• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
“Şervanê mezin” Kuştina Dr.Qasimlo | Nurallah Palamut

“Şervanê mezin” Kuştina Dr.Qasimlo | Nurallah Palamut


barkirin: Sermawêz 29, 2014, 3:16


Berî hertiştî bi nivîsa xwe ya yekem di Rewanbêj de silav bo hemî xwendevanên zimanê Kurdî. Bi gelik werger û nivîsên mijarên cûrbecûr ve hêvîdarim carcaran bo we binivîsim.

Eve çend rojekin ku birêvebirina peywendiyên diplomatik yên herêma Kurdistanê li gel îranê û di van peywendiyan de cihgirtina kujerê serokê Kurd Dr. Qasimlo di rojevê de ye. Bêguman peywendiyên dîplomatîk yên Hikumeta Kurdistanê an jî hemê hêzên Kurd li gel dewletên herêmê û navdewletî rewşeke asayîye. Hemê rêxistin û hêzên Kurd bi rengekî li gel hêz û dewletên herêmê di nava peywendiyê de ne. Lê belê rasterast wekî dîplomatekî tevgera kujerekî naskirî yekî wekî Mohammed Saharudî hêrsa gelê Kurd bi xwere çêdike û di van rojan de jî ev hêrs mezin dibe. Em hêvîdarin ku Hikumeta Herêma Kurdistanê vê hêrsa rewa ya gelê Kurd bibîne û vî kesî yekser ji nava peywendiyên dîplomatîk bavêje. Ji ber ku doza Rojhilatê Kurdistanê wekî hemî dozên Kurdewarî doza hemî Kurdistanê ye û ev rewş hêrsê bi hemî gelê Kurd re çêdike.
Berê jî di roja 16 Nîsan 2014 ê de li ser vê mijarê di malpera Rewanbêj û diyarnamê de bi destnivîsa Zekî Ozmen ev mijar wekî nûçe belav bûbû. Ji bo dîtinê…

Ji bo ku ev kes baştir bête nasîn û gel Kurd vî kesî ji nêzde binase raporteke Kovara navdar ya Elmanî DER SPIEGEL ya ku di roja 30.07.1990 î de hatî weşandin min ji Elmanî wergerand. Hêvîdarim ku ji bo dazanîna bûyera kuştina Şehîdê nemir Dr. Qasimlo û danasîna kujerê wî zêdetir bibe.

Raport wehaye.

Şervanê Mezin

Iranê, girêdayî bi kuştina kiryarên wê ne diyar gelo hikumeta Viyanayê şantaj kir?

Hevdîtin ewqasî bi dîzî bû ku Dr. Qasimlo serokê Partiya Demoqrat a Kurdistanê nedixwest navnîşana cihê hevdîtinê ji hevalên xwe yên herî nezîk diyar bike. Lê belê hevalên wî roja dinê dikarîbûn navnîşan ji medyaya heremî fêr bibin.
Sernuçeya di medyayê de ev bû: Kuştin

Kurdê Îranî Qasimlo, kesê ku ji cihê sirgûna xwe Parîsê doza azadiya gelê xwe yê bin zilma rejîma mollayan dimeşand, difikirî kû hindik mabû dawa xwe bigihîne encamekî.

Berî kû bi cend şêwirmendên xwe, jibo hevdîtinan here cihê bûyerê, ji rêhevalên xwe re gotibû,” hindik mayê hevdîtinên me bi rayedarên bilind yên hikumeta Îranê bigejin encamekî.”

Lê belê li cihê hevdîtinê, li herema sêyemîn ya bajarê Vîyanayê, ew û hevalên xwe ketin kemînekê.

Dema polis gihaştin cihê bûyerê, rastî termên her sê Kurdên kuştî û du kesên giran birîndar hatin. Yek ji birîndaran, kesê Îranî Mohammed Saharudi bû û yê dîtir hemwelatiyê wî Amir Bosorgan bû.

Saharudi, ku bi passaporta xwe jê dîplomatî hatibû Nemsa, birpirsîyarê heyeta hevdîtinê yê îranî bû. Bosorgan jî parezvanê wî bû.

Hîn di ifada peşîyê herdu kes ketin navkokiyan.

Bosorgan got dema bûyerê ew di Mc Donaldsê nezîkî cihê bûyerê xwarin dixwar.
Saharudi jî, ji polîsan gotibû parezvanê wî Bosorgan di avahiya cihê bûyerê bû.
Saharudi, bi gûleyekî ku pengizî bû ji pî û çengê xwe birîndar bûbû.
Yek ji gelek nakokiyan, di bûyera kuştina Qasimlo.

Yek sal piştî buyera kuştinê/katlê, welatê Nemsa ber skandalekî din ê siyasî û huquqnenasîye de çû.

Jiber ku daireyėn devletê, her tiştên kû karîbû buyera xwînrijandinê ya meha Temmuz a sala 1989 zelal bike, paşguh kiribûn.

Gelek qanûnên narkotîkê yên bingehîn hatibûn jibîr kirin û kujerên xwiya, hatibûn berdan, jibo karibin bê ceza ji Nemsa derkevin.
Ew tişt jî bi fermanek ji erka jor çêbûbû.

