• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şervanên kevin hemî derfetên xwe bo Şengalê serferber kirin

Şervanên kevin hemî derfetên xwe bo Şengalê serferber kirin


barkirin: Gelawêj 6, 2014, 12:11
xwendin: 240


Li Duhok û dewrû berê Duhokê, ji rojda destpêkê ya ku hovên DAÎŞ ketin Şengalê de, Gerillayên kevin hemî derfetên xwe ji bo gelê Şengalê seferber kirin. Şervanên ku bi gelik sextî û zehmetiyên mezin jiyana xwe li Başûr didomînin û bo xwe derfet ava kirî vê carê derfetên xwe ji bo Gelê Kurd yê Şengalê bikar anîn.
Şervanên kevin di nanpêjxaneyeke xwe de pêkve nan pahtin û hejmareka mezin nan, dîsan hejmareka mezin pêdiviyên xwarin û medbexê, av, betanî, lihêf, cil û berg û gelik tiştên dîtir amadekirin û gihandine gelê Şengalê. Bi dehhezaran kes ji ber êrîşên hovên DAÎŞ ji Şengalê derketin û xwe gihandine deverên dîtir yên Kurdistanê. Li himber vê yekê Şervanên ku di nava tekoşîna azadiyê de xwedî kedeke mezinin bi hemî derfetên xwe ketin nava tevgerê û ji her alî ve ji roja destpêkê ve arîkarî gihandine Kurdên Şengalê.

001 002 003 004 005 006 007 008 009 010 011 012 013 014 015

Pêveker:

Şervanên kevin hemî derfetên xwe bo Şengalê serferber kirin