawînewara Selahedîn birêz Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li xanim Brîta Vagîner Balyoza Almanya ya li Iraqa Federal û şanda li gel kir. Serok Mesûd Barzanî ragihand, ku rêkxistinên navdewletî û dewletên cîhanê li hember rewşa awareyên Sûrî yên akincîyê herêma Kurdistanê kêmtirxem bûne û alîkarîyên wan di asta pêywîst de nînin.Di hevdîtinê de Balyoza Almanya ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel rêzdar û serdana Herêma Kurdistanê nîşanda û ji bo girîngîdana bi pêwendiyên di navbera wan û Herêma Kurdistanê spasiya welatê xwe li dam û dezgehên Herêma Kurdistanê jî kir. Xanim Vagîner di beşek ji axavtina xwe de yarmetîdana gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi penaberên Sûriye bilind nirxand û ragihand ku welatê wan amade ye yarmetîyên zêdetir pêşkêşî koçberên Sûriyê bike û balkişand li ser wê yekê ku yarmetîyên rêxistinên navdewletî ji bo koçberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê kême û beşa ewê hejmara zêde ya penaberan nake ku xwe spartina Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya Balyoza Almanya û şanda li gel kir û di derbarê pirsa penaberên Sûriye li Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku yarmetîdana koçberan erkekî mirovî û neteweyiye û gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve yarmetiya koçberan didin. Her wiha Serok Barzanî behsa wê yekê kir ku rêxistinên navdewletî û dewletan li girîngîdana koçberên Sûriyên runiştvanê Herêmê de kêmterxem bûne û yarmetiyên wan li asta pêwîste daye.

Pêvajoya Sûriye bi giştî û rojavayê Kurdistanê bi taybetî mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Balyoza Almanya bû û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste li paşaroja Sûriyê de mafên gelê Kurd li ber çav bê girtin û helwesta rikeber û opozîsyona Sûriye jî li ser mafên Kurd rûn bibê.

Di derbarê pêvajoya Kurd li Sûriye Balyoza Almanya ragihand ku Berlîn piştgiriya Kurdên Sûriye dide bo ku hemû aliyê Kurdan li ser çarçêweyekî hevbeş ya karkirinê de rêkbikevin.

Herwiha axavtina li ser pêvajoya siyasiya Iraqê û sazkirina Kongreya Neteweyîya Kurd beşekî dinê hevdîtinê pêk dianî û Serok Barzanî basa hêlên giştiyên Kongreya Neteweyîya Kurdî ji şanda Almanî re kir ku li ser bingeha peyama aştî û pêkvejiyana Kurd bo gelên nawçeyê hatiye avakirin.

Peyamnêr

dîtin: 137

Pêveker:

serokê herêma kurdistanê li gel balyoza elmanya civiya