Helenê Qasimlo, jinêbiya Serokê Kurd:
“Ez rejîma İranê bi plankirin û pêkhanîna vê kerasatê tewanbar dikim û ez hiqûmeta Nemsa bi nediyarkirina vê kerasatê tewanbar dikim. Ji ber vê hikumeta Nemsa hevkarê vê katliamê ye.”

Ev tişt dozgerê Viyanayê Peter Seda jî dît. Ew jî ji nebûna hevkarîya polîsan şikayetê dikir û îfadeyên kesên ku şuphe diçû ser wan, ji ber wî hatibûn veşartin.
Dozger got:
“Stendina enformasyonan ji Polis gelekî dijwar bû.”

Saharudi û Bosorgian neketibûn bin ûsûlên bingehîn yên teftîşa polisan, wek sûret girtin û girtina dewsa tilîkên wan.

Hîn piştî 12 seatan kontrola dewsa barûdê a desta hat komtrol kirin, lê belê ev jî gelekî dereng bû jibo tesbîtek karibe bê kirin.

Her tişt rê dida kû, wan kesana bi kemanî tevlî bûyerê bûbûn, lê belê serî qerara girtinê nehat dayîn.

Bosorgan reviya konsolosxaneya îranê û Saharudi jî, piştî 11 rojan, di bin parastına polîsan ji balefirgeha Schwechat firya Tahranê.

Di vî demî radyoya Iranê nûçeyek çekiribû û gotibû lehengê mezin vegerya welat.
Saharudî li welatê Mollayan kesekî naskiriyê. Fermandarekì Pasdaran e, ew hêzên parastina rejîmê.

Derng piştî derketina Saharudi ji Nemsa, li cihê bûyerê tespîtên narkotîk pêk hatin û hat tespît kirin kû kujer Saharûdî bi xweye.

Meha mijdarê a sala 1989 jibo Saharudi û parezvanê wî emrê girtinê hat dayin. Parezvanê wî bi mehan li konsolosxaneyê xwe veşart.

Bi şiklekî devkî vezîrê derve yê Nemsa, Alois Mock, jibo konsoloxaneya îranê yê ku berpirsê bûyerê bi qest vedişart piştre got kiryara konsolosxaneyê tiştekî bêehlakiye. Tahran jî aliye xwe jîbo Nemsayê digot: ” lîstikek sîyasî tê lîstin, jibo ku Îran bi şeklekī propagandawarî bê reşkirin.”

Lê belê ev tiştana nikarîbûn veşêrin, çawa İranê hikumeta Nemsa xistinbûn bin zehtê jibo Saharudi û Bosorgan nên dadgeh kirin.
Kesekî payebilind yê vezareta derve yê Îranê bi vî şiklî ev tişt gelek eşkere dihanî ziman:
“Me da fehm kirin ku Nemsa nikaribe mirovên me biparêze, em jî nikarên kesên wan li Îranê biparêzin. Kesên Nemsayê ji me fehm kirin.”

Dibe ku sebebê nediyarkirina vê bûyerê ji ev be. Wek parlamenterê pariya keskan, Pilz tesbîd kir, fermandarê pastaran Saharudi, gelek caran bin navê Rahimi Tari li derveyê welatê xwe tevlî hinek heyetên fermî bûbû.
Ev tişt ji aliyê polîsên Nemsayê jî hat sererast kirin.
Rahimi Tari di sala 1984 endamê heyetekî bû û tevlî fuara Defendory, peşandanekî çekan li Atinaya Yunanistanê bûbû. Wî demî Îran bi şirketa devletê NORICUM ku xwediyê wê devleta Nemsaye û alavên şer çê dike ketibûn tekîlîyê.
Piştre NORICUM a devleta Nemsayê, devleta xwe di dema şer bê teref dida nasandin, di bin pê kirina hemû qanûnan, alawên şer firotibû İranê.
Wextek berî wê jî ev şirketa çek firotibû İrak ê.

Jiber wê kirina bêqanûnî ji meha Nisanê vir de, 18 birêvebirên NORICUM tên mehqeme kirin. Tê tehmîn kirin ku di demekî nêz, hınek siyasetmedarên naskirî jî bên mehqeme kirin.
Li hember Serokwezîrê wî demî Fred Sinowatz, wezîrê wî yê karên derve Leopold Gratz û wezîrê berê ê karê hûndurîn Karl Blecha lêpirsîn hatin destpêkirin.
Tewan: “îhlal kirina bêterefiyê di rewşa şer.”

Gor siyasetmedar Pilz ji fraksyona keskan, ger fermandarê pasdaran Saharudi ango Rahimi Tari karê neqanûnî ya kirîn û firotina çekan birêvebiribe, wî demî bêdengiya hember bûyera kuştina Qasimlo jî tê fehm kirin:
“Rayedarên Nemsa kujeran berdan, jiber ku İran wan bi dîyar kirina hemû belge û enformasyonên ser kirîna çekan ji NORICUM tehdît kirin.”

Gor Pilz, dibe ku di skandala NORICUM tilîka hin siyasetmedarên din jî hebe.
Gor Pilz:” qedera wan kesan di destê Îranê deye!.”

 

dîtin: 419

Pêveker: