• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Serokwezîr Barzanî: Ez piştrastin ku dê hilbiratinên din baştir bin

Serokwezîr Barzanî: Ez piştrastin ku dê hilbiratinên din baştir bin


barkirin: Êlûn 24, 2013, 10:52


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtina digel nûnerê serokwezîrê Brîtanya Jonathan Marland de diyar kir ku hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi awayekî modern û şaristanî hat sazkirin û wiha got: “Ez piştrast im ku hilbijartinên din dê hîn baştir bên lidarxistin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh (23.09.2013) li Hewlêrê pêşwazî li nûnerê serokwezîrê Brîtanya Jonathan Marland ku bo beşdarîkirin di nehemîn pêşangeha navdewletî ya bazirganiyê ya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kiriye, kir.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de nûnerê serokwezîrê Brîtanya Jonathan Marland kêfxweşiya xwe ji serkeftina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê nîşan da û pîrozbahî li gel û hikûmetê kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî kêfxweşiya ji serkeftina hilbijartinan nîşan da û diyar kir ku ji destpêka hilbijartinan heta dawiya dengdanê gelê Kurdistanê bi awayekî modern û şaristanî tevgeriyan û ev jî serbilindiya gelê Kurdistanê ye û wiha got: “Ez piştrast im ku hilbijartinên din dê hîn baştir bên lidarxistin.”

Jonathan Marland her wiha pesnê geşekirin û pêşketina aborî ya Herêma Kurdistanê da û diyar kir ku Brîtanya amade ye pêwendiyên xwe yên aborî digel Herêma Kurdistanê bihêztir bike û da zanîn, hinek şîrketên mezin ên Brîtanî bi wî re hatine Kurdistanê û dixwazin li Kurdistanê kar bikin da ku beşdarî pêvajoya geşekirina Kurdistanê bibin.

Nêçîrvan Barzanî jî pêşwaziya gotinên Marland kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji wê kêfxweş e ku Brîtanya bi rêka şîrketên xwe beşdarî pêvajoya geşekirina Kurdistanê bibe ji ber wê jî çi ji destê wan bê dê bo vê yekê hêsankarî bikin.

Yek ji mijarên hevdîtina Barzanî û Marland jî pêşxistina balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê bû. Hat gotin ku divê balafirxaneya Hewlêrê bibe navendeke tranzîtê ya navbera Asya, Rojhilata Navîn û Ewropa. Li ser vekirina ofîsa geşta hêla asimanî ya Brîtanî ya bi navê “Brtish Air Ways” jî danûstandin hatin kirin.

Di beşek din a hevdîtina han de, serokê ofîsên banka navdewletî ya “Standard Charterd” li rojhilata navîn û bakûrê Afrîqa Kêvin Wîçard diyar kir ku ew dixwazin meha Mijdara îsal ofîsekê li Bexdayê û daiya salê jî ofîsa xwe li Hewlêrê vekin da ku di warê bankdarî, bîme û berhemanînê de kar bikin. Serokwezîr Barzanî jî vê yekê kêfxweş bû û ragihand, ew dê hemû cure alîkariyekê bo wan bikin.

Di hevdîtina Barzanî û Marland de rewşa penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê jî hat axaftin.

Di vê mijarê de Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû cure alîkariyekê pêşkêşî penaberan dike û bi UNHCR re hemaheng in.

Barzanî da zanîn, niha li Herêma Kurdistanê zêdetirî 230 hezar penaberên Sûriyê hene lê tê pêşbînîkirin ku hîn zêde bibin ji ber wê jî divê Iraq û civaka navdewletî zêdetir guhê xwe bibin penaberan.

Rudaw

dîtin: 354

Pêveker:

serokwezîr barzanî ez piştrastin ku hilbiratinên din baştir bin