• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
SERXET Û BINXET

SERXET Û BINXET


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Befranbar 31, 2014, 11:14


SERXET Û BINXET
Eger wekî tê gotin zarokatî bingeha jiyana mirov be zaroktiya min binxet bû. Şûveke trênê ya reş hebû li hember gundê min ku wir ‘hidûdê binxetê’ bû. Ew têra dewleta ‘me’ nekiribû û hidûdek jî bi gundê me ve zeliqandibûn. Ew navbera ya jî firehiya xeyalên min bû. Ew sînorana mezinkirina dilê min bû. Meşa min ya çapiya bû ku bi ‘tena tena’ bi ser mayînan dimeşiyam…

Di zaroktiya xwe de bayê binxetê bû dikir li dû ‘tumê tahliyê’ bazdim û cegera xwe min cara pêşin bi bayê Binxetê tije kir. Carê difikirîm, min digot ez bi bazdanê xwe li vî sînorî bixim gelo wê fîşeka leşkera bigihêje min…

Bi sal û meha ez bi çîrokên Binxetê mezin bûm. Di wan şevên reşqeriqî de Binxetê ji min re wekî dinyayê mezin bû. Di wê şevreşa ku em di tariyê de dijiyan lembeyên wê yê sorik wekî dinyayeke efsûnî ji min re xuya dikir. Binxetê tu carî bi wan lembeyên xwe yê venedimirî xwe kêmî gerdana Mêrdîn nedikir di şevên sayî de…

Qaçaxiya dilê me bû Binxetê. Çaya qaçax bi şekirê Binxetê şêrîn dibû. Qûmaşê fîstanên xûşk û dayikên me biriqandina Binxetê bû, pel bi pel. Xewnên xweş yê bêtirs yê Binxetê bûn gava leşkera digirt ser gundan û mezinên me xwe ji wan vedişartin. Binxetê hewareke nebihîstîbû jibo Serxetê…

Kadîna henek û qerfên Kurdîstanê bû Binxetê. Jiyana ligel xizanî û bêçiyayîbûnê cihê ken û hevgirtinê bû Binxetê. Topa dilê me ya meha rojîyê bû ku me wekî qurtek av bi ser xwe ve dadikir. Ji me re cihê herî mezin yê dinyayê bû ku me sonda xweli ser malê Tirkî û Sûrî dixwar!

Şekirên di eyda de me top dikir têra me nedikir û xeyala me zarokan bû ku em bi yek tûşê biçin Amûdê û torbeyê xwe bi şekirê binxetê dagirin. Ji salê carekê gava di hêlanên eyda de me xwe dihejand lingekî me ber bi Binxetê diçû û serê sola me li axa Binxetê diket ji ser sînorên têlkirî…

Bedena me zarokan Nisêbînê bû lê rih û xeyalên me jî Qamişlo bû. Encex tiştên ji wir dihatin dikarîbûn me germ bikirina. Kincên li ser me Serxet be çermê laşê me Binxet bû…

Di wan demên zaroktiya xwe de ez bi peyvên bavê xwe li hemû bajar û bajarokên Binxetê her şev digeriyam. Bê kîjan dostê wî li kîjan gundî bû,li kîjan gir û gundî xwe diparastin, hevalên wî yê Êzidî li çiyayê Şengala çawa wî pêşwazî dikir… Her şev mêvanekî yekî ji wan bûm di peyvên bavê xwe de…

Carekê jî behsa kuştin û mayînên xwe kir ji min re. Tevî mayînên bi wan diteqiyan û mayina wan ya li jiyanê…

Carekê behsa apanên min dikir bê piştî çêkirina sînor çawa li ‘wir’ man e û em jî li ‘vir’. Gelek bele anîbû serê me wî sînorî, tevî feqîrî û xizaniyê. Sê apê min dinav wan sînoran de hatibûn kuştin, hin bi mayînan û hin jî bi fîşekên leşkerên Sûrî. Apê min yê dawî gava bi destê leşkerên Sûriyê hatibû kuştin dinavbera gundê me û Amûdê de bav û apê min girtibûn ser kozika wan jibo tolhildanê û leşkerek di wir de kuştibûn. Heta çend sal berê jî apê min jiber tirsa îdamkirinê newêrîbû biçûya Binxetê ku wê demê biryara kuştina wî derketibû piştî vê bûyerê. Apê min behsa vê çîroka xwe kir rojekê ji min re û got; piştî me girt ser leşkeran û me ji wan kuşt min nema karîbû derbasî aliyê Serxetê bibim û mecbûr mam bi berbangê ve derbasî Amûdê bibim. Nikarîbû biça cem pismamên xwe wan jiber dihate naskirin. Diçe li deriyekî dixe û naveke ji rêzê dibêje ku gelo filankes ne li malê ye. Jinaka derî vedike dibêje ev ne mala filankese û yê ku tu pirsa wî dike wa ye mala wan li wir e. Apê min yekser tevî tivinga xwe ya Kemalî diçe li wî derî dixe û li zilamê malê dipirse. Xanima malê jî wî derbasî hundir dike û heta zilamê wê te apê min li odeyeke mala benda dimîne. Zilam gava tê malê her çiqas apê min nas nake jî ji rewşê fêm dike û dizane ku li her derê Amûdê leşker li apê min digerin. Wî vedişêre û bi tariya şevê re ew jî radije tivinga xwe û pê re heta ser sînor tê û heta dibîne ku apê min bi selametî sînor derbas dibe vedigere Amûdê.

Mebesa min ya vegotina vê bûyerê ne ev e ku ez behsa malbata xwe bikim lê wekî vê mînakê Binxetê herdem ji bo Kurdên perçeyên din stargehek bû ku hembêza xwe ji wan re vedikirin.
Piştî serhildana Şêx Seîd Kurdên koçî Binxetê kirin xelasiya xwe li wir dîtin. Û pêre malbata Bedirxaniyan, malbata Haco, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nûreddîn Zaza, Qedrîcan û gelek nivîskar û siyasetmedarên Kurdan. Avakirina rêxistina Xoybûnê ya li Binxetê. Kovarên cara ewil derketin yê mîna Hawar û Ronahî.Li Serxetê ligel qedexebûna ziman ya li her qadê jiyanê , bi taybet di wêjeyê de serbestî û xurtbûna zimanê Kurdî li Binxetê…

Îroj jî birayê herî biçûk yê malê serî li hemû dinyayê rakiriyê û dibêje ez heme. Bi zimanê xwe dibêje ez heme, bi axa xwe, bi ramana xwe, bi razemeniyên xwe, bi xizaniya xwe, di şer de bi heneken xwe, bi afirandina xwe, bi birayên xwe û bi bêbirayên xwe, bi jinên xwe dibêje ez heme, bi zarokên ku dixwazin tevî toza bajarê xwe mezin bibin hene…

Binxeta ku îroj dixwaze tevî Serxeta xwe û tevî ruhê hemû welatê xwe hebe, mixabin wê bêpar dihêlin ji vê xewnê. Ew birayê biçûk ku hergav li çavên birayên xwe dinerî îroj di tariyê de dijî. Piştî Binxet kirin ew ax anha jî dixwazin binax bikin ruhê te. Lê em dizanin wekî giyayê di tahtê şîn tê ye hetera te. Dinya jî bibe yek li hember te, tê ji xeta te ya azadiyê te şaş nebe Binxetê. Jibo neviyên Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrîcan û Celadet Bedirxan kêm nebin ji axa te…

dîtin: 283

Pêveker:

serxet Û binxet